Dozgeriyê îfadeya nûçegihanê me ya li emniyetê nedît!

  • rojane
  • 09:28 14 Hezîran 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Di îdianameya ku derbarê nûçegihanê me Barzan Guneş ku 3 roj berê li Şirnexê hat girtin hat amadekirin û berpêşî dadgehê hat kirin de, parvekirinên li ser civaka medyayî yên di sala 2014'an de hatine kirin û parvekirinên der barê êrîşên li ser Efrînê sûc hatin hesibandin. 

 
Nûçegihanê me Barzan Guneş 3 roj berê dema ji bo nûçeyan diçû Şirnexê, di noqteya venêrînê ya polîsan de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îdirê ve hat amadekirin, berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê hat kirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku Guneş bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin. 
 
Di îdianameyê de tenê parvekirinên li ser medyaya civakî û parvekirinên nûçeyan sûc hatin hesibandin. Di îdianameyê de parvekirinên 2014'an ên der barê êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê sûc hatin hesibandin. Her wiha nûçeyên bi ser navê "Dayikên Şirnex û Mêrdînî: Em ê Efrînê ji wan re nehêlin", "Çavdêriyên Robert Fîsk ên derbarê Efrînê de: Penaberên pitik, zarok û jin ên hatin kuştin" û "Dema min zarokên li Efrînê hatin kuştin dibînim Cemîleya min tê ber çavê min" sûc hatin hesibandin. 
 
PIRTÛK HEYE, LÊ NAV TUNE YE! 
 
Di 4 Nîsanê de polîsan avêtibû ser mala malbata Guneş û di avêtina ser malê de 5 pirtûk desteser kiribûn. Di îdianameyê de ji bo pirtûkan hat gotin "Pirtûkên piştgiriya rêxistina terorî ya çekdar PKK/KCK'ê dikin", lê belê navê pirtûkan nehatiye diyarkirin. 
 
Dozgeriyê di îdianameyê de derbarê Guneşê ku di çarçoveya lêpirsîna 20'ê Nîsanê de li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Cizîrê de îfade da de, diyar kir ku ligel hemû lêkolînan gumanbar nehatiye dîtin û derbarê bûyerê de parêziya wî nehatiye girtin. Di îdianameyê de hat gotin ku ji ber vê derbarê gumanbar de biryara zevtkirinê hatiye dayîn. 
 
Parêzerê dosyeyê Sertaç Ozkan bertek nîşanî girtina Guneş da û diyar kir ku divê parvekirinên hatine kirin di çarçoveya fealiyetên rojnamegeriyê de bên nirxandin. Ozkan, bilêv kir ku ev girtin derhiqûqî ye û got: "Me di dadgehê de diyar kir ku eger muwekîlê min bê cezakirin jî, ev ceza di çarçoveya cezayê taloqkirinê de ye. Me got dê rojekê jî di girtîgehê de nemîne, lê belê dadgehê daxwazên me qebûl nekirin." 

Sernavên din

17:15 Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Çîçek hat berdan
17:14 Ji Gundê Xerabê Bava HDP'ê ji sedî 91 deng derxist
15:57 Li Bazîdê ku peykerê Xanî xera kirin HDP bû partiya yekemîn
15:52 Di Pîrozbahiyên Amedê de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin
15:32 Birayê Serokê Partiya ÎYÎ jî hat kuştin
14:57 Li Meclîsê nûnertiya jinê ji sedî 17,5 e
14:56 Mizrakli: Kurdan ji polîtîkayên AKP’ê re got ‘na’
13:33 Li her du girtîgehên Amedê jî HDP û Demîrtaş bi ser ket
13:26 Înce: Rejîma nû ji bo Tirkiye talûkeyek mezin e
12:21 Dê wêneyê rojnamegera girtî Dogan li Fransayê bê pêşandan
11:49 Şiroveya siyasetmedarên Ewropa: Demokrasî ketiye talûkeyê
10:44 Li Bûrsayê 2 karkerên çandiniyê di qezayê de mirin
10:16 HDP dê raporê amade bike
09:21 HDP'ê li bajarên hatin xerakirin rekor derbas kir
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2018'AN
09:00 HDP'ê 25 JIN ŞANDIN MECLÎSÊ
08:55 HDP'ê ji hemû rengên Tirkiye parlamenter birin meclîsê
24/06/2018
23:59 AKP-MHP'îyan êrîşî avahiyên HDP'ê kirin
23:17 Encama hilbijartinê ji qemûman re got na
23:14 Tezcan: Hilbijartina Serokkomariyê ma tûra duyan
22:13 Li Êlih û Geverê mudaxaleyî pirozbahiyê kirin
21:34 Temellî: Me bend derbas kir em sindoqan terk nakin
21:17 HDP'ê benda ji sedî 10 derbas kir
21:10 HDP’ê bang kir: Gun nedin manipulasyonên AA û sindoqan terk nekin
20:49 Li Roboskî HDP û Demîrtaş rekor şikand
20:23 Di sindoqa Demîrtaş de HDP bû yekem
19:57 Li Amara HDP û Demirtaş bûn yekemîn
19:44 AA di 3 hilbijartinên dawî de heman rêbaz pêk anî
19:30 Berdevkê CHP'ê Tezcan: AA li ser kuc hat girtin Erdogan ji sedî 48 derbas nekir
19:20 Polîsan mudaxaleyî girseya ku li pêş YSK'ê kom bûn kirin
18:26 Serokê Navçeyê yê Partiya ÎYÎ hat kuştin
18:03 Dîmenên dengên blok ên ku AKP'ê li Rihayê avêtin sindoqan derketin
17:33 ÎHD: Li Pirsûsê mudaxaleyî vîna hilbijêr kirin
17:11 Hilbijartin qediya dest bi jimartina dengan kirin
16:40 Ahmet Şik hilbijêra nexweş hilgirt û bir ser sindoqê
16:23 Serdozgerî: 4 kesên nelirê deng bikar anîn hatin binçavkirin
16:11 Fermandar li ser sindoqê ye: Ez naxwazim Velî Encu li vir bibînim
15:51 Heyeta Fransî li Agiriyê hat binçavkirin
15:48 Li Rûbarokê jin yekem car çûn ser sindoqan
15:06 Li Mûşê dîmenên dengdayîna komî derketin holê
15:05 Birîndarên êrîşa 5'ê Heziranê çûn ser sindoqan û deng dan
14:39 Xizmên Yildiz ê AKP'î li Pirsûsê HDP'î kêr kirin
14:06 Yildiz û xizmên xwe li 6 dibistanên Pirsûsê dengên blok bikar anîn
13:57 25 kîlo mîtro rê meşiyan û dengên xwe dan
12:52 Serokê YSK’ê ji bo Pirsûsê daxuyanî da
12:52 Buldan: Vê dibistanê oxir anî
12:46 Bi sedyeyê çû ser sindoqê
12:11 Li Stenbolê gel dibistanan naterikîne
11:56 Şaredarê AKP’î gef li peywîrdar û namzetê HDP’ê xwar
11:51 Dayik Emîne Şenyaşar deng da: Înşallah dê hilweşe û biçe