Malên Kurdên ji Helebê hatin derxistin tên talankirin, yên li mal jî tên revandin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên NY’ê, ji ber êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, 120 hezar kes bi darê zorê ji Helebê hatin derxistin. Her wiha malên wan hatin talankirin û Kurdên ji taxan derneketin jî tên revandin. 

 
Heyet Tehrî el Şamê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, di 6’ê Çileyê de dest bi êrişa li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê kir. Sûcên şer ên li dijî Kurd û Suryanên li van taxan dijîn berdewam in. Li gorî daneyên Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di dema êrişan de 120 hezar kes ji bajar hatin koçberkirin, malên wan hatin talankirin û malbatên Kurd ên ji Helebê dernakevin jî tên revandin. 
 
Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmê jî herî kêm 500 kes hatine revandin û tê gotin ku ev hejmar dibe ku gelek zêdetir be. Rêxistinan, da zanîn ku serkêşiya bûyerên talan û revandinê jî komên paramîlîter ên Hemzat, Emşat, Nûreddîn Zengî, Sûltan Mûrad ên girêdayî dewleta Tirk û HTŞ’ê ve tê kirin. 
 
WELATÎ TÊN REVANDIN Û MAL TÊN TALANKIRIN  
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê ku dispêre çavkaniyên herêmî; komeke welatiyên Kurd ên li taxa Eşrefiyê dijiya di serdegirtina malê de hate revandin û birin cihekî nediyar. 
 
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî talankirina mal û milkê xelkê bajar li gelek kolanên Şêxmeqsûd, bi taybet jî li Cadeya 20’an a nêzî Xaçerêya Şehîd Kolî, Cadeya Badîno, Cadeya 15'an û kolana li hemberî Buroya Îstîxbaratê ya Şekatoyê tê kirin. Har ragihandin ku komên paramîlîter dikevin dikanan û mobîlya, amûrên ceyranê û gelek alavên din talan dikin.
 
TENDURISTÎ Û CEYRAN TÊ ASTENGKIRIN  
 
Li gel êriş û talana li van taxan, pirsgirêka ceyran û tenduristiyê jî gihiştiye astekî cidî. Hat zanîn ku rojê tenê 2 saetan ceyran tê dayin û gelek navendên tenduristiyê jî hatine rûxandin.