Neviyê Şêx Seîd: Tu kê darve dikî?

  • rojane
  • 09:52 14 Hezîran 2018
  • |
img

AMED – Neviyê Şêx Seîd bersiv da sloganên “darvekirinê” yên di mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan û daxuyaniyên wî û got: “Bêbextiyan li birêz Demîrtaş dikin. Me bi dehan car êşa darvekirina kişand. Em li dijî darvekirinê ne û kî kê darve dike?” 

Serokê Giştî yê AKP’ê û namzetê Serokomariya AKP’ê û MHP’ê Recep Tayyîp Erdogan di 10’ê hezîranê de li mitînga xwe ya Kocaeliyê axivî. Girseya Erdogan li dijî namzetê Serokomariyê yê HDP’ê slogana “Darvekirin” berz kir û Erdogan jî wiha bersiva sloganan dabû: “Heke parlamento têkildarî van biryarê ji min re bişanda, min ê zû ve erê bikira.” Li dijî slogan û van gotinên Erdogan bertek zêde dibe. Di dîroka kurdan de jî yekem car pêşengê kurdan Şêx Seîd li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatibû dervekirin. Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat bersiv da gotinên Erdogan. 
 
‘TU KÎ DARVE DIKÎ?’ 
 
Firat anî ziman ku mijara darvekirinê nêzîkatiyek ji Erdogan tê ye û got: “Bi taybetî di vê serdemê de Erdogan van gotinên xwe dê zêde bike. Dixwaze li ber hilbijartinê xwe bi girseya xwe bide şîrînkirin. Ev mijara darvekirinê tiştên nexweş in. Bi taybetî em li dijî darvekirinê ne. Em ê li Meclîsê behskirina darvekirinê jî holê rabikin. Bêbextiyê li birêz Selahattîn Demîrtaş dike. Ji bilî bêbextiyê wek din ne tiştekî din e. A rast ez li benda tiştên cuda bûm. Êdî zilam nizane dê çi bibêje, êrîşî Demîrtaş dike. Li dijî Demîrtaş dest bi gotinên kirêt kiriye. Em li dijî darvekirinê ne. Kîjan darvekirin û tu kî îdam dikî? Birêz Demîrtaş ji kê çi kiriye? Maf, edalet û azadiyê parastiye. Ji bilî van gotinan ji kê re çi gotiğe. Duh jî îro jî û dê sibê jî van gotinan bêje. Em van gotinan red dikin. Navê darvekirinê jî nexweş e. Heke ku mirov di vê serdemê de ji ber ramanên xwe tên darvekirin, ev tiştek derveyî serdem û ehlaqê ye. Kes ne xwedî wî mafî ye kesan darve bike.” 
 
‘ME HÊJ ÊŞA KALIKÊ XWE JÎ BÎRA NEKIRIYE’ 
 
Firat bal kişand ser darvekirina Şêx Seît û wiha got: “Di carekê de pêşengê serhildanê Şêx Seîd û hevalên wî darve kirin. Ez neviyê Şêx Seîd im. Di serdemên 1925’an de bi sedan mirovên me darve kirin. Elbete yên ewil ku li dijî meseleya darvekirinê derkeve em in. Çumkî herî zêde êşa darvekirinê me kişand. Alerjiya me li dijî darvekirinê heye. Em nikarin darvekirinê ji bîra bikin. Darvekirin ketiye nav xwîna me. Ez wek neviyê Şêx Seîd seknek min li dijî darvekirinê heye. Em ew kesên ku darvekirinê red dikin.” 
 
MA / Bilal Guldem - Ozgur Paksoy 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20:13 11 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:49 Li Dêrsimê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 19'an de berdewam kir
19:33 Li pêş Nûnertiya NY’ê tecrîd protesto kirin
19:12 Dayikên li pêş Gebze di nobetê de: Roja tecrîd bi dawî bibe emê roja dayikan îlan bikin
18:44 Dadgehê Encu yê li Roboskî xizmên wî hatin kuştin, şandin girtîgehê
18:31 Parêzeran peyama Ocalan gihand Leyla Guven
17:34 Parêzerên Ocalan: Piştî em bi çalakgeran re parve bikin em ê daxuyanî bidin
16:22 Malbatan li gel gefên polîsan dîsa çalakî li dar xistin
16:06 'Em ê nemirin, bi ser kevin û tecrîdê bişikînin'
15:23 Dayikên Laçik Spî li Wan û Stenbolê xwestin tecrîd bi dawî bibe
15:13 KESK: KHK dê biçin em ê bimînin
15:11 Li dadgehê qala îşkenceyê kirin
15:06 Pirtûka Brian Morris a ‘Pêşengê Mirovheziya Ekolojik' derket
14:25 Ekmez a li ber Girtîgeha Gebze hat derpkirin: Bi zorê dimeşim
14:22 Pêşî rûniştin û paşê jî meşiyan
13:46 Gardiyanan li Kalkandereyê jî radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
13:41 200 girtiyên di grevê de tenduristiya wan krîtik e
13:13 Hevserokê DBP'ê yê Êlihê hat girtin
12:58 Îşkenceya ji Qereqola Cendirmeyan a Yalakê heta TEM'ê vegot
12:55 Serokwezîra Îngilistanê Teherese May îstifa dike
12:34 HDP'ê ji Meclisê xwest Xalfetiyê lêkolîn bike
12:15 Polisan 4 kesên din jî li Hewagê binçav kir
11:36 Konseya Navendî ya TTB'ê têkildarî çalakgerên greva birçîbûnê hişyarî kir
11:16 Pirsên greva birçîbûnê 'parvekirinên çapameniya ne fermî' hatin hesibandin
10:57 Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Îmraliyê
10:56 Platforma Zimanê Kurdî panale ol û ziman li dar dixe
10:18 Ciwanan li Edeneyê çalakiya dengderxistin li dar xistin
10:04 Parêzera Nevîn Yildirim: Em carek din bi edaleta mêr re rû bi rû man
09:48 Surme yê di greva birçîbûnê de: Dayik şoreşgerên demê ne
09:11 Bi hinceta 'pêwendiya xwe bi rêxistinê re nebiriye' nehat berdan
09:10 ZMO: Îsal berê genim ji sedî 10-15 kêm e
09:09 Şaredarê ku YSK'ê ew tayîn kir kesên nêzî xwe li şaredariyê bi cih dike
09:09 Li 13 parêzerên xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê lêpirsîneke din
09:08 Hasass ê greva xwe li malê didomîne: Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere
09:07 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:07 Qeyûm 33 milyon TL ji bo avê xerc kir, lê av tune
09:06 Parêzerê Ocalan Koklu: Divê CPT encamên serdanê aşkere bike
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2019'AN
08:38 Leyla Guven 198 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 25'an de didome
23/05/2019
17:15 Îşkenceya Xalfetiyê li Parlamentoyê Îngilistanê bû rojev
16:47 Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin
16:33 Li 3 girtîgehên Çukurova rewşa dawî
16:02 Tabeleya Dersimê Bahçelî aciz kir
16:01 Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye
15:34 Ji rojnameger Demîr re ceza hat xwestin
15:28 Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin
15:00 Di doza TÛAD û OHD'ê de klasor derketin 150'yî
14:17 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin'
14:13 Saziyên Jinan li dijî bersûcên îstîsmara zarokan serlêdana sûc kirin
13:45 Dê li Amedê 'Ceribandinên Afrîkaya Başûr' bê axaftin