‘Biryara ji bo Guven wek lekeyek reş derbasî dîrokê bû’

  • rojane
  • 11:38 12 Tîrmeh 2018
  • |
img

AMED – Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît diyar kir ku Leyla Guven di encama zextên siyasî de nayê berdan û wê ev yek wek lekek reş derbasî dîrokê bibe. Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk jî got ku dadgeh vegeriyane şanoyê. 

 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk redkirina berdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî nirxandin. Duh danişîna Guven hat dîtin lê dadgehê berdana wê red kir û dewama girtina wê dabû. 
 
‘BIRYAR LEKEYEK REŞ E’ 
 
Gulîstan Kiliç Koçyigît destnîşan kir ku biryara redkirina berdan Leyla Guven dadge bi xwe jî biryara xwe înkar dike û got: “Ev biryarê dadgehê ya derheqê Leyla Guven de wek lekeyek reş derbasî dîrokê bû. Piştî Guven bû parlamenter divê darziandina wê bihata sekinandin û wê berdana. Ev demek dirêj e li welêt hiqûq bûye mîna pêlîstoka zarokan. Desthilatdarî bi hiqûqa li gorî xwe dixwaze civakê terbiye bike. Ne pêkane ku mirov behsa darazek serbixwe û bêalî bike. Biryar ne li gorî wîjdan û ehlaqê ye.” 
 
‘ÊDÎ EM LI HIQÛQÊ NAGERIN’ 
 
Kiliç Koçyigît da zanîn ku êdî ew li welêt li hiqûq nagerin û wiha domand: “Çumkî mesele ji meseleya hiqûqê derketiye. Meseleya çewisandina siyaseta li dijî xwe bi çewisîne ye. Li dijî mafê demokratîk ê civakê êrîş tên kirin. Vîna dengdêran di astek micid de tê xespkirin. Bi taybetî peyamê didin civakê û gelê kurd. Ev pêkanîn kodên pêvajoya siberojê didin nîşandan. AKP mafên demokratîk ji holê radike. Em dibînin ku dadgeh êdî di bin zextên siyasî de ye û biryarên siyasî didin. Mudaxeleya siyasî li ser darizandina siyasetmedaran e. Dadgehek tenê dikare bi zextên siyasî biryara xwe înkar bike, wekî din nikare biryarên xwe înkar bike. Ev biryar bi darê zorê li dijî Leyla Guven hat guhertin.” 
 
HEVSEROKÊ KCD’Ê: BIRYARÊN DADGEHÊ SIYASÎ NE
 
Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku biryara dadgehê ya ku derbarê Guven de da encama biryara zextên siyasî ye û wiha got: “Faşîzma beriya hilbijartinê, piştî hilbijartinê ev faşîzm fermî bû. Hûn li kîjan saziyên dewletê dinêrin binêrin girêdayî dewletê dixebite. Leyla Guven ji ber nasnameya xwe ya siyasî rehîn tê girtinê. Li Tirkiyeyêh hiqûq û edalet nemaye. Biryarên dadger û dozger didin biryarên siyasî ne. Divê ku li gorî makezagonê Leyla Guven bê berdan. Li Tirkiyeyê dadgeh veguherîne şanoyê. Dibe ku gelek hevalên me li zîndanan bin, lê bila her kes baş dizanibe têkoşîna me dewam dike.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

20/05/2019
21:54 CPT'ê daxuyanî da: Me Îmralî jî di navde gelek girtîgeh ziyaret kirin
16:30 Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin
15:50 Parêzer: Dev û diranên kesên li Xalfetî hatin binçavkirin şikandine
15:35 Hêzên Demokrasiyê yên Wanê: Daxwazên girtiyan nayên bersivandi
15:20 Dayikên Laçik Spî yên li Gebze: Êdî Bes e
15:05 Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike'
14:49 Kurtalan: Îktîdar wekî li komkujiyê binere li greva birçîbûnê dinere
14:25 3 bersûcên tecawizê hatin berdan
14:16 Ji Herêm Mehmûd bang: Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin
14:10 Ocalan gulebarankirina karkerên çandiniyê ji Soylû pirsî
13:51 Bozgeyik: Bila Wezirê Dadê gavên pratîk bavêje
13:36 Radyoyên çalakgerên rojiya mirinê desteser kirin
13:00 Hunermendên MKM'ê: Bila daxwazên çalakgerann bên bersivandin
12:53 Başkaya: Tu tişt ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir tune ye
11:24 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
11:08 HDP'ê serdegirtina kawîşan ji Wezîrê Dadê pirsîn
11:00 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 'Serdegirtinên koguşan bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran dike'
10:45 Li Kanîreşê TIR'a sewal bar kiribûn qulipî
10:33 Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir
09:51 Êrîşî avahiya AKP'ê kirin
09:49 Vesîsê girtiyê nexweş bi maşina tipa hucre birin hevdîtinê
09:03 Her roj li qada çalakiyê ye: Em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin
09:03 Polîsan zarokê 17 salî binçav kir û xwestin bibe sîxur
09:02 Bave ku 3 zarokên wî girtî: Me mijûl nekin gavan bavêjin
09:02 ‘Tenê daxwaze me rakirina tecridê ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2019'AN
08:47 Leyla Guven 194 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 21'an de didome
19/05/2019
21:53 Rojiya xwe tenê bi avê vekirin
21:29 Li Esenyûrt û Dersîmê bi çalakiyên meş û rûniştinê tecrîd şermezar kirin
21:06 Şaredariya Periyê gava yekemîn a kooperatifê avêt
17:43 Hevjîna xwe ya parêzer kuşt
17:10 Odeyên Tabîban ên Heremê bang li hikumetê kirin: Dibe sibê pir dereng be
16:27 ‘Hiqûqa xwe pêk bînin'
16:05 Dayikên Laçik Spî li Rihayê di nobetê de bûn, li Edeneyê jî li qadan bûn
15:46 Can: Nêzîkatiya li hemberî greva birçîbûnê wê rêveçûna Tirkiye diyar bike
15:04 Ji Amedê bang li Wezîrê Dadê kirin: Gotina xwe pêk bîne
14:37 Bi çepik û kornayan piştgirî dan malbatan
14:17 SES: Bi lez endama me Sureyya Reşitoglu Çîftçî berdin
14:06 Malbat li Esenyurtê di roja 24'an de kom bûn
13:59 Nobeta Malbatên li Gebzeyê di roja 41’an de ye
13:19 Dayikên Laçik Spî yên Amedê di dorpêça TOMA de li Koşuyolû kom bûn
13:10 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Em dipên ku kaosê vegerînin pevajoya aştiyê
12:33 Wekîlê HDP'î: Êrîşa li dijî çalakgerên grevê wê kaos û krîzê kûr bike
11:53 21 Dayikên Laçik Spî: Heta daxwazên me pêk neyên em ji Enqereyê venagerin
10:56 Malbata Plaza de Mayo: Bi yekîtiyê zext tên şikandin
09:43 Dozger li 10 jinên lîlandin doz vekirin
09:05 Dr. Gul: Dema mirov li girtîgehan birçî û bi rojî be em tu kes ne bi tendturistî ne
09:04 Endamê DÎK'ê: Êrîşa li dijî cenazeyan polîtîka dewletê ye
09:02 Bahadir ê 80 rojin di grevê de ye: Hêze bidin çalakiya dayikan