Li Şengal û Mexmûrê çalakiyên ji bo Rojava

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Mexmûr û Şengalê, li dijî êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên li dijî Rojava, ser pêya ne. Di çalakiyên hatin lidarxistin de banga xwedîderketina li berxwedana Rojava û tevlibûna banga seferberiyê hat kirin. 
 
Lii Kurdistan û çar aliyên cîhanê gelê Kurd û dostên wan li dijî êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk çalakiyan li dar dixin. 
 
Gelê Mexmûrê jî şevê din heta serê sibehê li ser pêya bû. Gelê kampê meş li dar xist, dirûşm berz kir û piştgirî da gelê Rojava. 
 
ÊZIDIYAN PIŞTGIRÎ DAN BANGA SEFERBERIYÊ 
 
Gelê Şengalê bi pêşengtiya Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê daketa qadan û piştgirî dan Rojava. Ciwanan, wêneyên Colanî ku fermana dagirkirina Rojava û komkujiyên li dijî Kurdan daye şewitandin û bi dirûşmên xwe piştgirî dan gelê Rojava. 
 
Xelkê Xanesorê jî bi pêşengtiya jinên ciwan daket qadan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin û got ku ji bo seferberiyê amade ne. Piştre jî welatî bi konvoyeke wesayîtan li nava Xanesorê geriyan û banga tevlibûna berxwedana Rojava li her kesî kir. 
 
Ciwanên Êzidî, duh jî bi daxuyaniyê ragihandibûn ku ji bo seferberiya Rojava amade ne.