Sedema Facîayê arizîkirin e, rapora pisporan li ber çavan negirtin

  • rojane
  • 10:01 12 Tîrmeh 2018
  • |
img
TEKÎRDAG - Endamê Meclisa Endezyaran û Endezyarên Civakparêz (TMMM) Emre Gelîr, bal kişand ser qezaya trênê û diyar ker ku sedema facîayê arizîkirin e û ji ber ku dewlet venêrtina wê nak e. Gelir, da zanîn ku pisporan rapor amade kirin, lê rapor li ber çavan nehatin girtin. 
 
Di 8'ê Tîrmehê de trêna ku sefera navbera Kapikule-Halkali dikir li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê qeza derbas kiribû. Di qezayê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 318 kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî bûyerê û polîtîkayên hikûmetê Endamê Meclisa Endezyaran û Endezyarên Civakparêz (TMMM) Emre Gelîr, li ser bûyerê lêkolîn kir û rapor amade kir. Gelîr dê di rojên pêş de raporê aşkere bike. Gelîr, bal kişand ser qezaya trênê û diyar ker ku sedema facîayê arizîkirin e û ji ber ku dewlet venêrtina wê nak e. 
 
Gelîr, anî ziman ku çawa agahî stendin bi lez û bez çû cihê bûyerê û lêkolîn kir û wiha got: "Me hem der barê cihê bûyerê de û hem jî li nexweşxaneyê lekolîn kir. Me li gorî hevdîtinên cihê bûyerê rapor amade kir. Çawa em çûn cihê bûyerê me got ev facia, komkujî ye. Hin wekîlan li meclîsê der barê rewşa rêyên trênê de pirsname dan meclîsê. Odeyan jî der barê rewşê de rapor nivîsandin. Me di raporê de diyar kir ku xeta trêna Sirkeci-Uzunkopru-Halkali venêrtin û xurtkiran rêya trênê kêm e. Bingeha rêya trênê têr nake. Pisporan hişyar kir ku divê hin xebat bên kirin. Lê rapor li ber çavan nehatin girtin. Li gelek rêyên trênê heman pirsgirêk heye. Divê venertir bê kirin. Ji ber venêrtina rêya trênê nehatiye kirin ev qeza pêk hatiye. Divê her dem bê kontrolkirin û nûkirin. Divê malzemeyên li bin hesinên trênê raxistin xurt û zexm be. Lê xuya ye ku malzeme nekarîye barê trênê rake. Sedema herî mezin arizîkirin e. Piştî ku arizîkirin venêrtin ji holê rabû. Divê karmendên ku rê kontrol dikin her dem bi rêk û pêk kontrola xwe berdewam bikin. Ji dîroka komarê heta niha her dem kesên ku li ser rêyan digeriyan û rê kontrol dikirin hebûn. Lê dewletê piştre karê venêrtin, nûkirin û xurtkirina rêya trênê arizî kir û da şîrketan. Piştî şîrketan ev kar dewir girt, êdî venêrtin ji holê rabû."  
 
Gelir da zanîn ku divê teqez her dem venêrtina rêya trênê bê kirin û li gorî pêdiviyê hem bê nûkirin û hem jî bê tamîrkirin û wiha got: "Ji bo ku ev facîa dube pêk neyên divê berî her tiştî hikûmet xwedî polîtîka be. Lê di vî milî de polîtîkayên hikûmetê tune ye. Hikûmet bêtir girîngiyê dide rêyên bejayî. Zêde girîngiyê nade rêyên trênê. Ne tenê li Çorlu qeza çê bû. Li gelek bajarên Tirkiye qeza pêk hatiye. Ji ber vê yekê diveê ji bo tedbîran polîtikayê pêş bixin. Me 24 mirovên xwe û canê xwe winda kir. Divê kesek hesabê vê yekê bipirse. 
 

Sernavên din

09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye
09:12 Qirêjkirina robar welatiyên taxan û kesên tên betlanê dixe nava fikaran
09:11 Karkerên ku ji komirê reş bûne dê tu carî komkujiya Soma ji bîr nekin
09:10 Firmaya taşaron jî tev li greva karkeran bû
09:09 Gergerlîoglu yê HDP’î: Hêj serdemek wisa nejiyaye
09:08 Cejna Evvel Temmuz 4 hezar salin bê navber didome
09:07 Malbata koçer 20 salin bi şîr debarê dike
09:07 Pergala nû neqeba wekheviya navbera jin û mêr kûrtir dike
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN
15/07/2018
22:07 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê derdikeve pêşberî dadgehê
21:00 Helbestvan Rêdûr Dîjle bi xwînerê xwe re hat cem hev
19:42 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û 16 kes binçav kirin
19:42 Li Cizîrê zarokek di çem de xeniqî
18:02 Xwendekara kurd a hat binçavkirin cenazeyê wê yê şewitîbû hat dîtin
17:21 Xwepêşandanên li Iraqê didomin
17:07 Kampanya ‘#ŞuleÇetİçinAdalet’ dan destpêkirin
15:30 Li Manîsa di bin navê 'operasyona narkotîkê' de infaz kirin
15:00 Baroyên herêmê OHAL ji înîsiyatifa meqamên herêmî re nayê hiştin
14:21 Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin
13:39 Li Bagcilarê ji bo 392 zarokên ducanî bûn serî li dadgehê nedan
12:29 Tosunê HDP’î: Di wê kêliyê de tenê li aştiyê fikirîm
11:17 Di 3 salan de li Erdexanê li 450 HDP û DBP'î doz vebû
11:15 Li Wanê 2 kes hatin kuştin 3 polîs birîndar bûn
10:44 Gelên Bakurê Sûriyeyê şoreşa xwe piroz dikin
10:22 Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan 5 rektor tayînî zanîngehan kir
09:53 Parêzer Şîmşek: Nîqaşa xesandinê, tecawizê rewa dike
09:36 7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin
09:16 Kiymet a polîsan kurê wê kuşt li edaletê digere
09:14 Egîtîm Sen: Îktîdarê pergala 'Bi qasî pereyên xwe perwerde' xist meriyetê
09:12 Çîçek: Divê rojnameger peyvê xwe her dem lêpirsîn bike
09:10 Şanoger Masatçi: Ger ku huner ne azad be civak jî ne azad e
09:07 Wek zarokan li darê fistiqan dinêrin, lê zerar dikin
09:05 Texrîbata li Geliyê Dîcle ji taxrîbata Sûrê meztir e
09:04 Cotkarên garis: Kar û zerara me hev dernaxe
09:02 Katircioglu: Heta ev hişmendî neyê guhertin ev çexr nazîvire
09:02 ‘OHAL û zext însanan feqîr dike’
09:01 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2018'AN
14/07/2018
20:15 Karkerên Flormar: Heta dawî em dê li ber xwe bidin
16:14 'Divê Firat ê nikare bi tena serê xwe xwarin bixwe, bê berdan’
15:31 Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bang kirin
15:29 Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Surucu: Dewlet berpirsê îstîsmarê ye
15:29 ‘Leyla Guven demildest berdin’
14:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo Vedat Aydin edalet xwest
14:42 Xizmên Windayan: Ebubekîr Aras bi îşkenceya ceryanê kuştin
14:40 'Di aştiya Kolombiya de jinê heqîqet derxistin holê'
14:31 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Gulunay pirsî
13:23 Rêxistina HDP’ê ya Wanê: Divê Leyla Guven bê berdan
13:11 Polisan li Stenbolê 8 kes binçavkirin
13:10 Çanda bêjingkirinê bi sedan salin bi destê jinê tê parastin