1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide

  • rojane
  • 09:03 31 Cotmeh 2024
  • |

RIHA - Rojnamevan Dîcle Ehmed a Berxwedana Kobanê 134 rojan kêlî bi kêlî şopand, diyar kir ku Kobanê ji bo DAIŞ a ji cîhanê re gefek bû, bû destpêka dawiya wê û wiha got: “Gefên li dijî Kobanê bi dawî nebûn. Gelên cîhanê deyndarê berxwedana Kobanê ne. Divê vî deynê xwe bidin.”

Bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade dike ku salvegera 10’emîn a 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di bin êrişan de pîroz bike. Kobanê ya ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê re mîrateyeke mezin a berxwedanê ji tevahiya cîhanê re hişt, ji bo DAIŞ’ê bû destpêka dawiya wê. Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê gelê kurd li Cizîr, Efrîn û Kobanê xweserî îlan kir. Bi êrişên li dijî bajarê Kobanê ku yek ji bajarên ku Şoreşa Rojava lê kete meriyetê di 15’ê îlona 2014’an de hatin destpêkirin re hate xwestin ku şoreşê bifetisînin. Kobanê ya ku bi hezaran jin û ciwan lê şehîd ketin, tev derfetên kêm jî teslîmî tarîtiyê nebû. Di encama berxwedana 134 rojan de DAIŞ’a ku tirs belavî hemû cîhanê kir hate têkbirin û bajêr di 26’ê çileya 2015’an de ji DAIŞ’ê bi temamî hate paqijkirin. 
 
Di roja duyemîn a berxwedanê de 12 şervanan li gundê Serzûrî yê bi qasî 35 kîlometreyan li rojhilatê bajêr e, rêya serketinê danîn. Piştî ku li gelemperiyê cîhanê ji berxwedanê re bû bersiv 1’ê Mijdarê “Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê” hate îlankirin. Rojnamevana ji Kobanê Dîcle Ehmed ku berxwedana Kobanê 134 rojan kêlî bi kêlî şopand û bû şahidê qehremaniya 12 şervanên li Serzûrî ku encama berxwedanê diyar kirin, nirxandin kirin. 
 
Dîcle Ehmed diyar kir ku gotin têra bahsa wan rojên berxwedanê nake û wiha got: “Em bûn şahidên wan rojan. Berî şerê 15’ê îlonê DAÎŞ’ê derdora Kobanê dorpêç kiribû û her roj êrîş dikir. Di van êrîşan da gelek berxwedanî ji aliyê YPG’ê û YPJ’ê ve derdiketin pêş. Şerê gelê şoreşgerî wê demê dest pê kir. Kobanê di dorpêçê de bi derfetên kêm berxwedaneke mezin dikir.”
 
XWESTIN QIRQIRINA KURDAN JI KOBANÊ BIDIN DEST PÊ KIRIN
 
Dîcle Ehmed, anî ziman ku şerê 15’ê îlonê ne ji rêzê bû amadekariyeke mezin dixwest û wiha berdewam kir: “Gelek êriş hebûn lê hatibûn şikandin. Destê gelek dewletên navnetewî di nav şerê 15’ê îlonê de hebûn di serîde jî yê dewleta dagirker a tirk. Dixwastin gelê kurd di qirkirinekê re derbas bikin. Kobanê ji bo hemû gelê kurd xwedî cihekî taybet bû. Cihê Kobanê cuda ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir. Rêbertî cara yekem li ser Kobanê derbasî Suriyeyê bû. Li Kobanê gelek kes tev li tevgera PKK’ê bûn. Di dile her Kurdistaniyekî de cudahiyeke Kobanê heye. Dixwastin Kobanê dagir bikin û peyamekê bidin kurdan. Ji bo vê yekê Kobanê hat hilbijartin. Xwastin qirqirina kurdan ji Kobanê bidin destpêkirin. Digotin 'Kobanê biçûk e em ê zû bi dest bixin.'”
 
