Jin: Em ê her roj dakevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedanê

Parve bike:
BEDLÎS - Jinên Bedlîsî bal kişandin ser êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê û diyar kirin ew ê li dijî êrişan rawestin û gotin: "Wekî jin, em ê her roj derkevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedana hevalên xwe yên jin."
 
Jinên Bedlîsî bertek nîşanî êriş û komkujiyên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Helebê yên Sêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd pêk tên, dan. Jinan anî ziman ku heya sax bin, ew ê pişgiriyê bidin Rojava.
 
Emine Dikmen Irgatê, bang li Kurdan kir ku yekitiya xwe ava bikin û ev tişt got: "Em van êrişan tu carî qebûl nakin. Ev êriş berdewamiya polîtîkayên qirkirinê ne ku li ser gelê Kurd têne kirin. Dixwazin Rojava bifetisînin. Em ê Rojava nedin. Hebûna Rojava, encama têkoşîna hebûna Kurdan a li her çar parçeyan e. Heya em nefesê dawîn, em ê piştgiriyê bidin Rojava. Têkoşîneke me ya 50 salan heye. Divê em li hemberî vê serî netewînin."
 
'DIXWAZIN HÊVIYÊN KU OCALAN GEŞ KIRINE BIŞKÎNIN'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nûrdan Îlbasanê jî diyar kir ku ev êriş ne yên herî dawî ne û li dijî vê yekê ew her sal têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin dikin. Nûrdan İlbasanê destnîşan kir ku bi van êrişan dixwazin hêviyên ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geş bûne bişkînin û wiha axivî: "Komek heye ku dixwaze vê pêvajoyê sabote bike. Em wekî gel, bi gelê xwe re ne. Armanca van êrişan xerakirina yekitiya me ya li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Êriş ne nû ne, lê têkoşîna me ya rêxistinkirî û hêza me ya TJA’yê dê van êrişan têk bibe. Em ê li ber xwe bidin û berxwedana wan mezin bikin. Gelê Rojava tu carî ne bi tenê ye. Jin dê her roj li qadan bin û piştgiriyê bidin berxwedana hevalên xwe."
 
BANGA JI BO YEKITIYÊ
 
Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Bedlîsê Fatma Yalçin jî bertek nîşanî polîtîkayên dewletê da û got: "Ev dewlet rojekê dibêje 'em ê aşitiyê pêk bînin', roja din dibînî ku êriş pêk aniye. Serkeftinekî bi vî rengî nabe. Em azadiyê dixwazin."
 
Dayika Aştiyê Senayet Ata jî wiha got: "Em êrişên li Heleb û Rojava yên li ser Kurdan qebûl nakin. Êriş û heqareta li wan hatî kirin, li tevahiya gelê Kurd hatî kirin. Em van êrişan êdî qebûl nakin. Me pêvajoya aştiyê ji bo ku kes nemire û rewşên wiha neqewimin xwest. Êrişên li Helebê ne tiştên wisa ne ku mirovekî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' qebûl bike. Ji roja ku me êrişên li ser gelê xwe dîtine, xew neketiye çavên me."
 
Meryem Korkmazê jî wiha got: "Em sibehekî dîsa bi êrişan hişyar bûn. Em van êriş û komkujiyan şermezar dikin. Axlaq û usûlekî şer heye. Em van komkujiyên ku di serî de jin û zarokan dikin hedef, şermezar dikin. Divê dev ji piştgiriya qatilan berdin. Em wekî Dayikên Aştiyê her dem alîgirê aştiyê bûn û em ê her berdewam bin."
 
'TENÊ EM DIKARIN VÊ ZILMÊ RAWESTÎNIN'
 
Hayîlas Keserciyê jî anî ziman ku ew êrişan qebûl nakin û got: "Serê me her dem bilind bû, dê her wisa be. Banga me ji bo gelê Kurd ev e; demildest bibin yek. Em dikarin bi hev re vê zilmê rawestînin. Em ne berxên ber kêrê ne. Aştî bi carekê nabe. Banga me ji bo siyasetmedarên me jî ev e; siyaseta xwe hîn xurttir bikin. Ger em bibin yek, kes nikare me tune bike."
 
MA / Ceylan Şahînlî