Aborîzan Doguş: Biryara bacê ya Trump dibe ku 2.5 milyar dolar dahata Tirkiyeyê kêm bike

Parve bike:
ENQERE - Aborînas Îlhan Doguş diyar kir ku baca gumrikê ya ji sedî 25 a zêde ya ku ji hêla DYA'yê ve li ser welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin tê sepandin, dê bi qasî 2.5 milyar dolar dahata îxracatê li ser Tirkiyê kêm bike.
 
Xwepêşandanên li Îranê ji ber krîza aborî berdewam dikin. DYA, bi armanca zêdekirina zexta aborî li ser welatên ku bi Îranê re bazirganî dikin, ji sedî 25 bacên gumrikê ji bo welatên ku bi Îranê re bazirganî dikin sepand. Aborînas Îlhan Doguş, li ser vê biryarê ku dê bandoreke neyînî li ser Tirkiyeyê bike ku di sala 2024'an de qebareya bazirganiya wê bi Îranê re gihîştiye 5.6 milyar dolarî, nirxand û bi bîr xist ku Serokê DYA'yê Donald Trump jî di dema xwe ya yekem de bacên gumrikê yên pêvekî danîbû. Doguş destnîşan kir ku hin aborînas van bacên gumrikê ku bi giranî Çîn, Meksîka, Kanada û welatên Ewropî hedef digirin, wekî hewldaneke ji aliyê DYA'yê ve ji bo piştgiriya hilberîna navxweyî şîrove dikin. Doguş got: "Na, armanca DYA'yê di demeke kurt de ji nû ve pîşesazî nîne. Ji ber ku DYA bi rastî bi îtxalkirinê li hundir heqan tepeser dikir."
 
Doguş diyar kir ku DYA ku bi pereyê xwe, dolar, bazirganiyê dike, ne di bin rîska rêjeya danûstandinê de ye û ji ber vê yekê mîna welatên din bi pirsgirêka zêdebûna rêjeya danûstandinê re rû bi rû nîne. Doguş got: "Ji ber vê yekê, DYA dikare bi qasî ku bixwaze îtxal bike û ev itxalat heya ku bı köri tepeserkırına bazirganiya çîna karkeran a DYA'yê bike dê bidome." 
 
Doguş diyar kir ku zêdekirina baca gumrikê li gorî zîhniyeteke aborî nîne û bi bîr xist ku DYA li pey hev baca gumrikê ya li ser Çînê bi rêjeyaji sedî 200,jisedî 25 û ji sedî 130 zêde kiriye û got: "Ji ber vê yekê, siyaseteke bazirganî û piştgiriya pîşesaziya navxweyî ya bi vî rengî nayê qebûlkirin. Wekî din, hesabkirina rêjeyên ku rojane diguherin li gorî zîhniyeteke aborî nîne. Ji ber vê yekê, min gotibû ku Trump van bacên gumrikê wekî amûreke bi kar aniye da ku hêza xwe ya danûstandinê di danûstandinên bi welatan re ên li derveyî mijarên aborî de zêde bike. Bi rastî, piştî ku tiştê ku dixwest bi Japonya û welatên din re bi dest bixe, got, 'Baş e, ez baca gumrikê kêm dikim.' Çîn jî di nav de."
 
Doguş diyar kir ku DYA van bacên zêde ji bo xurtkirina pêvajoya xwe ya tenêhiştina Îranê bi kar tîne û van bacên wekî kozekê li dijî welatên ku bi Îranê re bazirganî dikin bi kar tîne û gumanên xwe yên li ser bandora wan anî ziman.
 
DÊ BANDOREKE ÇAWA LI TIRKIYEYÊ BIKE?
 
Doguş bi bîr xist ku Tirkiye ji sedî 40'ê gaza xwezayî ji Rûsyayê, ji sedî 20'ê wê ji Azerbaycanê û ji sedî 10'ê wê jî ji Îranê îtxal dike û got: "Ji ber vê yekê, Îran beşeke hindik a îtxalkirina gaza xwezayî nîne. Ger Tirkiye teslîmî vê gefê bibe û bazirganiya xwe bi Îranê re qut bike, ew ê neçar bimîne ku vê ji sedî 10'ê îtxalkirina gaza xwezayî ji welatekî din bi dest bixe. Gelo ew ê karibe vê yekê bi qasî ku niha ji Îranê dike erzan bike? Ev cihê pirsê ye. Xaleke din jî ev e ku ger ew hewl bide ji Azerbaycan an Rûsyayê bikire, Azerbaycan û Rûsya, dizanin ku Tirkiye di rewşeke dijwar de ye, dibe ku ji bihayê ku ew dide Îranê bihayeke bilindtir peyda bike. Ji ber ku wê demê hêza danûstandinê ya Tirkiyeyê dê bi girîngî kêm bibe."
 
Trump'ın kararıyla Türkiye'nin yaşayacağı olası kayba işaret eden Döğüş, şöyle devam etti: "Bu ihracat gelir kaybı yaklaşık 2,5 milyar dolar olacak. Çünkü İran'a yapılan ihracat miktarı budur. Bunu yapamadığınız zaman cari açığınız artacak. Çünkü ihracatınız düşüyor ve cari açığın artmasının Türkiye ekonomisi üzerinde bazı olumsuz etkileri var. Bunu telafi edecek alternatifler bulmak zorunda.  Bu kadar malı satacağınız Türkiye ve İran kadar büyük başka ekonomi var mı? Şuan için bunun olduğunu düşünmüyorum." 
 
Doguş bal kişand ser ziyanên muhtemel ên ku Tirkiye dê ji ber biryara Trump bi wan re rû bi rû bimîne û got ku baca gumrikê ya ji sedî 25 a zêde ya ku ji hêla DYA'yê ve li ser welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin tê sepandin, dê bi qasî 2.5 milyar dolar dahata îxracatê li ser Tirkiyê kêm bike.
 
MA / Omer Gungor