Roboskiyan ji DMME re gortin ‘Ma eve edaleta we?’

  • rojane
  • 16:53 17 Gulan 2018
  • |
img

ŞIRNEX - Malbatên Roboskê bertek nîşanî betalkirina DMME ya serldêdana Komkujiya Roboskê dan û gotin: “Gelo çima wiha li me kirin? Ma ev e qanûn û edaleta we? Heya ji bo Roboskê edalet pêk bê, em ê têkoşîna xwe berdewam bikn.”

 
Li gundê Roboskê yê navçeya Qilabana Şirnexê, balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 28’ê kanûna 2011’an de, li ser sînor qaçaxçiyên gund bombebaran kirin û 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Parêzeran têkildarî komkujiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Piştî AYM’ê serlêdana malbat û parêzeran red kirin, bi boneya riyên hiqûqa hundirîn hemû xetimîn dosye şandin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME serlêdana komkujiya Roboskê red kir. Dayîk û xizmên 34 kesên jiyana xwe di Komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî biryara betalkirina DMME dan. 
 
‘MA EVE EDALET?’
 
Kadriye Encu ya kurê xwe Hamza di komkujiyê de winda kir, da zanîn ku lanet li wê pergala ku ji bo Roboskê edaleta pêk nayîne be û wiha axivî: “Baweriya me bi DMME hebû ku faîlên komkujiyê ceza bike. Lê wan jî dosya girtin. Gelo çima wiha  li me kirin. Gelo qanûn û edaleta we eve? Êşên em yên 6 salan hîna zindîne. Em li benda edaletêne. Ligel hemû nêzîkatiyan jî emê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin. Bedenên hatin parçekirin em ê tu caran ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.” 
 
‘DMME DIVÊ GIRÎNGIYÊ BIDE MAFÊ MIROVAN’
 
Halîme Encu ya kurê xwe Serhat di komkujiyê de winda kir jî, diyar kir ku bi girtina dosyayê, têkoşîna wan a edaletê dê bi dawî nebe û wiha got: “Em li ser piyane û em ê tu carî vê biryarê nas nekin. Zarokên me parçe parçe kirin, hemû dozên me vekirin girtin. Zarokên me ji bo nas û lêçûnên xwe yên dibistanê çûbûn ser sînor. AKP’ê ji bo bîdonek mazot zarokên me qetîl kirin. Divê DMME girîngiyê bide mafê mirovan û dest ji vê biryara xwe berde.  Kurekê min hat qetilkirin. Kurê min Ferhat Encu yê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê kirin girtîgehê. Divê qatilên zarokên me bêceza nemîn in.” 
 
‘BIRYARA DMME’YÊ DIŞIBE YA TIRKIYEYÊ’
 
Dayîka Cemal ê di komkujiyê de hat qetilkirin Xezal Encû jî, destnîşan kir ku biryar DMME dişibe ya Tirkiyeyê û wiha bilêv kir: “Ma eve edaleta we? Wan jî mîna Erdogan kirin. Zarokên me bêsûc û bêguneh qetil kirin. Em ê dest ji doza xwe bernedin. Heya ku edalet ji bo Roboskê pêk bê, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 

Sernavên din

15:28 Li Rihayê hejmara binçavkirinan derket 10’an
15:19 Dildarên mûdaxileyên şewata Dersimê dikin: Bila dest ji şewata daristanên me berdin
13:55 Cejnê jî nebû bersîva esnafên Tahtakale
13:54 Li heremên bi nakok ên Kerkûkê 47 peywir ji Kurdan hatin girtin
13:09 Gundiyên Dersimê: Ger şewat neyê vemirandin dê gundên me bişewitin
13:07 UNESCO Hemşînî li lîsteya 'Zimanên di bin talûkeyê de' zêde kir
12:38 Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê dan
12:28 HDK'ê li Zurîch û Baselê rêveberiyên xwe bijart
12:22 Şewata li Çiyayên Dersim belav dibe
12:00 Hevşaredarê Komirê Yuka hat girtin
11:43 KCD: Bila ev cejn bibe cejna rizgariya ji zilmê
10:39 Endamên Platforma Derdorê li dijî qedexeya Walî li zozanan hatin cem hev
09:10 Kedkarên malê: Erdogan di qesran de, em jî dinava hejariyê de dijîn
09:10 'Dê bi qanûna Aştiya Hebûnê, pereyên reş qebûl bikin’
09:09 Alper Taş: Krîza aborî dê bi koçberiyek nû zêdetir bibe
09:03 Tekane daxwaza xizmên windayan: Gorek wan hebe
09:03 Dayikên Şemiyê 700 hefteye ji bo demokratîkbûna Tirkiye têdikoşin
09:02 Şewatên li herêmê ne tê mudaxelekirin û ne jî tê qeydkirin
09:01 Esnafê Gazîosmanpaşayê: Em ji berîka xwe dixwin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2018'AN
08:40 Li dijî Sefaretxaneya DYA êrîşa çekdarî
19/08/2018
22:20 Dag: Li dijî faşizmê tenê rêyek heye, ew jî berxwedan e
19:58 Li Semsûrê binçav kirin
18:19 Alîkarê Waliyê Şirnexê Ergul hat girtin
18:15 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:09 Koma Firqet El-Hemzet, destûr nadin malbatên Xutayî ji Efrinê derkevin
12:53 Leşker vemirandina şewatê asteng dikin
12:43 KCD, TJA, HDP, DBP: Êrîş li dijî gelê Şengal û Rojhilata Navîn pêk hatiye
11:41 ‘Dersim kezeb û siberoja me ye’
10:51 Girtiyê nexweş ê 65 salî Ozdal di qomayê de ye
10:43 Li Dersimê şewat berfireh dibe
10:24 Jinên kedkar ên Qerejdaxê: Jinan jiyan afirandiye
09:58 Konukçu: Krîz dê kûrtir bibin, zem li benda me ne
09:16 ‘Hêvî cejn bû, ew jî çû'
09:16 Mexdûrên Beybahçeyê: Dewletê sozên xwe bi cih neanî
09:15 ‘Hîn jî em nizanin kujerên teqîna li Dîlokê kî ne'
09:14 Di dosyeya Haci Lokman Bîrlîk de hêj pêşketin tune ye: Polîs hîn jî li ser kar in
09:14 700 hefteyên Dayikên Şemiyê qediya: Qada Galatasarayê bû goristana me
09:13 Esnafên halê: Rewşa halê qet nebaş e
09:12 Ji ber qedexeyan êdî nikare bixebite!
09:11 Mizrakli yê HDP'î: Divê bi lez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2018'AN
08:08 Waliyê Colemêrgê 30 herêm qedexe kir
07:38 Gelê Dersîmê bi derfetên xwe agirê daristanê vedimirînin
18/08/2018
19:00 Cenazeyê Mam Zekî Şengalî sipartin axê
17:39 7 kes li Riha hatin binçavkirin
17:36 Êrîş li dijî Midûryeta Polîsan a Mehsertê pêk hat
17:14 Temel: Heta îtîraz nebe guhertin çênabe
Ertan: Di dîrokê de yên li ber xwe dan bi ser ketin
17:02 Malbata Şenyaşar: Hilbijartina Yildiz a ji bo MKYK nîşan dide ku AKP di nava bûyerê de
16:32 Zeytun: Em dê her dem şopdarê vê pêvajoyê bin