Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin

  • rojane
  • 09:39 22 Mijdar 2024
  • |
ERDEXAN - Parêzer Yaşar Kaya anî ziman ku divê Abdullah Ocalan ji "mafê xwe yê hêviyê" sûd wergire û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û got: "Eger dewletek pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser neke, wê yên din werin û çareser bikin."
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de têkildarî cezayê muebbedê yê giran ê ku li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn, wekî li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dît û got ku ev ceza îşkence ye. Ligel ku 10 sal di ser biryara DMME’yê ya re derbas bûye jî, der barê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de hê tu gav nehatine avêtin.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku çavdêriya pêkanîna biryarên DMME'yê dike, di civîna xwe ya dawî ya navbera 17-19'ê Îlonê de hişyarî da Tirkiyeyê û diyar kir ku divê demildest tedbîrên pêwîst bên girtin, eger nebe wê di civîna Îlona 2025'an de biryareke demkî were amadekirin.
 
Parêzer Yaşar Kaya der barê mijarê de axivî. Kaya destnîşan kir ku "mafê hêviyê" ne ew maf e ku bê taloqkirin. Kaya got: "Armanca bingehîn a li vir ew e ku mirov heta hetayê di girtîgehê de nemîne. Jixwe ev mafekî li ser esasê mafên mirovan e. Tevî ku li piraniya welatan rêziknameya nivîskî tune ye jî, DMME diyar dike ku mirov heta hetayê di girtîgehê de nemîne."
 
Kaya bal kişand ku bi salan e rojeva "mafê hêviyê" ya ku Bahçelî anîbû ziman tînin ziman û wiha got: "Gotinên Bahçelî yên der barê birêz Ocalan de yên 'Bila were meclisê û biaxive û ji mafê hêviyê sûd werbigire' bi temamî piştî fikreke polîtîk hatine eşkerekirin. Li Tirkiyeyê, girtîyekî ku piştî demekê bê berdan an na, ev yek ji aliyê komîsyoneke ku li girtîgehê di çarçoveya Qanûna Înfazê de tê avakirin ve diyar dibe. Pêwîst e mirov mafê hêviyê li derî fikira siyasî ya rojane binirxîne." 
 
Kaya pêkneanîna biryarên binpêkirina DMME'yê wekî 'kuştina qanûnî' bi nav kir û got: "Tirkiye mecbûr e ku li gorî DMME'yê tevbigere. Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê dibêje, 'Eger hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê li hev nekin, dê hiqûqa derve û hiqûqa navneteweyî bê pêkanîn. Mixabin biryarên DMME'yê yên ji bo birêz Ocalan û girtiyên din nayên pêkanîn." 
 
‘NÊZÎKATIYA JI BO OCALAN NÊZÎKATIYA JI BO MESELEYA KURD E'
 
Kaya diyar kir ku nêzîkatiya li Abdullah Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li pirsgirêka kurd e û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan li ser kurdan xwedî bandoreke girîng e. Kaya anî ziman ku ev rewş ji aliyê dewletê ve jî tê zanîn û got: "Birêz Ocalan bi israr dibêje 'Mîhadê çekan tije bûye. Em dixwazin  pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.' Bahçelî di hevdîtinên xwe yên dawî de ji tişta ku jê tê hêvîkirin pir wêdetir peyaman dide. Li aliyê din jî şirîkê desthilatê yê din jî bi tayinkirina qeyûman, nêzîkatiyên xwe yên ewlehîparêz ên didomîne. Ev wiha nabe. Bêguman geşedanên li Rojhilata Navînê jî ferz dikin ku divê li Tirkiyeyê meseleya kurd bê çareserkirin. Pirsgirêka herî girîng a Rojhilata Navînê meseleya kurd e. Ger ev neyê çareserkirin, dê emperyalîst mudaxil bibin. Geşedanên li Rojhilata Navînê, li gor geşedanên li herêmê, mecbûr in meseleya kurd çareser bikin. Ger gelek an jî dewletek pirsgirêkên xwe çareser neke wê hin kesên din werin çareser bikin." 
 
Kaya anî ziman ku pirsgirêkên gel û baweriyên cuda bi demokratîkbûna komarê re dikarin bên çareserkirin û wiha got: "Ya ku wê vê yekê çareser bike hêzên siyasî ne. Lê belê eger em wekî gel, wekî rêxistinên girseyî yên sivîl tênekoşin wê neyê çareserkirin. Ji bo vê jî ya girîng en gotin, prtaîk e." 
 
Kaya diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê her tim tê taloqkirin û ev rewş zirareke mezin dide û got: "Pirsgirêka kurd 40 sal in bi vî rengî ye. Her ku dirêj dibe, bi aborî, siyasî, çandî re girantir dibe. Çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo 85 milyon kesên ku li Tirkiyeyê dijîn pirsgirêkeke mirovî û exlaqî ye. Di vî warî de paradîgmaya Ocalan eşkere ye. Jixwe peyama wî ya dawî jî vê yekê dibêje. Hêvîdar im biryarder vê helwesta jidil a Ocalan esqas bigirin û bêyî bi derengî bike ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk bê çareserkirin." 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’