ENQERE - Di çarçoveya xebatên Komîsyona Meclisê de, dê partî raporên xwe yên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de berpêşî Serokatiya Meclisê bikin. Tê payin ku DEM Partî di nava rojê de rapora xwe teslîm bike.
Xebatên komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin ber bi dawiyê ve diçin. Komîsyon, herî dawî di 4'ê Kanûnê de kom bû û hûrguliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ragihand endaman. Bi vî awayî asta guhdarîkirinê ya komîsyonê temam bû. Partiyên siyasî jî sê raporên xwe yên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de teslîmî Sekreteriyaya Giştî ya Meclisê bikin. Li gor agahiyên bi dest ketin, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rapora xwe temam kiriye û dê piştî nîvro teslîmî Serokatiya Meclisê bike.
Tê payin ku rapor ji aliyê Koordînatora Komîsyonê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtî ve bê teslîmkirin.
Tdê diyarkirin ku partiyên din jî dê di nava rojê de raporên xwe teslîmî Sekreteriyaya Giştî ya Meclisê bikin.
