HDP dê raporê amade bike

  • rojane
  • 10:16 25 Hezîran 2018
  • |
img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, têkildarî encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku li ser binpêkirina mafê dengdanê û zext û zordariyê, dê raporekê aşkere bikin û got: "Ji ber manîpulasyonên Ajansa Anadoluyê, daxuyaniyên li ser encamên ne fermî tên dayin dûrî ji rastiyê ye. " 
 
Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, piştî encama hilbijartinê ya ne fermî ya 24'ê Hezîranê diyar bû li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, di civînê de bal kişand ser hîle û lîstikên hilbijartinê û wiha got: "Ji ber manîpulasyonên Ajansa Anadoluyê, daxuyaniyên li ser encamên ne fermî tên dayin dûrî ji rastiyê ye. Encamên sindoqan hîn bi temamî negihîştine YSK'ê. Îtirazên me neqediyane. Wezîfedarên me ji bo zelalkirina encaman dişopînin. Ji bo eşkerekirina binpêkirina mafê dengdanê têkoşîna me didome."
 
ŞERT Û MERC NE WEKHEV BÛN
 
Buldan, da zanîn ku namzet wan ê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di nava şert û mercên newekhev û neadîl de li girtîgehê kampanyaya hilbijartinê meşand û tevî vê yekê jî li dijî wî bi her awayî kampanya reşkirinê hate meşandin. Buldan diyar kir ku li gel vê yekê jî Demîrtaş di rêza sêyemîn de cih girt û ev yek nîşan dide ku gel pê bawer e û jê hez dike. Buldan destnîşan kir ku dengên Demîrtaş girtine ji yên hatine aşkerakirin zêdetir e û diyar kir ku ya ku piştî vê encamê divê were kirin, berdana Demîrtaş e.
 
JI BO HDP'Ê DI BIN BENDÊDE BIHÊLIN XEBITÎN 
 
Pervîn Buldan anî ziman ku hilbijartin di nava şert û mercên OHAL'ê de hatiye kirin û Serokê AKP'ê Erdogan û hemû nûnerên wî, ji bo HDP di binê bendê de bihêlin bi hemû derfetên dewletê xebitîne, ambargoyeke giran a medyayê danîne ser HDP'ê û zextên giran li wan kirine. Buldan destnîşan kir ku tevî van hemûyan jî HDP ji bendê derbas bûye û li parlamentê bûye partiya sêyemîn a mezin. Bûldan wiha axivî: "Lê belê dengê me ji dengê ku niha li ekranan xuya dike, zêdetir e. Bi dek û dolaban, deng û keda me hatiye dizîn. Em ê vê rewşê bişopînin. Encamên hilbjartinê nîşan dane ku gelên Tirkiyeyê destnîşan kiriye ku rejîmeke parlamenter bêyî HDP'ê, têkoşîneke demokrasî û edaletê bêyî HDP'ê nabe. Gelan diyar kiriye ku aştî, demokrasî, jiyana azad û pirrengî bêyî HDP'ê nabe."
 
Buldan da xuyakirin ku kesên deng dane wan, bi rengekî vekirî destek dane rejîmeke xurt a parlamenteriyê, demokrasiya herêmî ,serweriya hiqûqê, serwer û bêalîtiya dadgeriyê, welatekî bêyî OHAL'ê û ev nirxandin kir: "HDP'ê mesaja dengdêrên xwe girtiye û di çarçoveya vê mesajê de bi biryardarî têbikoşe."
 
Pervîn Buldan da zanîn ku ji îro û pê ve wê desteyên xwe yên rayedar bicivînin û karê hilbijartinê binirxînin. Bûldan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê li ser binpêkirina mafê dengdanê û zext û zordariya hatiye kirin raporekê bi raya gitşî re parve bikin. Em ê polîtîkaya xwe ya ji bo dema bê eşkere bikin."
 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Em li vê derê xwedî li îradeya hemû welatiyên xwe yên deng dane, derdikevin. Em careke din bang li hemû hevalên xwe yên li saziyên pêwendîdar dikin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin, bibin çavdêrê hemû pêvajoyan û heta encam diyar bibe em ê nobeda demokrasiyê bigirin." ENQERE
 

Sernavên din

13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Koçyîgît diaxive | ZINDÎ
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Binçavkirina rojnamevanan tê şermezarkirin
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim