ŞIRNEX – Danişîna doza Yildirim ên birayên hev ku li Silopiyê polîsan bi panzêrê ew kuştibûn bi biryara “kifşa cihê bûyerê” hat taloqkirin. Tuncay Taşdemîr ê ku wek fermana bûyerê daye tê nasîn Midurê Polîsan ên Navçeyê sûcdar kir.
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopî ya Şirnexê di 3’ê gulana 2017’an de polîsan panzêr li malekê qeliband û Muhamed (7) û Furkan (6) Yildirim ên birayê hev kuşt. Derbarê ajokarê panzêrê Omer Yigît û polîsê wî peywîrdar kiriye Murat Maden doz hatibû vekirin û danişîna dozê didome. Bi sûcdariya “Ji kesek zêdet biqisûr mirov kuştin” ji her yekê re 15 sal ceza tê xwestin. Danişîna 4’emîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin.
Omer Yigît ji danişîna ewil ve hat berdan û tev li vê danişînê nebû. Murat Maden ê polîs ku tê darizandin di danişînê de amade bû.
Bavê zarokan Mesût Yildirim, parêzerên Baroya Şirnexê û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêveberên HDP’ê û DBP’ê dozê şopandin.
Polîs Tuncay Taşdemîr ê ku fermana bûyerê daye tê nasîn di parastina xwe de gelek hûrguliyan got û diyar kir ku Midûrê Polîsan ê Silopî Selçûk Erdogan ji îmzekirina evrakên derbarê bûyerê de direve û midur sûcdar kir.
Parêzera jî parastina malbata Yildirim kir û xwestin bersûc girtî bên darizandin.
Piştî navberdayîna danişînê heyeta dadgehê biryar da ku di 19’ê îlonê de heta ku 3 caran jî kifşa cihê bûyerê nehatiye kirin, bê kirin. Dadgehê daxwaza girtina bersûcan bi hinceta ku kontrola xwe ya edlî pêk tînin red kir û danişînê taloqî 25’ê cotmehê kir.