'Ji bo ku em rengên xwe bibin Meclîsê em ê dengê xwe bidin HDP’ê’

  • jin
  • 09:17 17 Gulan 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Jinên Mêrsînî, diyar kirin ku jin dê di hilbijartinê de bersiva herî mezin desthilatdariyê û gotin: “Ji bo em rengên xwe bibin Meclîsê em ê dengê xwe bidin HDP’ê û namzetê Serokkokariyê Selahattîn Demîrtaş.”

Demek pir kêm ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê me û jinên li Mêrsînê dijîn, derbarê hilbijartinê de, nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'JI BO EM RENGÊN XWE BIBIN MECLÎSÊ' 
 
Welatiya jin Bedriye Kuş, diyar kir ku li Tirkiyeyê tenê HDP li dijî tundiya zilam a li ser jinê têdikoşe û wiha axivî: “Kedxariya jinê di asta herî jor de li Tirkiyeyê tê jiyîn. Ji bo em rengên xwe bibin Meclîsê em ê bi şîara jiyana azad di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP û namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.”
 
'JIN DÊ BERSIVA HERÎ MEZIN BIDIN DESTHILATDARITÊ’
 
Yeter Guzel jî, anî ziman ku HDP partiya jinane û wiha got: “Tenê HDP reng û dengê me dibe Meclîsê. Li welat jin tune tên hesibandin. Tenê HDP li dijî hişmendiya bila jin li malê rûne, paqijî bike û zarokan mezin bike derdikeve. Ez ji bo HDP’ê dibêjim partiya jinane. Ev rastiyeke. Partiyên din baweriyê nadin jinan.  Lê em di HDP’ê de hemû pirsgirêkên xwe çareser  dikin û daxwazên xwe yên şênber datînin holê. Bi vî awayî em beşdarî siyasetê dibin û siyaseta xwe ava dikin. Li dijî tacîz, tecawîz, îstîsmar û cinayetên jinan ên zêde bûne, jin dê bersiva herî mezin di 24’ê Hezîranê de bidin desthilatdariyê.” 
 
‘EM XWE DINAVA HDP’Ê DE BI RÊXISTIN BIKIN’ 
 
Sevgî Aktaş jî, da zanîn ku dinava HDP’ê de wekhevî heye û wiha bilêv kir: “HDP tekane partiya li Tirkiyeyê pergala hevserokatiyê pêş xistiye û bi vê yekê hewl dide di hemû qadan de jî wekheviya jin û zilam ava bike. Gava em li partiyên din mêze dikin hemû zilamin. Di danezana HDP’ê de ji bo jinan bernameyên şênber hene. Ji xwe divê di vî warî de em HDP’ê bi partiyên dinre qiyas nekin. Ji ber ku di partiyên din de tenê navê jinan hene. Destûr nadin jin bi axivîn jî. Lê di HDP’ê de xebatên jinan xweserin û bi xebatên xwe beşdarî siyasetê dibin. AKP’ê hemû destkeftiyên jinan dizîn û desteser kirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku werin em li dijî AKP’a ku êrîşî mafên me dike, di HDP’ê de xwe birêxistin bikin û di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bidin pêkanînê faşîzmê.”

Sernavên din

21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin