Rojnameger Bêrîtan Xalid: Yên li Helebê bi ser ketin berxwedêr bûn

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Xalidê êrişên li ser Helebê nirxand û got: "Yên ku bi ser ketin û serkeftina xwe îlan kirin, gelên ku heta kêliya dawî vîna berxwedanê nîşan dane, bûn."
 
Di êrişên ku komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dan destpêkirin de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan welatî jî birîndar bûn. Di êrişên deh hezaran komên çekdar ên paramîlîter ên bi piştgiriya Tirkiyeyê de, her du tax bi tank, top, roket û SÎHA’yan ve hatin bombekirin. Nexweşxaneya Osman û Nexweşxaneya Xalid Fecr jî di nav de, gelek jîngehên sivîl bûn hedefa êrişan.
 
'ARMANCA WAN TÊKBIRINA SÎSTEMA XWESERIYA GEL BÛ'
 
Rojnameger Bêrîtan Xalid a ku êrişên li Helebê dişopîne, diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê ya 50 salî ku bi polîtîkayên zext û zulmê berdewam dikir, hêviyên nû di nava gelan de geş bûn. Bêrîtan Xalidê anî ziman ku bi hatina HTŞ’ê re hêviyên gel şikestin û ev tişt got: "Tişta ku berê jiyanbûn, bi aweykî girantir jiyan. Mînaka herî dawî ya vê yekê jî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn."
 
Bêrîtan Xalidê bi bîr xist ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka serhildana Sûriyeyê ve her dem bûne hedefa gelek komên çekdar û wiha pê de çû: "Ev her du tax li hember tu desthilat û komekê serî netewandin. HTŞ’ê jî ji roja ku hatî ve çav bera her du taxên Kurdan da. Ji ber ku xwestin sîstema xweseriya gel a ku li van taxan ketiye meriyetê, tune bikin."
 
'YÊ BI SER KETÎ, VÎNA BERXWEDANÊ BÛ'
 
Bêrîtan Xalidê anî ziman ku deh hezaran hêzên paramîlîter ên girêdayî HTŞ’ê û bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişî her du taxên Kurdan kirin û got: "Êrişên hatin kirin êrişên cîhadîstan bûn. Van komên girêdayî Tirkiyeyê li dijî taxên Kurdan polîtîkaya qirkirin û hovitiyê sepandîn. Tişta ku anîn serê Durzî û Elewiyan, xwestin li taxên Kurdan jî bikin. Xwestin qirkirinê pêk bînin. Êrîşî nirxên gelê Kurd kirin. Êrîşî cenazeyan kirin. Tevî van hemû êrîşan jî nekarîn taxên Kurdan teslîm bigirin. Li wir yên bi ser ketin û serkeftina xwe îlan kirin, gelên ku heta kêliya dawî vîna berxwedanê nîşan dane bûn."
 
Bêrîtan Xalidê da zanîn ku bi êrişên li ser taxên Kurdan xwestine gel ji wir derxin û nexşeya Sûriyeyê li gorî daxwazên HTŞ’ê were sêwirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî peymana 1’ê Nîsanê tevnegeriyan. Dewletên derve ji bo li ser axa Sûriyeyê kaos bidome pişgtgirî dan hikumeta Şamê  û ji ber vê yekê li gorî xalên vê peymanê tevnegeriyan."
 
'GEL, QEHREMAN BI COŞ PÊŞWAZÎ KIRIN'
 
Berîtan Xalidê diyar kir ku piştî ragihandina agirbestê, birîndarên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji herêmê hatine derxistin û got: "Bi agirbestê re êrişên li ser taxên Kurdan hatin sekinandin. Birîndarên li wan taxan ji wir hatin derxistin û anîn bajarên wekî Reqa, Hesekê û Qamişlo. Gelê me yê li vir ew wekî qehremanan pêşwazî kirin û hembêz kirin. Tedawiya birîndaran berdewam dike."
 
Bêrîtan Xalidê bal kişand ser revandina endamên Heyva Sor a Kurd ku ji bo birîndaran bigirin çûbûn herêmê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li tu dera cîhanê û di tu hiqûqa navneteweyî de nehatiye dîtin ku mudaxileyê xebatkarên tenduristiyê hatibe kirin. Lê li Helebê xebatkarên Heyva Sor a Kurd hatin dîlgirtin. Divê tavilê xebatkarên tenduristiyê werin berdan."
 
MA / Omer Akin