33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man

  • rojane
  • 09:01 25 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Agahînewergirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 33 meh li dû xwe hiştin. Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha 475 serlêdanên hatine kirin jî bê encam mane. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de di şert û mercên tecrîdeke giran de ye û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konarê li Îmraliyê, 33 meh in agahî nayê girtin. Mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran ên Abdullah Ocalan û girtiyên din re, bi "cezayên dîsîplînê" yên bi awayekî sîstematîk wekî hincet tên nîşandan, tê astengkirin. 
 
Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hatibû destpêkirin, hevdîtin bi Abdullah Ocalan re çêkiribûn. 
 
Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar herî dawî di 12'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi malbatên xwe re kirin. Ji wê rojê heya niha daxwazên hevdîtinê yên malbatan ya bê bersiv hatine hiştin an jî bi îdiaya cezayên dîsîplînê hatine redkirin. Piştî 21 salan Abdullah Ocalan cara ewil di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir, lê ew hevdîtin jî di nîvî de qut bûbû. Ji wê çaxê heya niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. 
 
475 SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN
 
Li Îmraliyê tecrîda mutleq ku di lîteratura navneteweyî de wekî "incommunicado" yê binavkirin, bênavber didome û hewldanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî didomin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat, her hefte ji bo hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî i Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dixin. Ji 25'ê Adara 2021'ê ku herî dawî di vê demê de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hatibû kirin, 330 serlêdanên parêzeran û 145 serlêdanên malbatan hatine kirin. Lê belê hemû serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi "cezayê dîsîplînê" ku hinceta wê nayê nîşandan, hatin astengkirin. 
 
BIRYARA QEDEXEKIRINA PARÊZERAN A NÛ
 
Piştî serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê, di 31'ê Cotmeha 2023'yan de hat diyarkirin ku 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn. 
 
BI SEDAN KES BER BI GEMLÎKÊ VE MEŞIYAN
 
Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê jî di çarçoveya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka kurd re" de li seranserê cîhanê çalakî didomin. Di vê çarçoveyê de herî dawî di 18-19'ê Mijdarê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve Meşa Azadiyê hat lidarxistin. Tevî hemû astengiyan jî girse xwe gihand Gemlîkê û di daxuyaniya xwe ya li vir de banga ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd hat kirin. 
 
HEDEP'Ê SERÎ LI WEZARETA DADÊ DA
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û parlementer, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan 2'yê Mijdarê de daxuyanî dan û piştî vê daxuyaniyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan.  Di daxwaznameya serlêdanê de, hat xwestin ku demildest divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 
 

Sernavên din

25/11/2023
10:16 Polîsekî hewl da destdirêjî zarokeke astengdar bike
09:37 Ji rojnameger Ehmed 32 roj in agahî nîne: Bi komployekê hatiye revandin
09:21 Dîroka Farqînê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye
09:01 33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man
09:01 Aktivîstê filistînî Amro: Em doza jiyaneke wekhev û azad dikin
09:01 Daxwaza ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta 'ewlehiyê' hat redkirin
09:01 Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:03 Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin
24/11/2023
21:05 Cenazeyên endamên YJA-Starê 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin
20:25 Girtiyê nexweş Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket
20:19 Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
16:46 Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk aramî û xizmetên jiyanî asteng dikin
16:21 Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin
16:09 ‘Bûyera Gulistan Dokûyê şerê taybet bi xwe ye’
16:06 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan
15:48 Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn
15:27 ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in
15:01 Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
14:21 Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin
13:01 Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû
12:42 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin
11:51 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
11:44 Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin
11:33 Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e