Kaloyê Çapemeniya Azad dê sibe bê bibîranîn
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 12:44
- |
AMED - Kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakut dê sibe di salvegera 4'an a wefata xwe de li ser gora xwe were bibîranîn.
Belavkarê rojnameyên Çapemeniya Azad ên ku Mûsa Anter (Apê Musa) ji wan re digot “Generalên min ên biçûk” Yilmaz Yakut (Kalo), dê 4’emîn salvegera wefata xwe de sibe li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê bê bibîranîn. Merasîma bîranînê dê ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve sibê saet 14.00’an de bê lidarxistin.