Jinên Sêrtî: Di hilbijartinê çi bikeve ser milê me em ê bikin

img

SÊRT - Li Sêrtê jinan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de reqorê bişkînin û ji bo ew 3 wekîlan bi dest bixin çi ji destê wan bê ew ê bikin. 

Li Sêrta ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de HDP'ê ji 3 parlementeran 2 parlementer bi dest xistin, jinan diyar kir ku ew ê di hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de 3 parlementeran bi dest bixin û ji bo vê yekê çi ji destê wan bê ew ê bikin. 
 
'PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKAMAKÎ BI HDP'Ê PÊKAN E' 
 
Xwendekara zanîngehê Berîvan Tatli (22) anî ziman ku rexneya herî biçûk a li îktîdarê tê kirin jî wekî sûc tê hesibandin û got: "Li vî welatî tenê bi HDP'ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî pêkan e. Ev yek jî bi îktîdara HDP'ê û siyaseteke çalak a muxalif a HDP'ê pêkan e. Em jin û xwendekar di pêvajoya Rewşa Awarte de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ji bo ev nêvenga ku rexneyeke herî biçûk jî sûc tê hesibandin ji holê bê rakirin, çi ji destê me bê kirin em bikin û ji bo serketina HDP'ê bixebitin." 
 
'EGER AŞTÎ Û BIRATÎ ÇÊBIBE DÊ REWŞA ABORIYÊ JÎ BAŞ BIBE'
 
Makbule Kaya (55) jî diyar kir ku sedema ku rewşa aboriyê nebaş e, îktîdara siyasî bi xwe ye û êdî betalî û zemên tên kirin pişta gel şikandine. Kaya got: "Em tenê aştiyê dixwazin. Li welatekî demokratîj eger aştî û biratî hebe, dê rewşa aboriyê baş bibe. Li vî welatî beriya aboriyê ez aştiyê dixwazim. Eger aştî çêbibe û welat demokratîk bibe dê hêdî hêdî rewşa aboriyê ya welat baş bibe. Îro em bi 100 lîreyî diçin bazarê, lê em nikarin pê kîsikê xwe tije bikin. Lê 3 sal berê ev yek ne wisa bû. Divê em bêjin êdî bes e." 
 
Dayika Aştiyê Maşallah Işik Aslan jî diyar kir ku li vî welatî HDP partiya sêyemîn e û got: "Çima parlementer girtîne, ma ev edalet e? Selahattin Demirtaş vîna me ye. Niha hemû namzet li qadan diaxivin lê Demirtaş naaxive. Ka kuderê vê wekhevî ye, ka kuderê vê biratî ye." 
 
Aslan, destnîşan kir ku ew ê li Sêrtê xwedî li dengan derkevin û ew ê îsal hemû parlementeran bi dest bixin. Aslan got: "Çi dikin bila bikin, dîsa jî HDP partiya yekemîn e. Çi bikeve ser milê min ez ê bikim. Dê Dayikên Aştiyê hemû çi bikeve ser milê wan bikin û dê xwedî li dengê xwe derkevin. Lê bar dikeve ser milê ciwanan. Ev hilbijartin, hilbijartina aştiyê ye, loma bang hemû ciwanan dikim divê hem xwedî li dengên xwe derkevin hem jî li hilbijartinê derkevin." 

Sernavên din

19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe