Senatorê berê: Tom Barrack cihê şermê ye, divê ji peywirê bê girtin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê komarparêz ê berê yê Pennsylvanyayê Rick Santorum, ji ber êrişên ser Kurdan xwest Tom Barrack paşve were kişandin. 
 
Rick Santorum, li ser hesabê xwe ya X’ê peyamek parve kir û got ku gelê Kurd karên pir zehmet kirine, demokrasiyeke piranîparêz ava kirine lêbelê Tom Barrack xiyanet li wan kiriye.
 
Di peyama xwe de got: “Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê karên herî zehmet kir. Ji hêla olî ve demokrasiyeke piranîparêz va kir. Sefîr Barrack, ji bo Tirkiyeyê xiyanet li wan, li Xiristiyanan û li welatê me kir. Kiriyarên wî cihê şermê ne. Divê ji peywirê bê girtin.”