Li Sûriyeyê rewş diguhere

  • rojane
  • 12:51 12 Tîrmeh 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Sûriyeyê 7 sal in şerê navxweyî diqewime. Piştî ku Reqa ji DAIŞ’ê hat rizgakirin her çiqas bendewariya dê pêvajoya li Sûriyeyê dawî bibe hebû jî, hêzên hundirîn û derve bi pêngavan rewşek germtir derxistin holê. 
 
Li Sûriyeyê ji 2011’an ve şerê navxweyî diqewime. Aktorên mîna DYA, Rûsya, Îsraîl, Îngîltere, Fransa Tirkiye û Îran li ser axa Sûriyeyê di dewrê de ne. DYA û Rûsya li hev kirin û di çarçoveya li hev kirine de hêzên rejîma Sûriyeyê û komên girêdayî wê yên çekdar ber bi sînorên Urdun û Îsraîlê ve dest bi paqijiyê kirin. 
 
Niha li Dera û Kuneytra operasyon tê birêve birin. Bi salan e li van herêman Heyet Tahrîr El Şam (El Nusra) ku Tirkiyeyê desteka wan dikir bi bandor bû. 
 
ENIYA BAŞÛR DEST BI TEVGERÊ KIR 
 
Îranê li herêmê hemû hêzên xwe vekişandin. Bi vê vekişandinê re bi desteka Rûsyayê hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Dera û derdora wê dest bi operasyonê kirin û ev hêrêm ket bin kontrola wan. Îsraîl jî tev li peymanê bû û li herêmê hem bandora Îranê û hem jî bandora Tirkiyeyê şikest. 
 
Bi vekişandina Îranê re ji aliyekî ve sînorên Îsraîlê tên mîsogerkirin û li aliyê din jî ji destpêka şer ve hêzên ku Tirkiyeyê desteka wan dikir, bi awayek teslîmî dest bi vekişîna Idlibê kir. 
 
TIRKIYE BANDORA XWE WINDA DIKE 
 
Di çarçoveya pêşketinên li Sûriyeyê de li tevahiya Sûriyeyê komên girêdayî Tirkiyeyê yek bi yek bê bandor dimînin û ev yek bandorek neyînî li ser polîtîkaya Tirkiyeyê li Sûriyeyê dike. 
 
PIŞTÎ BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ DORA IDLIB Û DERDORA WÊ YE 
 
Di çarçoveya peymana başûrê welêt de piştî Derayê çav li ser Kuneytrayê ne. Piştî ev enî temam bibe, di hedefê de herêma ji Cerablûsê heta Idlibê ya di bin kontrola Tirkiyeyê de heye. Hat zanîn ku ji niha ve Tirkiye ji bo vê herêma tê gotin ku dê di hedefê de be amadekariya leşkerî dike. Li başûrê Idlibê li hin deveran di navbera komên di bin banê Tirkiyeyê û hêzên rejîmê de pevçûn derdikevin. 
 
HETA EFRÎNÊ DÊ DIRÊJ BIBE 
 
Muhtemala şerek li vê herêmê biqewime dibe ku peymana Astana ya di navbera Rûsya, Îran û Sûriyeyê de xera bibe. Dê ev rewş bandorê li ser Efrînê jî bike. Heke li vê herêmê pevçûn dijwar bibin, tê gotin ku dê Rûsya destûra bikaranîna qada hewayî ya daye Tirkiyeyê betal bike. 
 
Wê ev gavên li vê herêmê bên avêtin ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di warê pêşketinên baş de bin. Ji bo Efrînê paş de bigire dê fersendek bê pêşkêşkirin. Heke ev pêşketin bên lidarxistin, dê QSD tenê bi Efrînê û derdora wê re bi sînor nemîne bajarên li herêma Şehbayê jî ji komên selefi yên girêdayî Tirkiyeyê rizgar bike û bikeve destên wan. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye
09:12 Qirêjkirina robar welatiyên taxan û kesên tên betlanê dixe nava fikaran
09:11 Karkerên ku ji komirê reş bûne dê tu carî komkujiya Soma ji bîr nekin
09:10 Firmaya taşaron jî tev li greva karkeran bû
09:09 Gergerlîoglu yê HDP’î: Hêj serdemek wisa nejiyaye
09:08 Cejna Evvel Temmuz 4 hezar salin bê navber didome
09:07 Malbata koçer 20 salin bi şîr debarê dike
09:07 Pergala nû neqeba wekheviya navbera jin û mêr kûrtir dike
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN
15/07/2018
22:07 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê derdikeve pêşberî dadgehê
21:00 Helbestvan Rêdûr Dîjle bi xwînerê xwe re hat cem hev
19:42 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û 16 kes binçav kirin
19:42 Li Cizîrê zarokek di çem de xeniqî
18:02 Xwendekara kurd a hat binçavkirin cenazeyê wê yê şewitîbû hat dîtin
17:21 Xwepêşandanên li Iraqê didomin
17:07 Kampanya ‘#ŞuleÇetİçinAdalet’ dan destpêkirin
15:30 Li Manîsa di bin navê 'operasyona narkotîkê' de infaz kirin
15:00 Baroyên herêmê OHAL ji înîsiyatifa meqamên herêmî re nayê hiştin
14:21 Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin
13:39 Li Bagcilarê ji bo 392 zarokên ducanî bûn serî li dadgehê nedan
12:29 Tosunê HDP’î: Di wê kêliyê de tenê li aştiyê fikirîm
11:17 Di 3 salan de li Erdexanê li 450 HDP û DBP'î doz vebû
11:15 Li Wanê 2 kes hatin kuştin 3 polîs birîndar bûn
10:44 Gelên Bakurê Sûriyeyê şoreşa xwe piroz dikin
10:22 Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan 5 rektor tayînî zanîngehan kir
09:53 Parêzer Şîmşek: Nîqaşa xesandinê, tecawizê rewa dike
09:36 7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin
09:16 Kiymet a polîsan kurê wê kuşt li edaletê digere
09:14 Egîtîm Sen: Îktîdarê pergala 'Bi qasî pereyên xwe perwerde' xist meriyetê
09:12 Çîçek: Divê rojnameger peyvê xwe her dem lêpirsîn bike
09:10 Şanoger Masatçi: Ger ku huner ne azad be civak jî ne azad e
09:07 Wek zarokan li darê fistiqan dinêrin, lê zerar dikin
09:05 Texrîbata li Geliyê Dîcle ji taxrîbata Sûrê meztir e
09:04 Cotkarên garis: Kar û zerara me hev dernaxe
09:02 Katircioglu: Heta ev hişmendî neyê guhertin ev çexr nazîvire
09:02 ‘OHAL û zext însanan feqîr dike’
09:01 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2018'AN
14/07/2018
20:15 Karkerên Flormar: Heta dawî em dê li ber xwe bidin
16:14 'Divê Firat ê nikare bi tena serê xwe xwarin bixwe, bê berdan’
15:31 Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bang kirin
15:29 Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Surucu: Dewlet berpirsê îstîsmarê ye
15:29 ‘Leyla Guven demildest berdin’
14:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo Vedat Aydin edalet xwest
14:42 Xizmên Windayan: Ebubekîr Aras bi îşkenceya ceryanê kuştin
14:40 'Di aştiya Kolombiya de jinê heqîqet derxistin holê'
14:31 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Gulunay pirsî
13:23 Rêxistina HDP’ê ya Wanê: Divê Leyla Guven bê berdan
13:11 Polisan li Stenbolê 8 kes binçavkirin
13:10 Çanda bêjingkirinê bi sedan salin bi destê jinê tê parastin