‘DAÎŞ’Ê BI DESTÊ DEWLETÊN HEGEMON GELEK BAJAR BI DEST XISTIN’ 
 
Dîcle Ehmed bi bîr xist ku beriya 15’ê îlonê DAÎŞ’ê bi destê dewletên hegemon gelek bajar bi dest xistin û ev tişt got: “Mûsil di rojêkê de ket. DAÎŞ’ê bi çekên gelek pêşketî berê xwe da Kobanê. Çeteyên ji derve hatin bi ser Tirkiye re destên xwe hejandin û hatin ber Kobanê. Ji gelek dewletan çete bi destê dewleta tirk hatin Kobanê. Kobanê ji çar alîyan ve hatibû dorpêçkirin. Êrişan di 15’ê îlonê de dest pê kirin. Êriş pir giran bûn. Ji hemû aliyê Kobanê ve êriş çêbûn. Tirkiyeyê sînorê xwe ji bo DAÎŞ’ê vekirî bû. Di destên şervanên YPG’ê û YPJ’ê de tenê çêka keleşê hebû. Doçkayeke xirabûyî hebû û ew diçû hemû çeperên şer. Derfet pir kêm bûn. Di destên DAÎŞ’ê de çekên giran hebûn. Ji Mûsilê tank û top anîbûn. Berxwedan di gelek qonaxan da derbas bû. DAIŞ’ê digot em ê nimêja eydê li Kobanê bikin. 
 
PLANA DAÎŞ’Ê HATE TÊKBIRIN
 
Plana DAÎŞ’ê hate têkbirin. Plana wan a li Dibistana Serzûrî hate têkbirin. Di 16’ê mehê de piştî êrîşa du rojan koma di pêşengtîya fermandar Peyman û Rodî de li wê dibistanê nebûya wê rewş cuda bûya. Li wir xeta fedayîtiyê dest pê kir. Xeta Apo’yî ye. 12 hevalan gotin em nahêlin Kobanê were dagirkirin û çalakiyên fedayî kirin. DAÎŞ li wir şikest. Dibistana Serzûrî encama şer diyar kir. Xewn û xeyalên DAÎŞ’ê li Serzûrî dawî bûn. Piştî vê çalakiya fedayî li hemû eniyên şer ruhê fedayî derket pêş. Fermandar Zozan, Heval Êriş xwedî biryar berxwedan. Şehît Revan, Arîn çaleki ye fedayî kirin. Berî DAÎŞ bikeve Kobanê hat şikestin.”
 
‘ÇAR KESÊN WEKÎ MIN JÎ HEBIN DAÎŞ NIKARE BIKEVE KOBANÊ’ 
 
Dîcle Ehmedê axaftina xwe wiha domand: “Berî ku şer bikeve Kobanê ez çûm çeperê kî şer li milê Rojava ye Kobanê. Li wir kalek hebû. Temene wî pir mezin bû û xuya bû westiya ye. Min jê re got 'tu ne westiyayî?' Wî got 'Keça min çar kesên wekî min jî hebin DAÎŞ nikare bikeve Kobanê. Ez qebûl nakim DAÎŞ bikeve Kobanê. Ev warê bav û kalê me ye' Vî kalî moral da min. Min dixwest nûçeya wî kalî binivîsim. Heta ez gihiştim Kobanê di navberê de saetek derbas ne bûbû ew kal şehîd ket. Rastî jî DAÎŞ li wî gundî pêş neket. Hê şer ne gihiştibû Kobanê rojên destpêkê em bi şehîd Ebû Leyla re axivîn. Dema em axivîn got 'Bila tu kes xwe li Kobanê ne ceribîne. Em ê Kobanê bikin goristana DAÎŞ û hevalbendên wê. Bila tu kes ne bêje wê Kobanê bikeve.' Bi van gotina hê şer ne gihişte Kobanê em ser ketibûn. Rihê gelê şoreşgerî û fedayî hebû. Bi dehan kesên wekî Apê Nemir hebûn. Gelek kesên bi bangawazîya Rêber Apo a ji bo Kobanê berê xwe dan Kobanê hebûn. Heya dawiyê li ber xwe dan. Temenê wan mezin bûn, biçûk bûn lê xwedî bawerî bûn.” 
 
