Cenazeyê Yusuf ê winda hat dîtin

  • rojane
  • 10:00 12 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED – Li Farqînê du bira di qenala avê de xeniqîn. Ji bo dîtina wan xebat hat destpêkirin. Di lêgerînê de cenazeyê Firat Kizilçîçek û Yusuf Yilmaz (14) ê 11 roj berê winda bûbû hat dîtin. 
 
Li Gundê Cano yê girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê duh Firat û Selman Kizilçîçek ên birayê hev ji bo avdaniya garis çûn nav zeviyan. Selman Kizilçîçek (18) dema çû ser qenala avê ya girêdayî Karê Dewletê ya Avê (DSÎ) şemitî û ket avê. Birayê wî Firat Kizilçîçek ji bo birayê xwe rizgar bike xwe avêt avê û xwest birayê xwe rizgar bike. Her du jî bi herikîna avê re çû û xeniqîn. Welatiyên gund û gundên derdorê û komên rizgarkirinê çû cihê bûyerê û dest bi lêgerîna cenazeyê her du birayan kirin. 
 
Ji Bendava Batmanê ya ku li gundê Malabadê ya girêdayî Farqînê ava kenalê hat birîn. Nêzî 6 saet şûn ve hêj ava qenalê çikiya û dest bi lêgerînê kirin. Di encama lêgerînê cenazeyek li ber deriyê sîfona qenalê hat dîtin. 
 
Cenaze yê Firat Kizilçîçek bû û cenazeyê wî hildan ambulansê. Di kêliya cenaze hatin dîtin de malbatê û xizmên wan krîza sinîr derbas kirin. 
 
CENAZEYÊ YUSUF Ê WINDAYÎ JÎ HAT DÎTIN
 
Dema welatî û komên lêgerînê li cenazeyê Selman Kizilçîçek digeriyan, cenazeyek din jî li ber deriyê sîfonê dîtin. Cenazeyê hat dîtin derket holê ku aîdî Yusuf Yilmaz (14) ê ku di 1’ê tîrmehê de li gundê Malabadê şivaniyê dikir û winda bûbû.  
 
Cenazeyan ji bo otopsiye rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Amedê. 
 
Ji bo dîtina cenazeyê Selman Kizilçîçek jî xebata lêgerînê dewam dike. 
 
 

Sernavên din

09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye
09:12 Qirêjkirina robar welatiyên taxan û kesên tên betlanê dixe nava fikaran
09:11 Karkerên ku ji komirê reş bûne dê tu carî komkujiya Soma ji bîr nekin
09:10 Firmaya taşaron jî tev li greva karkeran bû
09:09 Gergerlîoglu yê HDP’î: Hêj serdemek wisa nejiyaye
09:08 Cejna Evvel Temmuz 4 hezar salin bê navber didome
09:07 Malbata koçer 20 salin bi şîr debarê dike
09:07 Pergala nû neqeba wekheviya navbera jin û mêr kûrtir dike
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN
15/07/2018
22:07 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê derdikeve pêşberî dadgehê
21:00 Helbestvan Rêdûr Dîjle bi xwînerê xwe re hat cem hev
19:42 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û 16 kes binçav kirin
19:42 Li Cizîrê zarokek di çem de xeniqî
18:02 Xwendekara kurd a hat binçavkirin cenazeyê wê yê şewitîbû hat dîtin
17:21 Xwepêşandanên li Iraqê didomin
17:07 Kampanya ‘#ŞuleÇetİçinAdalet’ dan destpêkirin
15:30 Li Manîsa di bin navê 'operasyona narkotîkê' de infaz kirin
15:00 Baroyên herêmê OHAL ji înîsiyatifa meqamên herêmî re nayê hiştin
14:21 Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin
13:39 Li Bagcilarê ji bo 392 zarokên ducanî bûn serî li dadgehê nedan
12:29 Tosunê HDP’î: Di wê kêliyê de tenê li aştiyê fikirîm
11:17 Di 3 salan de li Erdexanê li 450 HDP û DBP'î doz vebû
11:15 Li Wanê 2 kes hatin kuştin 3 polîs birîndar bûn
10:44 Gelên Bakurê Sûriyeyê şoreşa xwe piroz dikin
10:22 Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan 5 rektor tayînî zanîngehan kir
09:53 Parêzer Şîmşek: Nîqaşa xesandinê, tecawizê rewa dike
09:36 7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin
09:16 Kiymet a polîsan kurê wê kuşt li edaletê digere
09:14 Egîtîm Sen: Îktîdarê pergala 'Bi qasî pereyên xwe perwerde' xist meriyetê
09:12 Çîçek: Divê rojnameger peyvê xwe her dem lêpirsîn bike
09:10 Şanoger Masatçi: Ger ku huner ne azad be civak jî ne azad e
09:07 Wek zarokan li darê fistiqan dinêrin, lê zerar dikin
09:05 Texrîbata li Geliyê Dîcle ji taxrîbata Sûrê meztir e
09:04 Cotkarên garis: Kar û zerara me hev dernaxe
09:02 Katircioglu: Heta ev hişmendî neyê guhertin ev çexr nazîvire
09:02 ‘OHAL û zext însanan feqîr dike’
09:01 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2018'AN
14/07/2018
20:15 Karkerên Flormar: Heta dawî em dê li ber xwe bidin
16:14 'Divê Firat ê nikare bi tena serê xwe xwarin bixwe, bê berdan’
15:31 Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bang kirin
15:29 Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Surucu: Dewlet berpirsê îstîsmarê ye
15:29 ‘Leyla Guven demildest berdin’
14:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo Vedat Aydin edalet xwest
14:42 Xizmên Windayan: Ebubekîr Aras bi îşkenceya ceryanê kuştin
14:40 'Di aştiya Kolombiya de jinê heqîqet derxistin holê'
14:31 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Gulunay pirsî
13:23 Rêxistina HDP’ê ya Wanê: Divê Leyla Guven bê berdan
13:11 Polisan li Stenbolê 8 kes binçavkirin
13:10 Çanda bêjingkirinê bi sedan salin bi destê jinê tê parastin