Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin

  • rojane
  • 13:06 29 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Ciwanê kurd Erhan Eser li Stenbolê hatibû kuştin û doz hatibû vekirin. Polîsê bi navê Hamdî Karaca ku di dozê de tê darizandin û piştî bûyerê ji “FETO’yê” hatibû îxrackirin. Dadgehê cezayê Karaca daxist û kir 6 sal û 3 meh. 
 
Ciwanê kurd ê bi navê Erhan Eser (23), di 28’ê adara sala 2022’yan de li Beylîkduzu ya Stenbolê bi îdiaya “guh neda hişyariya bisekine”, ji hêla polîsê bi navê Hamdî Karaca ve hatibû kuştin. Di doza qetilkirina Eser de biryar hate dayîn. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a li Edliyeya Bakirkoyê dest pê kir. Polîsê bersûc Karaca ku ji “FETO’yê” hatibû îxrackirin û bi sûcê “biqesdî kuştiye” tê darizandin û parêzerê wî di danişînê de amade bûn. Her wiha malbata Eser jî tev li danişînê bû. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak jî doz şopand. 
 
PARÊZER DEMÎREL: HEDEF HAT GIRTIN
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî malbata Eser axivî. Malbatê xwest ku bersûc were cezakirin û îfadeyên xwe yên di rûniştinên berê de dubare kirin. Parêzerê malbatê Îshak Demîrel jî xwest ku bersûc ji sûcê “kuştina biqesdî” were cezakirin, heke ev yek neyê qebûlkirin jî divê bi sûcê “Kuştina biqesdî ya muhtemel” were cezakirin. 
 
Demîrel, bi domdarî balkişand ser pêvajoya darizandinê û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya lêpirsînê de bersûc bi xwe mîna hêzên ewlekariyê delîl kom kir. Ev yek li dijî usûl û hiqûqê ye. Li vir li şahidan hate guhdarîkirin. Şahidên bûyerê 24 saetan di bin çavan de hatin ragirtin û piştre lê hate guhdarîkirin. Em çûn cihê keşfê û li cihekî bivîraj e. Mimkin nîne ku li wir gule berda bin tekerên pêş. Her wiha bersûc ji destpêkê heta niha dibêje gule berdane erdê. Lê belê di rapora ATK’ê de tê gotin ku gule li erdê neketiye. Di raporê de tê gotin ku gule di asta kuştinê de ye. Me cihê bûyerê lêkolîn kir. Bersûc dibêje ku ji ewil gule berdaye tekerê. Lê li cihê bûyerê wisa xuya dike ku yekser Eser hedef girtiye.”
 
Piştre jî li bersûc Karaca û parêzerê wî hate guhdarîkirin û wan jî got parastina xwe dubare dikin. 
 
CEZAYÊ BERSÛC DAXISTIN
 
Şandeya dadgehê ji ber sûcê “bi qisûra bizanebûn mirov kuştiye” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Piştre jî bi îdiaya “bandora cezayî ya li ser pêşeroja bersûc”, ev ceza daxist 6 sal û 3 mehan. Her wiha biryar da ku şertê kontrola edlî ya derheqê Karaca de bidome. 
 

Sernavên din

01/12/2023
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin
09:01 Li Cizîrê noqavên heyî di mudaxilekirinê de qels in
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
30/11/2023
20:49 Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
20:34 Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst
17:33 Şenyaşar sûcdarî qebûl nekirin
16:58 Cenazeyên Menfîet Elçîçek û Azad Satilmiş dan malbatên wan
16:44 Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê
16:12 Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne
15:08 Daxwaza tevlibûna doza Kobanê ya Diyanetê: Serokkomariyê mizgeftên ‘şewitandî’ ranegihand
14:52 Doza Kobanê: Îdia veguherîn bêbextiyê
14:27 Cemal Tanhan ev 39 roj in têkoşîna jiyanê dide
14:13 Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin
14:05 KESK dê di 2’yê kanûnê de mitîngekê li dar bixe
13:14 Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin
13:06 Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin
12:14 Hatîmogûllari: MGK’ya dixwaze şer biqedin, êrişên li dijî kurdan didomîne
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Yakişir ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Ruhê azadiyê hêzê dide me
10:38 37 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
10:36 Çalakiya girtiyan di roja 4'emîn de berdewam dike
10:36 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin
09:15 Doza Elçî: Dê têkoşîna me ya li dijî kes û saziyên pişta kiryaran digirin bidome
09:13 Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin
09:10 Avci: Nelirêtiyên qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de hatin domandin
09:07 Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan
09:05 Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve'
09:02 Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike!
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN
29/11/2023
20:09 Li Mêrsînê kesek hat girtin
19:34 Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
19:12 Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê
17:08 Doza Tahir Elçî: Dadgerên serbixwe û bêalî nîn in
16:53 Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
16:52 Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin
16:50 MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
15:28 ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye