Tirkiyeyê cara duyemîn bi SÎHA’yan êrişî Meskeneyê kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku SÎHA’ya bi tîpa Bayraktar a dewleta Tirk, cara duyemîn bajarokê Meskeneyê bombebaran kir. 

 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku SÎHA’yên Tirk ên bi tîpa Bayraktarê yên aydê dewleta Tirk, cara duyemîn bajarokê Meskenê yê Kantona Tebqayê bombebaran kir. 
 
Li gorî daxuyaniya HSD’ê ya li ser malpera ANHA’yê; di danê sibehê de jî dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrişî noqteyeke leşkerî ya li gundê El Bu'asî yê li gundewarê Tebqayê kir û di êrişê de çend şervan birîndar bûn.