Serokê Baroya Enqereyê: Gelo rêxistinên taxan dê mirovan tehîd bikin?

  • rojane
  • 14:51 14 Hezîran 2018
  • |
img
ENQERE – Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ên gefan li HDP'ê dixwe dan û got: "Gelo piştî vê fermana Erdogan rêxistinên taxan dê mirovan tehdît bikin? Dê destûr nedin mirov biçin ser sindoqan?" 
 
 
Axaftinên Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan ên di civînên bi endam û rêveberên xwe re dike bi awayekî veşarî fermandê dide endam û rêveberên xwe û dixwaze HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Duh piştî dîmena di "Civîna bi Serokên Taxan re" de derket holê, Erdogan fermanê dide ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Di dîmena duyemîn a ku Erdogan der barê muşahîdan de kir, derket holê ku Erdogan ji muşahîdan dixwaze sindoqan desteser bikin. Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran, têkildarî vê helwesta Erdogan bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Gelo nizanibû ku ev dîmen dê di çapemeniyê de bên belavkirin? Ev gotinên Erdogan pir bi tirs in. Gotina Erdogan a dê HDP di bin bendê de bimîne asayî ye. Lê gotina 'Yên ji derî bên vegerandin yên wan in. Rêveberiya taxê dê wan tespît bike. Dê wan ji lîsteya hilbijêran derxin, Bi vê yekê dixwazin çi bikin. Vana dê çi biki welatiyên ku deriyên xwe venekin. Gelo dê van mirovan deq bikin?  Îktîdarê ji niha de şaîbe xist hilbijartinê. Ev rêxistinên taxan dê hêsa dewletê bidin pişt xwe û zorê bikar bînin. Dê gefan li mirovan bixwin. Gelo dê destûr nedin ku mirov biçin ser sindoqan. Ev îkdîdar dixwaze bi destê dewletê hilbijartinê vegerîne milê xwe. " 
 
EM VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN
 
Canduran, herî dawî da zanîn ku piştî vê gefê mirovên bê deqkirin dibe ku her tişt bi serê wan de bê û wiha bi dawî kir: "Ev yek nayê qebûlkirin. Em vê yekêqebûl nakin. Bi taybeti li ser Stenbol radiwestin. Ji ber ku li Stenbol girseya CHP û HDP'ê pir zêde ye. Dibe ku encamên talûke derkevin holê. Di vir de berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê muxalefetê. Dîsa berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê baro û parêzeran. Piştî vê dîmenê êdî bêtir ferz ke ku li her dibistanekê parêzerek hebe. 34 baro û parêzerên ku erkdar kirine dê li dibistanan bigerin û li ser kar bin. Dîsa berê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî diyar kiribû ku dê roja hilbijartinê 531 hezar personelên ewlehiyê li ser sindoqan peywirdar bikin. Em dipirsin ewlehiyek wisa mezin çima? Gelo dê li diji sindoqan êrîş pêk bên. An jî serokê Lijneya hilbijartinê û lijneya hilbijartina navçeyan dê fermanê bide leşker û polîsan?" 
 
DIVÊ TEQEZ HILBIJÊR DI WEXTÊ XWE DE BIÇIN SER SINDOQAN
 
Canduran, herî dawî xwest ku hilbijêr di wextê xwe de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Divê bi parêzerên li dibistanan re di nava têkiliyên de bin. 
 

Sernavên din

22/10/2018
21:07 Li Amedê der barê 7 kesan de biryara girtinê
17:03 Di doza Safîturk de biryar hat dayîn
15:43 Di doza Qeymeqam Safîturk de, ji bo biryarê navber hat dayîn
15:31 Heyeta doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dîsa guherî
15:18 ÎHD: Divê Sonda Xwendekaran paşve neyê anîn
14:53 Bûyerek din a revandinê: Li HDP’ê çi dibêjin ji me re bêje, dê kes têlilî te nebe!
14:22 Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e
14:04 Dema karkeran xwest daxuyanî bidin, maeşê wan hat dayîn
13:45 Di kontrola rêya Nisêbînê de bi metreyan wesayet hatin rawestandin
13:19 Karkerên Balafirgehê vê carê ji bo mûçeyên xwe dest ji kar berdan
12:37 Pîrebokên Kampûsê ji bo berdana endama xwe dest bi kampanyeya îmzeyan kir
12:22 Îfade dana der barê bûyera Kaşikçi de didome
11:47 Li Idlîbê lîstûk ji nû ve tê lîstîn: Çav vegeriyan ser civîna Stenbolê
11:39 Doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dest pê kir
10:47 Leşkerekê li Dîlokê firar kir xebatkarên mexazayekê rehîn girtin
10:19 Jinek hat qetilkirin
10:19 Penaber noqî avê bûn: 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
09:46 Bihuştek veşartî: Salordek
09:26 Helbestvan Bereh: Wêje û ziman ruhê neteweyekê ye
09:16 DÎSK-AR: Krîz encam polîtîkayên 16 salan e
09:16 Di Herêma Serbest de karker çewisandin serbest e!
09:15 'Jin ji bo fatûreya kêm bidin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin'
09:14 ‘Pêşnûmeya efûyê bê qebûlkirin dê tehdîta li dijî jinan zêde bibe’
09:13 Kaçmaz: Pereyê gel didizin û şaredariyan deyndar dikin
09:13 Di doza Safîturk de li benda biryarê ye: Bi darizandina adîl dê tev beraet bikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2018'AN
21/10/2018
19:33 Serokên baroyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê diyar bûn
17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
13:09 HDP’ê bi partiyên kurd re civîn li dar xist
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê