ENQERE - Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol ku sê caran xwîn çûbû ser mêjiyê wî, didome.
Rojnamevan Huseyîn Aykol ku di 14'ê Tîrmehê de li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê, tedawiya wî didome. Tedawiya Aykol li beşa çavdêriya awarte bi antîbiyotîkan didome. Bijîşkan diyar kirin ku wan di elektrolîtên Aykol de xirabûn tesbît kirine.
