Deklarasyona ‘Demokrasî û Azadiyê’: Muxatab Ocalan e

  • rojane
  • 12:01 11 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Di deklarasyona mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê were lidarxistin de wiha hate gotin: “Gelê kurd û siyaseta kurd ji teorî û pratîka birêz Ocalan bibawer e; tekane navnîşana çareseriyê û muxatabê wê jî birêz Ocalan e.” 

Platforma Saziyên Demokratîk ji bo mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê, deklarasyona “Demokrasî û Azadiyê” ragihand. Daxuyanî, li eywana Sendîkaya Petrol Îşê hate xwendni. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo welatekî demokratîk em meşa xwe ya azadiyê mezin dikin” hate hilgirtin.
 
Kurdiya deklarasyonê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Havva Can ve hate xwendin.
 
Deklarasyona “Demokrasî û Azadiyê” wiha ye: “Di van demên dawî de li erdnîgariya me û cîhanê pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Netew-dewletên herêmî û hêzên hegemon dixwazin li gorî berjewendiyên xwe erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Qeyran û aloziya ku ji aliyê sîstema Modernîteya Kapîtalîst ve hatiye afirandin bandorek kûr li ser Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Çerxa tundî û kedxwariyê ya pergalê gihiştiye asta têkbirina civak, xweza û tevahiya jiyanê. Di vê sedsalê de pergala netew-dewletan bi hemû sazî û pîvanên xwe îflas kiriye. Eşkere bûye ku qeyranên vê pergalê wek 3'yemîn Şerê Cîhanê li herêma me û cîhanê belav dibe. Modernîteya Kapîtalîst bi tundî, bi zext û qetlîaman bersivê dide daxwaza azadiyê ya gelan. Lê, tevî hewldanên vê pergalê bi tenê qeyranan kûr dike, tu encamên çareseriyê nade. 
 
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK ŞENSEKÎ MEZIN E
 
Îro Rojhilata Navîn ji ber nirxên xwe yên dîrokî, çandî û civakî bûye navenda şerê pergala Modernîteya Kapîtalîst. Hişmendiya netew-dewletî gelên ku bi hazar salane li ser vê erdnigariyê bi hev re dijîn aniye beranberi hev. Çerxa şer û îstîsmarê ya pergalê carek din nîşan daye ku tekane rêya çareseriyê ew e ku, gel pirsgirêkên xwe bi destê xwe çareser bikin. Di vê çarçoveyê de paradîgmaya Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê şansekî mezin pêşkêş dike.
 
MEŞRÛIYETA DESTHILDARDARÊN DESPOTÎK NEMAYE
 
3'yemîn Şerê Cîhanê îro gihiştiye qonaxeke nû. Li aliyekê şerê Rûsya-Ukraynayê û li aliyê din şerê Îsraîl û Filistînê wekî encamên şênber ên 3’yemîn Şerê Cîhanê derketine holê. Bandorên şerê ku li ser xeta Îsraîl, Filîstîn û Lubnanê diqewime bandorek mezin li hemû hêzên herêmî û kûrewî dike. Polîtîkayên ret û înkarê yên netew-dewletên despotîk ji bo berjewendiyên siyasî ji hêzên hegemon re derfetan diafirîne. Meşrûiyeta van desthilatdarên despotîk êdî nemaye. Tevî îktîdarên vê pergalê êdî nikarin li ser piyan bisekinin. 
 
PIRSGRIÊKA KURD ÇARESERIYÊ LI HÊZÊN HERÊMÎ Û HEGEMON FERZ DIKE 
 
Yek ji netew-dewletên ku ji ber polîtîkayên red û înkarê edî nikare pirsgirêkên xwe çareser bike jî Tirkiye ye. Pirsgirêka kurd di encama polîtîkayên red û înkarê de îro derketiye asteke kûrewî û çareseriyê li ser hemû hêzên herêmî û hegemon ferz dike. Êdî kes nikare meseleya kurd û Kurdistanê ji paşguh bike. Ji bo pirgirêka kurda bi rêya muzakereyan bigihîje çareseriyê, birêz Ocalan heya niha gelek caran îrade nîşan da. Lê, her car ev şens û derfet ji hêla dewletê ve vala hatin derxistin. Ji şûna çareseriyê polîtîkayên înkarê qeyranên heyî kûr kirin. Asta ku hatî heqîqeta meseleya kurd ligel hemû red, înkar, zext û komkujiyan îro car din pêwistiya çareseriyê aniye rojevê. 
 
