MÛŞ - Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sûmeyye Bozê diyar kir ku girîng e komîsyona ku li meclisê bê avakirin li ser bingeheke qanûnî be û got ku divê şert û mercên azad û ewle ji bo Abdullah Ocalan jî werin dabînkirin.
Piştî gavên ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin avêtin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û misogerkirina rêveçûneke baş a pêvajoyê, dê li meclisê komîsyonek were avakirin. Gava yekem a avakirina komîsyonê bi beşdariya hemû partiyên siyasî hat avêtin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo komîsyonê Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaşê, Parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç û Parlamenterê Stenbolê Cengiz Çiçek wekî endamên xwe hilbijart.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Bozê diyar kir ku armanc ew e ku pêvajo bi hemû partiyên siyasî re were hûnandin.
‘DIVÊ ŞERTÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN'
Sumeyye Bozê bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan û got: "Ger lêgerînek ji bo çareseriyê hebe, navenda sereke ya vê lêgerînê Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, divê azadiya Abdullah Ocalan were misogerkirin û divê rê li ber xebata wî ya ku xizmeta aştiyê dike were vekirin. Bê guman, hebûna hin hevdîtinan dikare wekî 'piştî 26 salên tecrîdê rêvekirinek' were şîrovekirin. Hîn jî mimkun e ku meriv bibêje ku di esasê xwe de, tecrîdeke berdewam heye. Aqilek heye ku dibêje wan di vê pêvajoyê de înîsiyatîf girtiye ser xwe û dewlet dixwaze di vî warî de gavan biavêje. Ji ber vê yekê, divê azadiya Ocalan, şert û mercên wî yên xebatê kar û ewle werin dabînkirin."
Sumeyye Bozê bi bîr xist ku şandeya DEM Partiyê ji bo avakirina pêvajoya aştiyê bi rêkûpêk bi partiyên siyasî re hevdîtinan dike û got: "Ev pêvajo meseleyek civakî ye. Ew ne tiştek e ku bi aliyên qanûnî ve teng tê destnîşankirin. Tişta ku em jê re dibêjin aştî û civakeke demokratîk qadeke bi aliyekî civakî yê pir xurt e. Hêjayî bîranînê ye ku her krîz, hilweşîn û gendeliya aborî, siyasî û civakî ya ku li welêt tê jiyîn ji ber bandora şer û pevçûnê çêbûye. Di vî warî de, hemû partîyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl yên ku me bi wan re hevdîtin kir li hev kirine ku ev astengî dikare bi aştî û civakeke demokratîk ji holê bê rakirin."
MUXATABÊN PÊVAJOYÊ
Sumeyye Bozê diyar kir ku avakirina komîsyonê bi derengî ketiye û got: "Pêvajo bi Îmraliyê û dewletê ve sînordar nîne. Divê were gotin ku di vî warî de dereng maye. Tevlîbûna komîsyon û meclisê dê serkeftina vê pêvajoyê bigihîne asteke pir cuda. Pêvajoyek ku hem birêz Ocalan û hem jî PKK berpirsiyariyê digirin ser xwe pêş ket. PKK'ê diyar kir ku ew her gav li pişta gotinên rêberê damezrîner ê PKK'ê û pêşniyazên çareseriyê yên ku ew bi salan e tîne zimên in. Gava dîrokî ku me di 11'ê Tîrmehê de dît vê yekê nîşan da. Ew di heman demê de bû meseleyek ku îspat kir ku têkiliyên birêz Ocalan bi avaniya xwe re xurt dimînin û îradeya wî ya ji bo avakirina aştî û civakeke demokratîk hîn xurttire."
Sumeyye Bozê bi bîr xist ku têkoşîna çekdarî argûmentek e ku ji hêla dewletê ve ji bo hemû binpêkirinên mafan tê bikaranîn û got: "Ev hincet hatine rakirin. Me merasîmek dît ku şêwazeke nû da têkoşînê. Xeta têkoşîna PKK'ê guheriye. Veguherîna ber bi siyaseta demokratîk ve neçar e. Bê guman, îdeolojiyek, felsefeyek û nirxên exlaqî û estetîkî hene. Rêbaza ku dikare van hemû nirxan ji nû ve entegre bike nava jiyanê, niha di siyaseta demokratîk de ye. Divê pêkanînên dijdemokratîk, binpêkirinên mafan û dezgehên dadwerî, rêveberî û qanûndanînê werin veguhertin û bibin avahiyeke demokratîk."
‘RÊBAZEKE TÊKOŞÎNÊ YA NÛ'
Sumeyye Bozê diyar kir ku şewitandina çekê rêbazek nû ya têkoşînê ye û got: "Ew merasîm ne tenê şewitandin, lê ji nû ve zayînekê jî dihewîne. Li dijî hemû nêzîkatiyên ku vê yekê wekî teslîmbûnê şîrove dikin, divê ew wekî îlankirina îradeyê were naskirin. Ev bi tevahî nikare wekî teslîmbûnê were şîrovekirin. Eslê wê hesin e û ji bo ku hesin were xebitandin, divê ew bigihê êgir. Divê em nîqaş bikin ka meriv çawa wê vediguherîne amûrekê. Hesinê li wir ku heta niha çek bû, dê were xebitandin, dê bigihê êgir û dê bi şikilê siyaseta demokratîk jiyaneke nû bibîne."