Hevdîtinên şandeya çûye Rojava di roja 2’yan de berdewam in
- Rojane
- |
- 22 Çile 2026 11:37
- |
QAMIŞLO - Şandeya ji bakurê Kurdistanê ji bo piştevaniyê çû Rojava, di roja duyemîn de hevdîtinên xwe didomîne.
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Şandeyeke DEM Partî, DBP û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk dihat, duh ji bakurê Kurdistanê çû serdana rojavayê Kurdistanê. Hevdîtinên şandeyê di roja duyemîn de berdewam in. Şandeyê, ji ewil serdana Navenda Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Qamişloyê kir. Li vir ji hêla Hevserokên PYD’ê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtina şandeyê ji çapemeniyê re girtî domiya. Piştî vê hevdîtinê dê bi Kongra Star, partiyên Kurd re hevdîtin were kirin. Tê payin ku şande têkildarî hevdîtinan îro daxuyaniyekê bide.