NAVENDA NÛÇEYAN - Kolektîfa xwendekarên Zanîngeha Pisayê Collettivo Universitario Autonomo Pisa (CUA), ragihand ku dê di 24’ê Çileyê de ji bo protestokirina êrişên ser Rojava li Qada Gazeyê ya li Milanoyê çalakiyê li dar bixe.
Kolektîfa xwendekarên Zanîngeha Pisayê ya li Îtalyayê Collettivo Universitario Autonomo Pisa (CUA), ji bo protestokirina êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên ser rojavayê Kurdistanê dê di 24’ê Çileyê de li Qada Xezeyê ya li paytext Mîlanoyê çalakiyê li dar bixe. Kolektîfê, ragihand ku dê çalakiya xwe saet di 16.30’ê de li dar bixe.
CUA’yê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal got: “Li ser Rojava êriş hene. Yekitiya Ewropayê, DYA, Îsraîl.... hemû hêzên cîhanê ji bo têkbirina şoreşê niha piştgiriyê didin Colanî û çeteyên cîhadîst. Ji sala 2012’an heta niha li Rojava şoreşeke li ser bingeha konfederasyona demokratîk hat kirin. Di nava 14 salan de hemû dinyayê bû hêviyeke şênber û li dijî DAIŞ’ê jî bû argumanek. Li dijî tundiya baviksalar, faşîzm û şer, nûnertiya alternatîfeke rasteqîn kir.
Tunekirina Rojava, tê wateya têkbirina hêviya jinên îranî. Ev ne tenê şerê ji bo çavkaniyan û axê ye. Ev, şerekî di navbera du dinyayan de ye. Û dinyaya wan kujer e, baviksalar e û lordê şer e. Dewletên xwe li ser Îslamafobiyê biçek dikin, êrişî hêza li dijî DAIŞ’ê têdikoşe dikin. Çek û pereyan didi wan, terorîzmê dikin û ji vê re jî dibêjin ‘peywira aştiyê.’
PARASTINA ROJAVA PARASTINA AŞTIYÊ YE
Parastina Rojava, tê wateya parastina pergala alternatîf a li dijî pergala kapîtalîst, faşîst û baviksalar. Tê wateya parastina aştiya rasteqîn û parastina herkesî. Ev gel, li dijî hemû dinyayê li ber xwe dide. Em mecbûr in niha înîsiyatîfê li xwe bigirin û bibin alî. Avakirina aştiyê, tê wê wateyê ku em li her derê jiyanê biparêzin û ji bo wê li ber xwe bidin. Berxwedan Jiyan e - La resistenza è vita.”