Rêveberên Rojava di eniyên berxwedanê de cih girtin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên Şamê di eniyên berxwedanê de cihê xwe girtin. 

Di demekê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin de pêşengên şoreşê jî di berxwedanê de cih ê xwe girt. Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîbor Hiso, Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî rext li xwe kir û di eniyên berxwedanê de cih girt. 
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ku “peymana teslîmbûnê” ya Şamê red kir, wêneyekê biçek parve kir.