ANTALYA - Di doza Vedat Kurt de ku ji ber meaşê xwe xwest kardêr û xebatkaran sê rojan li ser hev diranên wî kişandin û îşkence lê kirin, li 4 sûcdaran 7 sal ceza hat birîn.
Li Antalyayê Vedat Kûrt ê 22 salî ku dema doza meaşê xwe kiribû, ji aliyê kardêr û xebatkaran ve li depoya cihê kar 3 rojan li ser hev bi kursiyekê ve hatibû girand û diranên wî hatibûn kişandin û kêzik pê dabûn xwarin. Doza îro bi dawî bû. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Antalyayê hat lidarxistin. Sûcdar Serkan Tumuç ku ji ber dosyeyeke din girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişîna biryardayînê bû û sûcdar Ahmet Tahtaci, Osman Toktaş û Adem Alici yên der barê wan de kontrola edlî didome, li hêwana danişînê amade bûn.
Di danişînê de meqama îdiayê mütalaaya xwe ya der barê esasê de berpêş kir. Di mutalaayê de hat diyarkirin ku li gor dîmenên îşkenceyê yên di telefona Serkan Tumuç de, sûcdaran bi benekî qalind û çoyekî mexdûr derb kirine û ev yek sabît e. Di mutalaayê de hat xwestin ku sûcdara bi sûcê "tahde û gefxwarinê û binpêkirina azadiyê" bên cezakirin.
Serkan Tumuç li dijî mutalaayê derket û sûcê xwe qbeûl nekir. Tumuç parast ku îfadeya ku wî berê sûcê xwe qebûl kiriye red kir û got Ahmet Tahtaci û Osman Toktaş jê re gotine "Tu sûc bigire ser xwe. Kar û barê me heye. Em ê li te miqate bin" û derpêş kir ku ji ber vê îfadeya berê îmze kiriye û got: "Ez van sûcan qebûl nakim. Min tu tişt bi VEdat Kûrt nekiriye. Li wir her sê bersûcên din li Vedat Kûrt xistin. Dibe ku min wêne kişandibe. Ev tam nayê bîra min. Ez beraeta xwe dixwazim.
Mexdûr Vedat Kûrt jî xwest biryareke biedalet bê dayîn û got: "Ez edaletê dixwazim."
Piştî parastinan dadgehê, bi sûcê navborî li Ahmet Tahtaci, Osman Toktaş, Serkan Tumuç û Adem Alici 7 sal ceza birî.
