AMED – Malbata endama YJA-STAR'ê Rojbîn Sonmez ku li herêma Qendîlê jiyana xwe ji dest da, ji bo keça xwe li Amedê mewlûd da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di 4'ê Kanûnê de ragihandibû ku endama YJA-STAR'ê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) di 31'ê Cotmeha 2025'an de li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye. Malbata Rojbîn Sonmezê û MEBYA-DER'a Amedê li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêzan a Amedê ji bo Rojbîn Sonmezê bi bîr bînin mewlûd da. Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.
Di bernameya bîranînê de ku mewlûd lê hate xwendin ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda çerxa şoreşê hat berzkirin. Paşê jî girseyê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kir. Bi dû re sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Rojbîn Sonmezê dikir hat nîşandan.
Piştî sînevîzyonê bernameya bîranînê bi dawî bû.