MUXATABÊ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BIRÊZ OCALAN E 
 
Di vê çarçoveyê de ev demek e, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi awayek yek alî behsa meseleya kurd dike. Ji ber çi sedemê be bila bibe, nîqaşên ku li ser çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin erênî û girîng in. Divê tevî hêzên siyasî û civakî bi awayek erênî nêzî vê nîqaşê bibin û piştgirî bidin. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de rola rêzdar Abdullah Ocalan bingehîn û esasî ye. Bi vê armancê daxuyaniya Rêzdar Ocalan a ‘Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc çê bibin; ez xwedî wê hezê me ku pêvajoyê ji zemîna tundî û şer derbasî zemîna siyasî û hiqûkî bikim’ xwedî wateyek mezin û dîrokî ye. Wekî ku tê zanîn, di pêvajoyên beriya niha yên agirbest, diyalog û muzakereyan de birêz Ocalan roleke mezin lîst û bandora ewe ya li ser çareseriyê nîşan da. Îro jî gelê kurd xwe dispêre siyaset û teorîya birêz Ocalan û dibêje ‘Birêz Ocalan muxatabê çareserî û aştiyê ye.’ Her niha siyaseta kurd bi hemû pêkhateyên xwe diyar kir ku ji bo çareseriya mayînde muxatab birêz Ocalan e û divê her hêzên siyasî berpirsyariya xwe ya civakî bi cih binin. 
 
HEKE HIKÛMET JI DIL BE DIVE GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE
 
Li hemberî helwesta gelê kurd divê desthilatdarî nîşan bide de ku di warê çareseriya pirsgirêka kurd de çiqas jidil e. Û heke jidil be divê gavên şênber bavêje. Weke ku di mînakên cîhanê de jî tê dîtin; ji bo çareseriyê bawerî û piştgiriya gelan xwedî roleke mezin e. Lê belê hikûmet li aliyekî ve qala aştiya navxweyî û biratiyê dike; li aliyê din jî polîtîkayên şer û înkarê dimeşîne.
 
ÇARESERÎ BI ÎNKARKIRINA ÎRADEYA GELÊ KURD NABE
 
Ev helwesta hikûmetê ji aliyê gelê Kurd û derdorên civakî ve wek rewşeke ne jidil tê pêşwazîkirin. Li aliyekê êrîşê hemû perçeyên Kurdistanê dike, li aliyê din bi polîtîkên qeyûman, bi polîtîkayên ret, înkar û îmhayê îradeya gelê kurd tune hesab dike. Bi van pratîkan hikûmet ne dikare gelê kurd û ne jî dikare civaka Tirkiyeyê qaneh bike. Bi înkarkirina îradeya gelê kurd, çareserî pek nayê. Divê neyê jibîrkirin ku; gelê Kurd jî li hemberî van polîtîkayan tu caran serî natewîne. Ji ber vê yekê jî divê desthilatdarî demildest ji van polîtîkayên qeyûm û şîdetê berde.
 
HEWCEYE ŞERTÊN AZADIYÊ BÊN MISOGERKIRIN
 
Em baş dizanin ku; qeyranên civakî, siyasî û aborî yên bi polîtîkayên ewlekariyê wê teqez dawî li desthilatdariyê bîne. Îro gelê kurd û gelên Tirkiyeyê; li bendê ne ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser nîqaşên pirsgirêka kurd jidil û zelal be. Rêya vê yekê jî ew e ku hikûmet li gorî destûra bingehîn û normên hiqûqî yên gerdûnî tecrîda îmraliyê rake, şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên birêz Ocalan misoger bike. Her wiha divê derfet bên avakirin ku birêz Ocalan ji çareseriya demokratik bikeve nav liv û tevgerê. 
 
