Malbata Aktaşê girtî yê di greva birçîbûnê de, banga hestiyarê kir

  • rojane
  • 12:11 17 Gulan 2018
  • |
img
WAN - Malbata girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê 28 rojin di greva birçîbûnê de, banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
 
Girtiyên nexweşîna giran Ehmedê Xamî (18), Dîcle Bozan ên ji Bakurê Sûriyeyê, Ergîn Aktaş û Yusuf Bulut, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, ji ber nayên derman kirin, rastî cûdakiriyê hatin û pêkanînên dij mirovahî di 20’ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kirin û greva wan a birçîbûnê di roja 28’an de berdewam dike. Rayedarên girtîgehê di 16’ê Nîsanê de Dîcle Bozan sîrgunê Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Xerpetê kirin. Malbata girtiyê bi nexweşîna  KOAH ê di hucreya yek kesî de tê girtin Ergîn Aktaş banga hestiyariyê li raya giştî kir.  
 
JI BER CEZAYÊ RAGIHANDINÊ, 2 MEHAN CAREKÊ HEVDÎNÊ PÊK TÎNIN  
 
Biraya Aktaş, Yilmaz Aktaş, diyar kir ku herî dawî di 4’ê Nîsanê de çû hevdîtinê û wiha axivî: “Ji wê rojê û şûn de me tu agahî jê negirt. Berê mehê carekê em diçûn hevdînê, lê niha ji ber cezayê ragihandinê, 2 mehan carekê dihêlin em hevdîtinê bikin. Cardin 4 meh cezayê ragihandê yê birayê min heye. Rewşa birayê min û hevalên wî yên perê ne başe. Di hevdîtinê de birayê min ji min re gotibû ‘Ava vexwarinê jî nadin me. Bi pareyan ava vexwarinê didin me. Ava henefiyan jî derman dikin em nikarin vexwin.’ Birayê min ji bo Rapora Tipa Edlî ji Îzmîrê heya Stenbolê di wesayîta ringê de birin. Bi zextên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ez bang li raya giştî dikim ku bi hestiyar tevbigerin. Birayê min di hucreya yek kesî de digirin. Her du milên wî tune ne. Nikare li xwe mêze bike. Em edaletê dixwazin.” 
 
'BILA ZILM Û ÊRÎŞ BI DAWÎ BIBIN'
 
Bav Tahîr Aktaş jî, diyar kir ku li ser kurê wî û hevalên wî êrîş û zext hene. Aktaş, da zanîn ku derman nadin kurê wî û wiha axivî: “Avê jî nadinê. Kurê min ketiye greva birçîbûna ya bê dem. Bila  hemû kes vê heqaret û zordestiyê bibînin. Îşkencê li girtiyan dikin û ew terkî mirin kirin. 7 mehin dermanên diranên kurê min nadinê. Kurê  min bi nexweşîna KOAH’ê ye. Ez dixwazin bên dermankirin, zilm û êrîşên li ser wan bi dawî bibin. Dixwazim hemû raya giştî bibin dengên girtiyan.”
 
PARÊZER OZTURK: HER KU DIÇE REWŞA AKTAŞ XERAB DIBE
 
Parêzera Aktaş Şukran Ozturk a di 16’ê Gulanê de çû hevdîtinê jî, diyar kir ku rewşa Aktaş cîdiye û wiha got: “Her ku diçe Aktaş kîlo winda dike. Çend rojan vereşiya ye. Tenduristiya wî nebaşe û her ku diçe xerabtir dibe. Aktaş dixwaze wî sewqî girtîgehek din bikin û dawî li zextan bê. Lê rayedarên girtîgehê wî di hucreya yek kesî de digirin.”
 

Sernavên din

21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin