AGIRÎ - Li navçeya Avkevirê Rêxistinê HDP'ê ya Agiriyê mîtîng pêk anî. Gelê Avkevirê ku alên Tirkiye û HDP'ê xistin destê xwe ji bo xebatên 24'ê Hezîranê gotin “Tamam”.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Navçeya Avkevirê mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de Namzetên HDP'ê yên Agiriyê Berdan Ozturk, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Kezban Dumlu Ogel û Abdullah Koç amade bûn. Di mîtîngê de welatiyên Ezeri, alên Tirkiye û alên HDP'ê bilind kirin û hatin tev li mîtîngê bûn. Di mîtîngê de namzeta HDP'ê ya Agiriyê Kezban Dumlu Ogel, diyar kir ku ji hilbijar9tinê re 2 roj maye û xwest her kes biçin ser sindoqan û li vina xwe xwedî derkevin. Ogel, anî ziman ku bi qeyûman vina wan hatiye desteserkirin û wiha got: "Divê gelê kurd li dijî van polîtîkayan biçin ser sindoqan."
Parlementer Abdullah Koç jî axivî û xwest roja hilbijartinê li dijî lîstik û hîleyên AKP’ê baldar bin û sindoqan biparêzin.
GELÊ AVKEVIRÊ JI NIHA DE GOTIYE TEMAM
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamenter û namzeta HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir jî gelê Navçeya Avkevirê silav kir û wiha got: "Gelê Avkevir û Agiriyê li gel hemû zextan serî netewand. Gelê kurd li dijî xeztan seri netewand. Li gel zextan em dîsa qadan tijî dikin. Em li hemberî vê biryar û berxwedana we ku hûn qadan tijî dikin bi hurmetî bejna xwe ditewînin. Gelê Avkevirê ji niha de ji bo 24'ê Hezîranê gotiye "Temam". Tiştadi 24'ê heziranê de ku em baldar bin divê em baş sindoqan biparêzin. Divê em li dijî dizî û hîleya AKP-MHP'ê sindoqan biparêzin û bersivê bidin faşîzmê."
Namzetê HDP'ê yê Agiriyê û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, jî gel silav kir û xwest her kes di 24'ê Heziranê de biçin ser sindoqê dengê xwe bidin û sindoqan biparêzîn. Ozturk, anî ziman ku ev hilbijartin ne tenê hilbijartina Parlamenter û Serokomariyê ye û xwest her kes biçin ser sindoqan û bi destê xwe pêşeroj û vîna xwe diyar biki nû li vîn û dengê we xwedi derkevin. "