Parêzer Demîr: Divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin

Parve bike:
WAN -  Parêzer Cemal Demîr bal kişand ser biryara DMME'yê ya der heqê binpêkirina "mafê hêviyê" de û got: "Ji bo serketina vê pêvajoyê rakirina tecrîdê têr nake divê azadiya fîzîkî jî bê misogerkirin."
 
Rexmê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 2014'an, ku di raya giştî de wekî "mafê hêviyê" tê zanîn, ev maf hîn jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye bi cih anîn. Abdullah Ocalan ji sala 1999'an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdekî giran de ye. Hîn jî destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi rêkûpêk bi parêzerên xwe an raya giştî re hevdîtin bike. 
 
Parezer Cemal Demîr ê ku yek ji parêzerên Abdullah Ocalan e û di navbera salên 2009 û 2011'an de pênc caran pê re hevdîtin kiriye û piştî "operasyonên KCK"ê yên 2011'an hatiye girtin, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, sedema bicîneanîna mafê hêviyê nirxand. 
 
Demîr, diyar kir ku bi girtina Abdullah Ocalan û piştî birina wî ya Îmraliyê girav veguheriye qadekî tecrîdê ya fiîlî û got ku Girava Îmraliyê di dîrokê de wekî cihekî taybet ji bo girtiyên siyasî hatiye bikaranîn û ev tişt got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku sala di 1999'an de hate girtin birin Îmraliyê. Grava Îmraliyê giravekî tecrîdê bû. Girtiyên siyasî dibirin wir. Em dizanin di sala 1950-1960'an de çêbû wexta ku darbeyek çêbû Serokwezîrê dewleta Tirk tevî çend wezîran li wir hatin ragirtin. Yilmaz Guney di wê girtîgehê de hatiye ragirtin. Çend kesên wiha navdar li wir hatine girtin û piştre jî ji bo Serok dizayn kirin û Serok birin wê derê."
 
 
'HER TIŞT DIDÎT, DIZANIYA'
 
Demîr, diyar kir ku piştî salên 2009 û 2011'an hemû hevdîtinên Abdullah Ocalan ê bi parêzeran re hatin qutkirin û wiha pê de çû: "Min pênc caran bi serokatî re hevdîtin kir. Wê demê Serok rojava çar perçeyên Kurdistanê û geşedanên cîhanê dinirxand. Helbet wê demê Serok zêde agahî nestandin. Rojname heftê carekî yan jî deh caran carekî li ser hevdû kom dikir parêzeran jê re dibirin. Serok ji agahiyên rojane bêpar dima. Lê di her hevdîtinekî de wekî ku Serok hemû geşedanan dibîne û dizene serwext bû. Agahiyên çar perçeyên Kurdistanê, rojava cîhanê, geşedanên ku li cîhanê diqewimin me bi Serok re parve dikir û piştre wî 40-50'î deqîqe nirxandinên xwe dikir."
 
Demîr bibîr xist ku di sala 2011'an de hevdîtinên Abdullah Ocalan bi parêzeran re bi tevahî hatiye astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji xwe di sala 2011'an de astengî derxistin û 27'ê Tîrmehê hevdîtina parêzeran a bi Serokatiyê re ya dawî bû. Di 27'ê Tîrmehê de hevdîtinên parêzeran hatin qedexekirin û di 27'ê mijdarê de jî operasyona KCK'ê çêbû û hemû parêzerên Serok hatin girtin. Em jî di nav de hebûn. Em demekî di girtîgeha Kandira ya Stenbolê de man."  
 
'TECRÎD DIDOME'
 
Demîr rave kir ku astengiya hevdîtinan binpêkirina maf e û got: "Ev salek e ku pêvajoya, 'Aştî û Civaka Demokratîk' destpêkiriye tenê du caran parêzerên Serok çûne pê re hevdîtin kirine. Malbata wî jî sê caran wisa çûye pê re hevdîtin kiriye. Her çiqas pêvajo destpêkirî be jî tecrit hê berdewam dike."
 
'MAFÊ PARÊZERIYÊ TU CAR BIKAR NEANÎ'
 
Demîr destnîşan kir ku li Îmraliyê rejîma înfazê cuda ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek kesan anî ziman, gelek kesan nirxandin Girava Îmraliyê bi tena serê xwe tecrîd e. Zindana ku Girava Îmraliyê hatiye çêkirin bi taybet hatiye çêkirin, qanûnên înfazê yê wê derê cuda ne, rêveberiya wê derê cuda ye. Ew der cihekî taybete û ne wekî girtîgehên din ê Tirkiyeyê ne. Helbet gelek girtîgehan de tecrît heye, mafê girtiyan tê binpêkirin. Lêbelê Girava Îmraliyê taybet e û cuda ye. Sero wekî her girtîyekî tu caran mafê xwe yê parêzer bi rêkûpêk bikar neanye. Mafê girtiyan di qanûnan de berfireh hatiye nivîsandin, lêbelê di Girava Îmraliyê de ev tu caran nehatine bikaranîn. Divê Serok karibe bi her kesê re hevdîtinan bike, rakirina tecrîdê têr nake divê azadiya fîzîkî bê misogerkirin."
 
'10 SALIN GAVEKÎ ŞENBER NA AVÊJIN'
 
 Demîr bal kişand li ser biryara DMME'yê û got ku Tirkiye hem qanûnên xwe û hem jî qanûn û biryarên navnetewî binpê dike û got: "Niha di qanûna dewleta tirk de cezayê heta mirinê heye. Wexta ku cezayê mirinê di sala 2000'an de ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan ve hatiye rakirin, qanûn hatin guhertin. Komîteya Wezirên Ewropa hişyarî dan dewleta Tirk û dem dane dewleta Tirk. Lêbelê qasî ku xuya dike ew jî ne bi bandor in. Lewra li ser vê biryarê 10 sal derbas bûn, lêbelê hêj dewleta Tirk gavekî şenber neavêtiye û di qanûnên xwe de guhertin çênekeriye. Ji bo ku ev biryar pêk bê divê ku dewleta Tirk qanûnên xwe biguherîne." 
 
'DEWLET PÊVAJOYÊ DIRÊJ DIKE'
 
Demîr, anî ziman ku ji bo cîbicîkirina "mafê hêviyê" verastkirina qanûnî pêwîst e û wiha berdewam kir: "Bahçelî jî di axaftina xwe de got,'bila rêxistina xwe fesix bike û ji mafê hêviyê sûd werbigire û were parlamentoyê' ev tê çi wateyê ev tê wateyê ku êdî dema azadiya fizîkî ya Serok hatiye. Rêberê Gelê Kurd çiqas hewl dide ku vê pêvajoyê bi ser bixe lê dewleta Tirk pêvajoyê dirêj dike. Ev helwest Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dixetimîne." 
 
'EV ZIMAN NE ZIMANÊ AŞTIYÊ YE'
 
Demîr, diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoyê dixetimîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev ziman ne zimanê aştiyê ye, ev zimanê şer, zimanê qirêj hêj didome. Ev jî dilsoziya wan a li dijî pêvajoyê nîşan dide. Helwesta dewleta Tirk pir bi xeter e. Rojava heqîqetek e, ev êriş dibin sedem ku nîqaşên neyînî li ser pêvajoyê bên kirin." 
 
MA / Zeynep Durgut