ŞIRNEX - Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Guler Tûnç Yerbasan û Abdurahîm Dûrmûş ku Amîrê Polîsan yê Şirnexê Şuayîp Ogdur gef li wan xwaribû û heqaret li wan kiribû, diyar kirin ku divê kesên tayinkirî rêzê li îradeya gel bigirin û gotin ku ew ê pêvajoyê navborî bişopînin.
Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê Guler Tûnç Yerbasan û Abdurahîm Dûrmûş, di 29'ê Mijdarê de hewl dan beşdarî sempozyûmekê bibin ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî tevlî bûbû. Lê Amîrê Polîsan ê Şaxa Ewlehiyê ya Şirnexê Şûayîp Ogdur gef li her du hevşaredaran xwaribû û heqaret li wan kiribû. Hê jî der barê vê yekê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Bertekên li dijî vê didomin.
SICÎLA OGDURÊ TAYÎNKIRÎ
Hat hînbûn ku Şûayîp Ogdur ku gef li hevşaredaran xwaribû, di 13'ê Kanûna 2016'an de, di çarçoveya lêpirsîna "FETO" de, bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" a hatiye girtin û di 22'yê Mijdara 2017'an de hatiye berdan. Ogdur, di 1'ê Gulanê de jî dema ku parêzvanê wî serî lîstikvanekî Cizre Botan Sporê dabû, bûbû rojev.
Hevşaredarên Cizîrê Guler Tûnç Yerbasan û Abdurahîm Dûrmûş têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
‘ŞAREDARÎ TUNE TÊ HESIBANDIN'
Guler Tûnç Yerbasanê diyar kir ku perspektîfa rayedarên fermî li ser şaredariyên ku ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tên rêvebirin, li dijî ruhê pêvajoyê ye. Guler Tûnç Yerbasanê got: "Nêzîkî du sal in em li ser kar in, lê ew me ji bernameyên ku em malovaniya wan dikin jî dûr dixin. Pêvajoyek heye, lê li Şirnexê yek rayedarekî dewletê jî li gor ruhê wê tevnagere. Ew her tiştî dikin da ku pêvajoyê asteng bikin. Nêzîkî du salan e ku bersivên me yên fermî dereng tên dayîn. Qeymeqamê navçeyê bêyî ku destûr wergire li deverên di bin desthilata şaredariyê de çalakiyan li dar dixe. Qeymeqamê Navçeya Cîzîrê Ahmet Vezir Baycar şaredariyê paşguh dike."
Guler Tûnç Yerbasanê bi bîr xist ku her çend amadekariyên sempozyûmê ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî beşdar bû bi mehan berê dest pê kiribûn jî, ew nehatibûn vexwendin. Guler Tûnç Yerbasê got: "Dema ku eşkere bû dê birêz Barzanî beşdar bibe, me bernameyek pêşwazîkirina girseyî li dar xist. Walî êvarê piştî roja yekem a sempozyûmê em vexwendin. Em bi parlamenterên xwe û hevserokên xwe yên bajêr re çûn Xabûrê da ku pêşwaziya wî bikin. Ewilî polîsan nehiştin ku em bikevin karwana pêşwazîkirinê ya li Xabûrê. Piştre, em gihîştin ber otêlê, li wir polîsan rê li ber me girt ku em bikevin. Amîrê polîsan Şûayîp Ogdur heqaret li me kir û gef li me xwar. Pirsgirêk tunebû; em tenê diçûn hundir. Lê wan bi zorê li me dan û me ji otêlê derxistin. Dema ku me bertek nîşan da, wî gef li me xwar û got, 'Ev dê çalakiya we ya dawîn be.' Em ê li kiryarên Şûayîp Ogdur bipirsin."
‘DÊ YÊN TAYINKIRÎ RÊZ LI VÎNA GEL BIGIRIN'
Guler Tûnç Yerbasan ku tiştên hatine kirin wekî "hewldaneke provokasyonê" bi nav kir, bertek nîşanî wê yekê da ku çar roj der basbûne hê jî tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û wiha domand: "Qeymeqamê navçeyê, walî û polîs tiştê ku qewimî înkar dikin. Çawa wî heqî di xwe de dibînin ku bêrêziyê li vîna gel û kesên hilbijartî bikin? Dîmen hene, qeydên otêlê hene. Kes van tiştan înkar nake. Wan bi zanebûnî hewl da me ber bi provokasyonê bikişînin. Me gilî kir. Ew li ser medyaya sanal gefê li me dixwin. Girseya li ber otêla ku sempozyûm lê dihat lidarxistin bi êriş û heqaretan re rû bi rû ma. Polîsan Ala Rengîn, ala fermî ya Herêma Kurdistana Federe, ji kesên ku ji bo pêşwazîkirina wan hatibûn desteser kir û perçe perçe kir. Ev yek ruhê pêvajoyê binpê dike. Pêvajoya ku salek berê dest pê kiriye hîn jî negihîştiye Şirnexê. Sersaxî, daxuyanî, meş û dawet li Şirnexê qedexe ne. Şaredarî tê paşguhkirin. Em li vî bajarî mazûvan in. Karbidestên tayînkirî îradeya van kesan temsîl nakin. Karbidestên tayînkirî nikarin bêrêziyê li karbidestên hilbijartî bikin. Em ê polîtîkayên ku me paşguh dikin qebûl nekin û em ê li dijî wan serî li rêyên hiqûqî bidin."
‘ÊRIŞÊN PLANKIRÎ'
Hevşaredar Abdurahîm Dûrmûş jî diyar kir ku wan piştî du serdeman şaredarî ji qeyûm wergirtiye û wiha got: "Her çend birêz Ocalan pêvajoyek daye destpêkirin jî, helwesta rayedarên dewletê yên li herêmê li hember şaredariyê neguheriye. Ev destwerdaneke neqanûnî ye. Ev nayê qebûlkirin. Gelê me li hember vê yekê bertek nîşan dide. Divê her kes hesasiyeta pêwîst nîşan bide. Divê em li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin. Tiştê ku qewimî di hiqûqê de bingeheke wê tune. Wan êriş û gef li dijî me plan kirin. Tenê ew kesên ku dixwazin ev pêvajo têk biçe û aştiyê naxwazin dikarin vê êrişê bikin. Em daxwaz dikin ku destwerdanên pêwîst werin kirin. Ma qanûnên ku li her derê tên sepandin li Şirnexê jî ne derbasdar in? Em bi îradeya gel, bi dengekî mezin hatin hilbijartin. Em hatine hilbijartin, lê ew tayînkirî ne. Ew nikarin îradeya gel binpê bikin. Yên ku hatine tayînkirin ne daîmî ne. Îradeya gel di ser her tiştî re ye. Divê her kes rêzê li îradeya gel bigire."
MA / Emrûllah Acar
