Kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirin, dê derbasî HDP’ê dibin

  • rojane
  • 12:57 17 Gulan 2018
  • |
img

AMED - Serokê Partiya Vatan a Bajêr Selahattîn Gonul û 90 endamên partiyê yên ji ber gotinên kîndar ên Dogu Perînçek ji partiyê îstîfa kirin, diyar kirin ku dê di rojên pêş de derbasî HDP’ê bibin.

Serokê Giştî yê Partiya Vatan û namzetê Serokkomariyê Dogu Perînçek piştî got “Ger bibim Serokkomar ezê HDP’ê bigirim” Serokê Partiya Vatan a Amedê Selahattîn Gonul û 90 endamên partiyê, li dijî vê helwesta kîndar a Perînçek ji partiyê îstîfa kiribûn. Gonul û 2 endamên partiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ziyaret kirin. Hevserokên HDP’ê yên bajêr Fîlîz Buluttekîn û Mehmet Şerîf Camci Gonul û yên pêre pêşwazî kirin. Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, Hevserokên HDP’ê û Gonul li ber avahiya  bajêr daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Hevserokê HDP’ê Camci li vê derê axivî û wiha got: “Gonul û kesên bi wî re di rojên derbas bûyî de ji Partiya Vatanê îstîfa kiribûn û gotibûn ewê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ji ber van daxuyanî û piştgiriyên wan em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirin, dê beşdarî têkoşîna aştiyane ya HDP’ê bibin.”
 
Piştî axaftina Camci Gonul axivî û wiha bilêv kir: “Em aştî û hizûrê dixwazin. Em şer naxwazin. Em ê bi  90 kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirin re di rojên pêşde derbasî HDP’ê bibin.”
 

Sernavên din

19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe