Sosyalîst, nûnerên sendîka û parastvanên mafan ên li Îzmîrê: Êrişan bi dawî bikin

Parve bike:
ÎZMÎR - Sosyalîst, parastvanên mafan û nûnerên sendîkayan ên li Îzmîrê bertek nîşanî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û xwestin êriş bên sekinandin. 
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Partiyên sosyalîst, nûnerên sendîkayan û parastvanên mafên mirovan ên li Îzmîrê bertek nîşanî êrişan dan û gotin: “Divê ev êriş tavilê bên sekinandin. Em ê heta dawiyê bibin dengê gelê berxwedêr ê Rojava. Em bang li tevahiya partiyên sosyalîst û raya giştî dikin ku li dijî van êrişan hestiyar tevbigerin.”