Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin

  • jin
  • 10:49 19 Tîrmeh 2025
  • |
img
RIHA - Înîsiyatîfa Bîr û Hevgirtina Jinan dê di 20'ê Tîrmehê de li Rihayê "bazara pevguherandinê" ava bike. Endamên înîsiyatîfê gotin ku armanca wan ew e ku parvekirin û hevgirtinê xurt bikin. 
 
"Bazara pevguherandinê" wê roja yekşemê, 20'ê Tîrmehê, li Rihayê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Bîr û Hevgirtina Jinan were lidarxistin. Bazar, dê bi dirûşmeya "Em bawer dikin ku pergaleke ji xerîdariyê dûr, parvekirin û piştevaniyê esas digire pêkan e" li kafeyeke li taxa Camîkebîr a navçeya Eyyubiyeyê were lidarxistin. Armanca bazarê ew e ku tiştên kevin vejîne û çanda parvekirinê xurt bike.
 
Derûnnas Ayşe Eriş Ornekê diyar kir ku wan di meha Gulanê de bi 12 jinan re ev înîsiyatîf damezrandiye û got ku ew bi salan e di warê mirovî de dixebite. Ayşe Eriş Ornekê pêvajoya damezrandinê vegot: "Daxuyaniya Bernameya Mafên Mirovan a Jinan a 2024'an di Mijdarê de hate weşandin. Nêzîkî 24 jinan ji bo vê bernameyê li Rihayê serlêdan kirin. Serlêder ji pîşeyên cuda bûn û li herêmên cuda dijiyan. 16 hefteyan, em di atolyeyên cuda yên li ser mafên mirovan ên jinan de civiyan. Vê yekê ji bo me cihek çêkir ku em têgihiştinên xwe yên xelet ên li ser jinan û têgihiştinên xelet ên ku hatibûn hînkirin ji nû ve sererast bikin. Me fêm kir ku hevgirtina jinan di qadên ewle de çiqas bi qîmet e. Dema ku me ev xebat qedand, me nexwest ku ev hevgirtin û yekîtî di navbera me de xera bibe. Bi vê yekê di hişê xwe de, me biryar da ku înîsiyatîfekê biafirînin."
 
ARMANC ÇÊKIRINA BÎRA JINÊ YE
 
Ayşe Eriş Ornekê anî ziman ku hevgirtina li Rihayê ji yekîtiya jinan tê û got: "Em qala dîrokekê dikin ku hemû pêvajoyên dîrokî bi perspektîfa mêran tên vegotin û bi piranî têkiliyên hêzê li pêş in. Di vê dîrokê de jin, zanîna li ser dîroka jinan û ya herî girîng jî bîr kêm in. Me bi mebesta afirandina vê bîrê dest pê kir." Ayşe Eriş Ornekê destnîşan kir ku ev bazar projeya wan a yekem e û got ku ew dixwazin hevgirtina bi jinên li Rihayê re xurt bikin. Ayşe Eriş Ornekê anî ziman ku yek ji armancên wan veguherandina adetên xerîdariyê ye û got: "Em dizanin ku ev serdema xerîdariyê me ber bi afirandina modeleke mirovî ya yekreng ve biriye. Em ne tenê ji perspektîfeke aborî ve vê pirsgirêkê çareser dikin. Aliyên vê yekê yên derûnî û sosyolojîk jî hene. Di civaka xerîdaran de, xerckirina zêdetirî pêdiviyê, tiştekî li me zêde nake, berevajî wê me bi tenê dihêle. Mirov bi gotina 'Heke hûn dixwazin piştgiriyê li tenduristiya xwe ya derûnî bikin, bêtir bikirin' û bi vî awayî mirov teşwîqî kirînê kirin. An jî hûn hewl didin ku xwe bi tiştekî ku hûn ne hewce ne kêfxweş bikin. Lêbelê, rêya çêtirîn ji bo piştgiriya tenduristiya xwe ya derûnî ew e ku hûn çavkaniyên xwe yên navxweyî û derveyî zêde bikin." 
 
NE ALÎKARÎ PIŞTEVANÎ
 
Ayşe Erîş Ornekê destnîşan kir ku wan li şûna xerîdariyê hevgirtinê bi cih kiriye wekî "çavkaniyeke navxweyî" û wiha domand: "Em li Tirkiyeyê di warê aborî de ne baş in. Jixwe bi mûçeya herî kêm debara xwe kirin zehmet e û em jî nikarin hewcedariyên xwe dabîn bikin. Ji aliyekî din ve, dema ku em li dolabên xwe dinêrin, ji ya ku em hewce ne pir zêdetir heye. Me biryar da ku hilberên bikêrhatî bînin ku em dikarin bi hev re parve bikin û wan bixin bazarê. Armanc ne kirîn û qezenckirin e. Ji ber ku pere di vê bazarê de ne derbasdar e. Nirxa tiştan jî dê ne berawirdî be. Ya girîng ew e ku tişta ku hûn diguherînin tiştek e ku hûn hewceyî wê ne. Ne hewce ye ku tenê yek tişt be. Hûn dikarin beramberî tişta ku hûn vediguherînin, hûmn bi hevala xwe re çayekê vexwin. Ji ber ku mesele parvekirin e. Dema ku mirov tiştek ku ne hewce dide, ew bi gelemperî bi navê spasdariyê tê kirin. Lê li vir a esas hevgirtin e."
 
HER TIŞT TÊ PEVGUHERANDIN
 
Endama înîsyatîfê Civaknas Gulten Nazlican Amasyaliyê jî diyar kir ku projeya wan a yekem, bazara pevguherandinê, ji cudakariya li ser bingeha zayend, temen an nasnameyê bêpar e. Gulten Nazlican Amasyaliyê anî ziman ku bazar dê ji saet 16:00'an heta 19:30'an vekirî be û got: "Her kesê ku bixwaze tiştekî parve bike dikare bê. Bi parvekirinê, mebesta me ne hewce ye ku tiştên madî an objektîf bin. Mirov dikarin tiştên bikêrhatî yên ku amade ne ji bo parvekirinê bînin. Em her tiştî qebûl dikin ji bilî tiştên birîner. Pêşîniya me ew e ku ev der bibe cîhekî ewle. Ji bo me ya girîng, parvekirin û hevgirtin e û mirov xwe ewle hîs bikin."
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê