OHD'ê ji NY û KE'yê re name şand: HTŞ sûcê mirovahiyê dike

Parve bike:
WAN - OHDê diyar kir ku êrîşên li ser Rojava sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê û Yekîtiya Tabîban a Cîhanê re name şand. Hevseroka OHD'ê Ekin Yeter, anî ziman ku ev êrîşên hovane bi dawî nebin, dê têkoşîha hiqûqî mezintir bikin. 
 
Komên paramîlîter ên girêdayî Heyet Tahrir Şam (HTŞ) ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, di 6'ê Çile de êrîşî taxên kurdan ên Eşrefiye û Şêxmeqûd kirin. Komên paralîmiter li van taxan komkujî pêk anî. Di demek kin de ev êr3iş li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Komên girêdayî HTŞ'ê li herêma Şedatê ya Hesekê êrîşî girtîgehê kir û gelek endamên DAIŞê reviyan. Têkildarî geşedanên li Rojava û êrîşên li ser gel, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD), bang li saziyên navdewletî kir û xwest erka xwe pêk bînin. 
 
OHD'ê anî ziman ku qadên ku sivîl lê dijîn bi rêk û pêk dibin hedefa êrîşên komên paramîlîter. OHDê bang li Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê û Yekîtiya Tabîban a Cîhanê re name şand. Hevseroka OHD'ê Ekin Yeter, anî ziman ku ev êrîşên hovane bi dawî nebin, dê têkoşîha hiqûqî mezintir bikin. 
 
Ekîn Yeter, anî ziman ku pêvajoya li Rojava tê meşandin, li dijî çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin û wiha got:"Bêdengiya mekanizmayên navneteweyî şirîkatiya sûc e. Şerê li dijî gelê kurt, tenê bi Rojava ne bi sînor e. Polîtîkaya li ser Rojava ji polîtîkayên çar parçeyên din ne cudatir e. Niha li dijî tevahiya gelê Kurd şerek tê meandin. Pêvajoya li Rojava wekî pêvajoya li Tirkiyeyê ya Aştî û Civaka Demokratîk bû. Peymana 10ê Adarê îmze kirin. Li gorî vê peymanê diviya mû mafên kurdan ên zagonî bihata naskirin. Diviya bû ku mafên kurdan ên demokratîk bi destûra demokratîk bê mîsogerkirin." 
 
Ekîn Yeter da zanîn ku HTŞ li gorî peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD û HTŞ'ê de hat îmzekirin, tev negeriya û wiha berdewam kir: "Me dît ku rêveberhiya Sûriyeyê li gorî peymanê gav neavêt. Li gorî peymanê diviya bû mafên kurdan ên zagonî û civakî bi destûra bingehîn bihata mîsogerkirin. Ne tenê ji bo gelê kurd, diviya bû ji bo hemû gelên mafên wan ên demokratîk bihata parastin. Diviya bû ji bo hemû gelan entegrasyona demokratîk pêk bihata. Lê li gorî vê peymanê tev negeriyan. Li dijî vê yekê êrîşî durzî, elewî û baweriyên din kirin. Gelek welatî kuştin."  
 
Ekîn Yeter, destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava aşkere li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got: "Bi êrîşên li dijî Rojava sûcên şer dikin. Hiqûqa gerdûnî bînpê dikin. Ev binpêkirina mafan û sûcê şer e. Beyî ku mafên kurdan ên demokratîk û statuya kurdan nas bike êrîşî mafên wan dike. Kesên ku komkujiyên ku li dijî gelê kurd, durzî û elewiyan komkujiyê pêk tînin, ji hêzên navdewletî destekê digirin. Li gorî çapemeniya navneteweyî û Çapemeniya Azad a li Rojavayê 300 kes hatine dîl girtin. Di nava wan de jin û zarok hene. Kesên hatine binçavkirin aqûbeta wan nediyar e. Hêzên navdewletî bêdengiya xwe diparêzin. 
 
Ekîn Yeter, da zanîn ku li dijî van sûcên mirovan bêdeng neman û namînin û li dijî van sûcan ji Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê û Yekitiya Bijîşkan a Cîhanê re name şand. Hevseroka OHD'ê Ekîn Yeter, anî ziman ku ev êrîşên hovane bi dawî nebin, dê têkoşîha hiqûqî mezintir bikin. Ekîn Yeterê bang li hemû hiqûqnasan kir û xwest li dijî van sûcên mirovahiyê têkevin nava tegerê. 
 
MA / Zeynep Durgut