Dema binçavkirinê ya rojnameger Oruç hate dirêjkirin

Parve bike:

ŞIRNEX - Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç şevê din li Cizîrê bi lêdanê hate binçavkirin. Dema binçavmayînê û astengkirina hevdîtina Oruç a bi parêzeran re ji bo 24 saetan hate dirêjkirin. 

 
Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç, dema duh li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Oruç, niha li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tê ragirtin. Dema binçavmayînê ya Oruç ji bo rojekê hate dirêjkirin. Hat zanîn ku di dosyaya Oruç de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan û biryara nepeniyê hatiye dayin. Parêzeran, li dijî biryara astengkirina hevdîtina bi parêzeran re îtîraz kir. 
 
DÎSK Basin-Îşê jî li ser hesabê xwe yê X’ê bertek nîşanî binçavkirina Oruç da û got: "Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç duh bi şev dema nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Nedîm Oruç, çend rojan beriya niha jî dema nûçe dişopand hatibû derbkirin û şopandina wî ya nûçeyan hatibû astengkirin. Em binçavkirina bi lêdanê ya kedkarên çapemeniyê şermezar dikin û diyar dikin ku ev rewş mudaxileyeke li mafê xwe gihandina nûçeyan a civakê ye. Binçavkirina rojnamegeran û astengkirina mafê xwegihandina nûçeyan a civakê nayê qebûlkirin. Divê rojnameger Nedîm Oruç demildest bê berdan!”