NAVENDA NÛÇEYAN - PYD’ê bi munasebeta salvegera hilweşandina rejîma Baasê daxuyanî weşand û got: "Avakirina Sûriyeyeke nû bi pejirandina demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e."
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera yekemîn a hilweşandina rejîma Baasê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku welatiyên Sûrîyeyê salek berê rejîma Baasê hilweşandin û bi vî awayî dawî li serdemeke dirêj a despotîzmê anîn.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Beriya salekê Sûriyeyan bi rûxandina rejîma Baasê rûpeke dirêj a despotîzmê tewand. Rejîma Baaê bi dehên salan kontrola ewlehiyê û nêzîkatiyek nijadperest ku ti netewe, ol an mezheb temsîl nedikir, dikir. Ev rejîm desthilatdar ji bo xizmeta komek taybet û berjewendiyên hin welatan kar dikir. Dûrî îrade û armancên gelê Sûriyeyê bû. Desthilatdariyek olîgarşîk bû ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bindest dikir.
Hilweşîna wê rejîmê encama têkoşîna gelê Sûriyeyê û berdêlên mezin e ku gelê wê bi salan danî. Lê ev hilweşîna ji nişka ve ji ber peymanên navneteweyî yên li pişt deriyên girtî pêk hat. Ev yek di navbera îradeya rastîn a gel ya ji bo hilweşandina zordariyê û lihevkirnên navneteweyî de çêbû ku kêliya dawî ya hilweşîna wê diyar kirin.
Rûxandina rejîmê derî li pêşiya qonaxeke veguhêz vekir. Diviyabû ev qonax li gorî pêdiviya dîrokî ya ji bo guhertinê, rê li ber avakirina komareke demokratîk û civakeke demokratîk vekiriba, nemaze di demekê de ku kapîtalîzma modern û teşeya dewlet-netewe gihaşt astekê ku gefê li siberoja tevahiya mirovahiyê dixwin.
Tevî berdêlên mezin ku Sûriyeyan di rêya azadiyê de dane, lê par tu guhertinên ku dihatin xwestin çênebûn. Berevajî vê yekê şêwazên nû yên rêveberiyê derketin pêş ku hişmendiya despotîk a Baasê bi rûyên cuda mîna kiryarên hikuemta veguhêz a Şamê ji nû ve hilbirand.
Di wextek de ku her kes li benda sepandina ewlehiyê û avakirina baweriyê bû, Sûriyeyî bûn şahidên komkujiyên ku li peravê û başûrê li dijî civakên Elewî û Durziyan hatine kirin. Her wiha bûn şahidên êrişên li ser Şehba û Bendava Tişrînê. Li gelek herêmên din binpêkirin û gefxwarin jî dewam dikin. Li gel êrişan jî gotinên kîndarî û nîjadperestiyê di navbera pêkhateyan de dewam dikin. Rewşa aborî jî têk diçe ku bi bi mîlyonan kes ber bi birçîbûn û xizaniyê ve birin. Li aliyekî din, li gel berdewama dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê jî doza koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hîna bê çareserî ye.
Ji kongreyan, danezana destûrî, avakirina hikumetê û hilbijartinên parlamentoyê, gavên ku desthilata veguhêz avêtine, di çarçoveya paşguhkirina Sûriyeyan de û bêyî beşdarkirina berfireh a gel pêk hatin.
Helwesta me zelal e; divê tevahî Sûriyeyî bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî pêvajoya veguhêz û avakirina Sûriyeyê bibin. Divê kar gorî rêgezên nîştimanî û dûrî berjewendiyên navneteweyî û herêmî bêne kirin û ji bo xizmetkirina berjewendiyên bilind ên Sûriyeyê be. Welatê me êdî tundî û şeran tehemul nake. Ronesans tenê bi muzakereyên demokratîk û sûdwergirtina ji pirrengiya neteweyî, olî û mezhebî pêkan e.
Ezmûnê îspat kiriye ku modela dewleta neteweyî ya navendî bê kêr e, ji ber bûye modelek ku gefê li her kesî dixwe. Divê rewatiya rastîn bi rêya temsîliyeta rastîn a hemû Sûriyayan were avakirin. Lê desthilatdarên heyî nekarî vê bike.
Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi prensîbên xwe yên damezrandî yên beşdariya gel, nenavendîbûna demokratîk û temsîliyeta komên cihêreng, modelek pratîkî temsîl dike ku dikare di çareseriyek berfireh a krîza Sûriyeyê de were avakirin.
Ji ber berpirsiyariya me ya li hember pêşeroja welatê me, em piştrast dikin ku avakirina Sûriyeyek nû tenê bi pejirandina projeyeke li ser bingeha prensîbên demokrasî û nenavendîtî dê were bidestxistin. Ev yek dê beşdariya hemû Sûriyeyan di rêvebirina karûbarên xwe de misoger be û cihêrengiya neteweyî, olî û çandî ya welatê me nîşan bide. Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî çarçoveya yekane ye ku dikare dawî li zordariyê bîne, pêşî li vejîna wê bigire, yekparbûna Sûriyeyê biparêze û li hemû herêman bê cudahî edalet, wekhevî û pêşketinê bi dest bixe.
Ji ber vê yekê, em pabendbûna xwe ya bi çareseriya siyasî, diyaloga neteweyî ya berfireh û pabendbûna bi biryarên 2254 û 2799 ên navneteweyî ji nû ve piştrast dikin. Her wiha em piştgiriyê didin Peymana 10’ê Adarê û wekî gaveke bingehîn ber bi avakirina komareke demokratîk û civateke demokratîk a hêjayî qurbanî û dîroka gelê Sûriyeyê ve dibînin."
