Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin

  • rojane
  • 09:19 16 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin, destnîşan kirin ku divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tevî "Meşa Azadiyê" bibin. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de, 32 meh in tu agahî nayên girtin. Li gel vê çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku li seranserê cîhanê tên lidarxistin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) dê di 18’ê mijdarê de li Kurdistanê û di 19'ê mijdarê de jî li Stenbolê ber bi navçeya Gemlikê ya Bûrsayê ve “Meşa Azadiyê” li dar bixin. 
 
Ji Stenbol û Amedê welatiyan destnîşan kirin ku dê ji bo şikandina tecrîdê bitêkoşin û ji bo beşdariya li meşê bang kirin. 
 
BANGA YEKITIYÊ
 
Fatîh Orger destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo kurdan kesayetiyeke girîng e û got ku Abdullah Ocalan kurdan li cîhanê daye naskirin. Orger wiha axivî: "Me, yanî gelê kurd li tevahiya welatan da naskirin. Gelê kurd û Tevegera Azadiyê ya Kurdan bi salan e têdikoşe. Pêdiviya hemû gelê kurd bi yekitiyê heye. Ger em nebin yek, dê ev zext bidomin. Em tim di bin nîrê dagirkeriyê de ne. Ger em hev du neparêzin, ev dê wiha bidome. Banga min ji bo gelê me ev e; bila hemû kurd bibin yek." 
 
DI 19'Ê MIJDARÊ DE BER BI GEMLÎKÊ VE
 
Turkan Acar jî destnîşan kir ku bi salan e li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan têdikoşin û got ku dê bi çalakiyên xurt karibin meseleya tecrîdê çaraser bikin. Acarê got: "Lewma bang li gelê me dikim, ne birêz Ocalan em hemû tên tecrîdkirin. Jin, ciwan, kurd, siyasetmedar yanî em hemû tên tecrîdkirin. Divê parêzer û malbat karibin hevdîtinê bi birêz Abdullah Ocalan re bikin. Em dixwazin agahiyekê wergirin. Lewma divê her kes di 19'ê mehê de bi vê daxwazê tevlî Meşa Gemlîkê bibe. Em ancax bi vê biryardariyê dikarin meseleyê çareser bikin." 
 
Ramazan Akgun jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser tevahiya kurdan tê sepandin û got: "Gotineke birêz Ocalan hebû; 'Ez dixwazim gelê kurd nasnameya xwe fêm bike û ji bo xwe bitêkoşe.' Ji ber vê têkoşînek da destpêkirin. Ev têkoşîn diyariyek e ji bo me ciwanan. Em jî divê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin."
 
Akgun bang li ciwanan kir ku ji bo şikandina tecrîdê bi girseyî tev li meşê bibin. 
 
AMED  
 
Welatiyên ku tev li civîna gel a li navçeya Erxenî ya Amedê bûn, diyar kirin ku dê ji bo azadiya fizîkê ya Abdullah Ocalan tev li meşê bibin. 
 
‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN'
 
Abbas Kaya ku tev li meşa Gemlîkê ya berê bûye, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê li ser gelê kurd tê sepandin. Kaya ku got "Apo kurd e, kurd Apo ne" destnîşan kir ku gelê kurd tu carî tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nake. Kaya wiha domand: "Ger Abdullah Ocalan ne azad be û di bin tecrîdê de be û rastî qirkirin û înkarê bê, em ê hemû jî di bi qirkirin û înkarkirinê de bin. Hemû kurdên xwenas divê wiha zanibin. Lewma divê her kes bê Gemlîkê. Dixwazî bila bihêlin û dixwazî bila nehêlin, divê em hemû ji bo azadiya Apo biçin Gemlîkê." 
 
 
Abdûrrahman Karaoglan jî bibîr xist ku nêzî 3 sal in tu xeberê ji Abdullah Ocalan nagirin û got ku ger kurd rabin ser pêyan dê tecrîd bişikê. Karaoglan destnîşan kir ku tecrîd zexteke siyasî ye ji bo meşê wiha got: "Divê ji Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê kurd tev li vê meşê bibin. Ger tev lê bibin, dê meş bigihê armanca xwe." 
 
Karaoglan destnîşan kir ku rakirina tecrîdê ji bo tirkan jî girîng e û got ku ji lew re tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê hem li kurdan hem jî li tirkan dike û bal kişand ser girîngiya beşdariya li "Meşa Azadiyê". 

Sernavên din

16/11/2023
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
09:04 Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim
09:01 Qeyûmê Geverê şaredarî milyarek û 280 milyon TL di bin deyn de hiştiye
09:00 Malbata Ocalan ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Me pir bêriya wî kiriye
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'YAN
15/11/2023
23:44 Li navçeyên Stenbolê ji bo Meşa Gemlîkê civînên gel
22:21 'Wê hesap neyê dayîn" li Silopiyayê hat lîstin
22:12 Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan
21:15 Kapan piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
20:32 Bakirhan li Amedê ye: Divê hemû sazî di warê tecrîdê de hesas bin
19:29 Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd: Em ê berxwedana nivîskarên di zindanan de berbiçav bikin
16:47 Li Cizîrê civîna gel: Dem dema azadkirina Ocalan e
16:27 Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn: We serî netewand, me jî netewand
15:56 Li Pirsûsê salvegera tayînkirina qeyûm hat protestokirin
15:56 Xwişk û birayên polîsan gef lê xwaribûn hatin berdan
15:47 Rojnameger Candemîr ji doza ‘agahiyên nerast parve dike’ beraet kir
15:41 Civînên ji bo ‘Meşa Azadiyê’: Rêya têkbirina tecrîdê berxwedan e
15:16 Li dijî baregeha Eyn Esedê bi droneyan êriş hate kirin
14:41 Ji kedkaran daxwaza ‘bûdçeya gel’
14:15 Bakirhan gazî AKP’ê kir: Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin
13:53 Li Rihayê jina ducanî hat qetilkirin
13:28 Ji nivîskarên girtî re kart û name hatin şandin: Rojên azad nêzîk in
13:16 Bakirhan li Misircê bi girseyî hat pêşwazîkirin: Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite
12:57 Rêveberê rêxistina sûc Çakici gef li Gergerlîoglû xwar
12:38 Wezîr Tunç têkildarî serlêdanên şexsî daxuyanî da
11:58 Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide
11:44 Lîreyê tirk dihele: Euro bû 31.19 TL
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:28 Nivîskarên girtî vegotin: Nivîsandin, înada di têkoşînê de ye
10:26 Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
09:14 Edîtorê Rojnewsê: Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne
09:11 Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin
09:08 Parêzer Şen: AYM jî û Dadgeha Bilind jî şirîkên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê ne
09:06 Li Îranê darvekirin zêde dibin
09:04 Li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Manavgatê silavdayîna girtiyan hatiye qedexekirin!
09:01 ‘Divê Abdullah Ocalan bi awayeke fizîkî tev li pêvajoyê bibe’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN
14/11/2023
22:01 Doza Kobanê: Dozger îfadeya şahidê veşarî dirêj kiriye
21:49 Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye
21:19 Şahidê veşarî yê doza HDK'ê: Ez kesî nas nakim
19:04 Di 24 saliya xwe de hat girtin, di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:29 Danişîna doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:17 Xwendekaran li dijî zexta ‘sîxûrtiyê’ serî li ÎHD’ê dan
15:16 Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye
15:07 Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin
14:55 Doza Kobanê: Xencera suîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin
14:52 Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin
14:20 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye
14:15 Dê ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî bên lidarxistin
13:20 Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin
13:07 Bakirhan bang li Meclisê kir: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:04 Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî'
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’