ENQERE – Bi biryara hilbijartina zordest re li Meclîsê îro serdema 26’emîn bi dawî dibe. Di vê serdemê de guhertina destûra bingehîn, KHK û destnedayîna wekîlan hatin rojeva Meclîsê. Cara yekemîn li Meclîsê ewqas zêde betalkirina parlamenteran ketin qeydê.
Li Meclîsa Tirkiyeyê ev serdema 26’emîn bû. Bi hatina hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê re îro Meclîs tê girtin. Serdema 26’emîn di 17’ê mijdara 2015’an de dest pê kiribû. Li Meclîsê rojevên gelek girîng hatin nîqaşkirin û hevdîtina wan pêk hat. Di dîroka Meclîsê de yekemîn car ewqas zêde betalkirina wekîlan hat rojeva Meclîsê. Wekîltiya 11 wekîlên HDP’ê hat betalkirin. Li gel girtina wekîlan xebatên li Meclîsê dewam kirin.
489 QANÛN HATIN QEBÛLKIRIN
Di vê serdema 26'emîn de pêşniyar û pêşnûmeyên qanûnan hatin rojevê. Ji hezaran pêşnûme û pêşniyarî 489 qanûn hatin qebûlkirin. Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re 31 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) kirin qanûn. Li Desteya Giştî ya Meclîsê 2 hezar û 850 saet weşana zindî hat kirin. 249 saet weşana nûçeyan û 242 saet jî weşana civînên komên partiyan pêk hat.
SORU ÖNERGELERİ YANITSIZ BIRAKILDI
Bi hezaran pêşniyazname bê bersiv hatin hiştin. Li Meclîsê 214 hezar û 615 rûpel girtek hatin qeydkirin. Yekemîn car di dîroka Meclîsê de destnedayîna wekîlan hat rakirin. Bi piranî parlamenterên HDP’ê destnedayîna gelek parlamenteran hat rakirin.
DESTNEDAYÎN TENÊ JI BO WEKÎLÊN HDP’Ê KET MERIYETÊ
Piştî destnedayîna wekîlan hat rakirin, di 4’ê mijdara 2016’an hemwext polîsan bi ser malên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên Berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û gelek palamenterên HDP’ê de girt û binçav kirin. 10 wekîl hatin girtin. Nîvê dema wekîlên HDP’ê li korîdorên edliyeyan derbas bû. Heta niha 425 dozên wekîlên HDP’ê hatin dîtin.
Pişt re wekîlê CHP’ê Enîs Berberoglu jî hat girtin. Xebatên qanûndanî bê 11 wekîlan endamên Meclîsê ne dewam kir.
11 WEKÎLTÎ BETAL KIRIN
Li gel binçavkrin û girtinan wekîliya 11 parlamenterên HDP’ê betal kirin. Wekîliya Fîgen Yuksekdag, Leyla Zana, Nursel Aydogan, Besîme Konca, Selma Irmak, Tugba Hezer, Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu û Îbrahîm Ayhan betal kirin.
GUHERTINA DESTÛRA BINGEHÎN
Yek ji teklîfên herî girîng ku anîn rojeva Meclîsê û hat qebûlkirin guhertina Destûra Bingehîn bû. Bi şîrîkatiya AKP’ê û MHP’ê guhertina Destûra Bingehîn di çîleya 2017’an de qebûl kirin û di 16’ê Nîsana 2017’an de jî hilbijartina guhertinê pêk hat.
MA / Hayrî Demîr