‘TIRKIYEYÊ JI BO TOLA DAÎŞ’Ê HILDE DEST BI ÊRIŞAN KIR’ 
 
Dîcle Ehmed, diyar kir ku ji 15’ê îlonê heta 1’ê Mijdarê berxwedaneke mezin derket pêş. Roja 1’ê Mijdarê bi hêsanî ne hat diyarkirin. Bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi berxwedaneke mezin ev roj hat ragihandin. Zêdetirî 99 dewletan ji bo Kobanê rabûn ser piyan. Li Kobanê terora cîhanê hat têk birin. Lê mixabin piştî DAÎŞ hat têkbirin Tirkiyeyê ev yek qebûl nekir. Ji bo tola DAÎŞ’ê hilde dest bi êrişan kir. Gelek cih dagir kirin. Efrîn, Girê Spî, Serêkanî hat dagirkirin. Rojane êrîş hene lê cîhan bêdengê. Balafirên bê mirov komkujiyan dikin. Çima cîhan bêdeng e. Bila tu kes bêdeng nemîne. Hê gef li ser me hene. Taybet Kobanê li ser piyan e. Gel li cem Rêveberîya Xweser e. Li her derê berxwedan heye.”
 
‘DIVÊ HERKES DENGÊ XWE DERXÎNE’
 
Dîcle Ehmed, destnîşan kir ku destkeftiyên gel hedef tên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye dixwaze gel birçî bihêle. Çima cihan bê dengê. Gefên tirkî her roj zêde dibin. Cîhan divê deynê xwe bide. Çawa 10 sal berê li hemberî êrişên DAÎŞ’ê rabûn ser piyan, divê niha jî li hemberî êrîşên Tirkiyeyê rabin ser piyan. Êrîş berdewam dikin. Pêwîste herkes ji bo Kobanê deng derbixe. Cîhan deyndarê berxwedana Kobanê yê. Tirkiye her roj kesên DAÎŞ tunekirine qetil dike. Jina rêxistinkirî tê hedef girtin. Pêşengên tevgera parastine tên hedefgirtin. Li Rojhilata Navîn çareseriya hemû pirsgirêka Netewa Dêmokratîk e. Pêwîste hemû kes deynê xwe bide. Divê em misogerîya Roja Kobanê bikin. Îro zarok tên qetilkirin. Divê saziyên hiqûqnasan bêdeng nemînin. Gel bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Nexweşxanê tên hedefgirtin. Xeterî berdewam dike. Pêwîste cîhan deynê xwe li ber vî gelî bide. Wekî rojnamegerekê ez beriya 10 salan bûm şahîdê berxwedana Kobanê û îro jî dibin şahide berxwedanê. Em xwedî soza xwe ne. Em ê bibin dengê rastiyê. Gelek rojnameger şehîd ketin. Em wan hevalên xwe bi bîr dixin. Soza me dayî wan em ê bi cih bînin. Banga min ji hemû perçeyê Kurdistan re ye. Li hemberî dagirkirî ya Tirk rabin ser piyan. Ne têne gelê kurd hemû gelê Rojavayê Kurdistanê tê qetilkirin.”

Sernavên din

31/10/2024
10:42 Doza Emîne Şenyaşar hat lidarxistin
10:27 Platforma Saziyên Demokratîk li dijî qeyûm banga berxwedanê kir
10:25 MYK’a DEM Partiyê li Stenbolê dicive
10:24 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin!
10:01 Berdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin: Biryar ne hiqûqî ye
09:48 Îdianameya rojnamegerên di hefsa malê de hate qebûlkirin
09:27 Îfadeya Ahmet Ozer: Îradeya gel tê xespkirin
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin
09:03 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide
09:01 Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin
09:01 Berwarî: Ji ber binpêkirina qada hewayî divê giliyê Tirkiyeyê bê kirin
09:01 Ji ber fabrîqe û makîneyan karê necariyê tune dibe
09:00 Rojnamevan Koyluoglû: Ji bo avakirina hikûmeteke nû YNK yekane alternatîf e
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2024’AN
30/10/2024
23:55 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin
23:07 DEM Partî: Hevserokên me yên giştî û endamên MYK'ê wê li Stenbolê bin
23:02 Rojnameger Degerê giliyê kesên ku gefan lê dixwin kir
21:46 Şaredarê Esenyûrtê Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
20:59 Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya hat girtin
19:54 'Nobeta Azadiyê' di hefteya 645’an de ye
18:20 Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:24 Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da
16:16 Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin
16:00 Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin
15:29 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn
14:54 Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin
14:18 Erdogan û Tunç pirsa ‘mafê hêviyê’ bêbersiv hiştin
14:07 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
13:34 Encamên fermî yên hilbijartina Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin
13:32 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:23 AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da
13:21 Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin
13:09 Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere
12:52 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê