ENQERE –Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç, tekildarî manipulasyonên Ajansa Anadolu xwest baldar bin û dest ji sindoqan bernedin. Oluç, anî ziman ku li gorî agahiyên ji wan re hatiye rastî pir cuda ye û xwest gel sindoqan bernedin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniyek da û got li gor daneyên ber destê wan HDP’ê bend derbas kiriye, bang li peywirdarên sendoqan û mişahidan kir ku ji ser sendoqan veneqetin.
Cîgirê Hevserokê HDP’ê Sarûh Oluç li navenda HDP'ê daxuyanî da û wihagot: "Encamên hilbijartinê ji hêla AA’yê ve têne manîpulekirin û armanca AA’yê ew e ku morale gel xira bikin, bihêlin ku ji ser sendoqan veqetin. Heta ku ji Navenda HDP’ê agahî neye standin divê cihê xwe yê peywirê bernedin. Divê peywirdarên partiyên demokratîk jî sendoqan bernedin. Li gorî daneyan HDP’ê bend derbas kiriye. Li vir dîsa AA manîpulasyonê dike. Mînak encamên bajarên Kurdan AA bi derengî dide, hin bajar hîç nedane. Çima nadin? Ji ber ku encamên wir dike ku HDP’ê bendê derbas bke. AA ji gelek eniyan manîpulasyonê dike.’’
HDP’ê bend derbas kiriye, bila mişahid û peywirdar li ser karê xwe bin. Heta ku ji me re nebêjin, bila kes dev ji karê xwe bernede."