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Li ser vê esasê, bi armanca pêşxistina rê û rêbazên çareseriya demokratîk em ê di 17’ê Mijdarê de li Êlihê mitîngekê li dar bixin. Li hemberî siyaseta qeyûman, li hemberî pergala ku aştî û demokrasiyê dîl digre, li hemberî polîtîkayên monîst roj roja mezinkirina têkoşîna azadiyê ye. Bi vê mebestê em tevî jin, ciwan, kedkar û gelên bindest vedixwînin Mitînga Demokrasî û Azadiyê. Werin em bi hev re li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna azadiyê geş bikin.”
 
 

Sernavên din

12/11/2024
09:00 ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
08:55 Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
08:53 Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
11/11/2024
16:49 Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
16:01 Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
15:58 Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
15:47 Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
15:41 Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
14:56 Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
14:50 Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
13:41 Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin
13:34 Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in
13:31 Temellî: Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasî û aştiyê ye
13:12 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
12:36 Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
12:30 Li Esenyurtê qeyûm hat protestokirin: Wekîlên CHP’ê ketin hundir
12:01 Deklarasyona ‘Demokrasî û Azadiyê’: Muxatab Ocalan e
11:31 Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin
10:30 Hevjîna dozgerê Ozer girtî tayînî SPK’ê hate kirin
10:21 Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Li ber xwe bidin’ derket
09:55 Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê hate kirin
09:03 Di serdema Trump de têkiliyên DYA-Tirkiyeyê û krîz
09:03 Îzmîriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan: Em ê qebûl nekin û wan bişînin
09:02 Endama MYK’a SODAP’ê Înce: Divê gel li dijî qeyûm bikeve nava tevgerê
09:02 Banga ji bo mitînga Kolnê: Em bibiryar in ku tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2024'AN
10/11/2024
17:12 Li Êlihê TOMA li berxwedanê qelibî!
15:40 Li Agiriyê starta 25’ê Mijdarê bi meşê hate dayin
15:06 Polîsan hewl dan ciwanên şel û şepik li xwe kirin binçav bikin
14:29 Berxwedan li Xelfetiyê didome: Li dijî polîsan berteka ‘îşkenceyê’
13:59 Li Êlihê meş hat lidarxistin: Werin em bi paradîgmaya Ocalan aştiyeke rast pêk bînin
13:52 Dorpêça leşkeran hate rakirin: Şande ber bi Êlihê ve bi rê ket
13:45 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû
12:57 Danişîna ewil a Şerîfe Muhammedî di 14’ê mijdarê de ye
12:56 Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin di meha 109’emîn de hatin bibîranîn
11:41 Qeyûmê Esenyurtê hate protestokirin: Tu bi kîjan rûyî têy vê derê
11:40 Meclisa Jinên Ereb piştgirî dan kampanyaya TAJÊ’yê
11:31 Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
10:54 Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
10:08 Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
09:45 Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
09:36 Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
09:31 ‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
09:30 Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin
09:27 Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin
09:02 Raportorê Tirkiyeyê Schennach ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike wê serlêdanê bike
09:00 ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN
08:57 Di doza Narîn Guranê de biryara domandina rewşa girtî hate dayin
08:38 Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
08:37 Walîtiyê têkildarî gefa li rojnamegeran hatiye xwarin daxuyanî da
08:37 Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin
09/11/2024
21:57 Rojnamevan Karabay hat girtin
20:24 Li her derî berxwedana li dijî qeyûman
20:15 Banga DEM Partiyê: Tecrîdê rakin
20:09 Li Êlihê bilançoya binçavkirin û girtinan
16:13 Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake
16:04 Li du bajaran hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:38 DEM Partî dê ji bo pirsgirêka kurd ‘bangê’ li hemû aliyan bike
15:08 Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
14:05 Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
13:54 Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
13:46 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
13:44 Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
13:40 Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
13:08 Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
11:52 Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
11:33 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
11:21 DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
11:03 Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
10:49 Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
10:41 Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin