STENBOL – Di çarçoveya lêpirsîna HDK'ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.
Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" doz li hunermend Pinar Aydinlarê hatibû vekirin. Danişîna biryardayînê ya dozê hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Di dnaişînê de Pinar Aydinlar û parêzerê wê amade bûn. Her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî danişînê bûn.
Pinar Aydinlarê xwest ku biryara tedbîra kontrola edlî ya der barê wê de bê rakirin û doza beraetê kir.
Piştî parastinan dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlarê birî.
