Malbatan bi girseyî gorên zarokên xwe ziyaret kirin

  • rojane
  • 19:51 14 Hezîran 2018
  • |
img

AMED – Bi hezaran malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan di arîfeya Cejna Remezanê de berê xwe dan ser gora zarokên xwe û zarokên xwe bibîr anîn. Malbatan li dijî şer bertek nîşan dan. 

 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi boneya Cejna Remezanê li gel namzetên HDP’ê yên Amedê çûn serdana Goristana Yenîkoyê ya Amedê û gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi, namzetên HDP’ê yên Amedê Selçuk Mizrakli, Abdurrahîm Durmuş, Remziye Tosun û Semra Guzel, Wekîlê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr, rêveberên HDP, DBP û KCD'ê jî di nav de beşdarî ziyaretê bûn. Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin û fatîha hat xwendin. 
 
‘EM Ê RIYA WAN BIŞOPÎNIN’
 
Di serdanê de Hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi axivî û got: “Bi wesîla Cejna Remezanê me carek din berê xwe da şehîdên xwe. Bedelên giran hatin dayîn. Ev hevalên me ji bo azadiya gelê xwe, ji bo mafê xwezayî û siberoja gelê xwe canê xwe feda kirin. Riya wan riya me ye û em ê wê riyê her dem bişopînin. Em êşa malbatên xwe parve dikin. Êş û birîna malbatên me êş û birîna me ye. Wê ew her tim di têkoşîna me de bijîn.”  Piştî axaftina Çamçi li ser goran geriyan û ziyaret kirin. 
 
MALBAT HERIKÎN SER GORÊN ZAROKÊN XWE
 
Li aliye din malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi hezaran kes herikîn serdana gorên zarokên xwe. Malbata Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a Sûrê ku hat kuştin jî ji Cizîrê hatin serdana gorê. 
 
Di serdanê de bi taybetî dayikên kesên jiyana xwe ji dest dane xemgîn bûn û li dijî şer bertek nîşan dan. Di kêliyên serdanê de balkêş bû ku balafirên şer li ser hev ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê radibûn û dadiketin. Hin dayik kêlikên zarokên xwe hembêz kirin û dia kirin û fatîhayan xwendin. Malbatan derdora gorên zarokên xwe paqij kir û gul û kulîlkên li ser goran av dan. Balkêş bû ku hin ciwanan jî gorên hevalên xwe ziyaret kirin. 
 
‘HESTIYÊN WAN BÊHNA ME DERDIXE’ 
 
Mamê Mansur Guzel ê di 2011’an de dema keştî desteser kir û xwest biçe Girava Îmraliyê cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ew kuştin Abdurrahman Guzel diyar kir ku dema ew tên ser goran  bêhna wan bi hestiyên miriyê wan derdikeve û got: “Îro dijmin ji hestiyê me jî ditirse. Hemû goristanên me îmha kirin. Wê ev zilm heta ku dewam bike. Tu merhameta wan nîne. Ev minafiq e. Feleka wan rabe nikare li Qendîlê bixe. Ez bi qurbana berxwedana wan xortan bibim. Ev çend sal e ji xwe hûn Qendîlê bombebar dikin. Em ne terorîstin. Xwedê me mirov çêkiriye.” 
 
‘EM  XEMGÎN IN’ 
 
Dayika Guzel, Sittî Guzel jî anî ziman ku ew bi girî tên ser gorên zarokên xwe û ew bi girî vedigerin malê xwe û got: “Em nikarin cejnan pîroz bikin. Dilê me xemgîn e. Di cejnan de kêfxweşî tune ye. Em şer naxwazin, êdî şer re bes e.”
 
‘KÊFXWEŞIYA ME BÛYE XEMGÎNÎ’ 
 
Dayika Medenî Yildirim ê ku di hezîrana 2013’an de li Licê dema li dijî çêkirina kalekol û qereqolan derket û bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da Fahriye Yildirim jî gora kurê xwe ziyaret kir û diyar kir ku kurê wê bêlesebep hat kuştin û got ku heta kujerên kurê wê bên cezakirin dê têbikoşin. Yildirim da zanîn ku li şûna kêfxweşiya wan xemgîniyê dijîn û her cejnê xemgînî pêşwazî dikin. 
 

Sernavên din

21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin