Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan

  • rojane
  • 20:38 9 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê bîlançoya roja 4′an a êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkera kir.
 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 4′an a êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta Tirka  dagirker di roj 4′an de êrişên xwe yên xedar li ser deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kir. Di êrişan de balafirên şer û çekên giran bi kar tîne. Di encama êrişan de birîndar çêbûn û xisra gihaştin navendên girîng û binsaziyê.
 
Bîlançoya roja 4′emîn a êrişan wiha ye:
 
- Hejmara êrişên bi guleyên obus û hawnan: 31
 
-Hejmara êrişên bi balafirên şer: 2
 
-Hejmra topên ketine: 55 gule, di nav de 29 guleyên obusên giran in
 
-Hejmara êrişên bi çeka doçkayê: 1
 
-Hejmara nuqteyên leşkerî yên hatine hedefkirin: 3
 
-Hejmara sivîlên birîndar: 1
 
-Hejmara avahiyên hatine hedefkirin: Depoyeke petrolê
 
Hûrguliyên êrişê wiha ne:
 
Bajarê Dêrikê û gundewarê wê;
 
Saet di 18:00′an de, dewleta Tirk a dagirker gundê Gerdemiyê yê li ser sînor ê girêdayê bajarê Dêrikê bi 7 topên hawnan û gundê Eyn Dîwan bi 10 topên hawnan topbaran kir. Top li zeviyekî çandiniyê ketin û zerar çênebûn.
 
Saet di 22:30′an de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Akademiya Şehîd Nesrîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Hemze Beg (15 dikeve başûrê Dêrikê) bombebaran kir. Di encamê de hejmareke endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd û birîndar bûn.
 
Bajarê Minbic û gundewarê wê;
 
Saet di 23:15′an de, dewleta Tirk a dagirker eniyên pêşîn li gundên Seyda, Hoşeriyê, Toxar, Qurtwêran, Ewn Dadat û Um Cilûdî yên Minbicê bi 13 topên obusên giran û hawanan topbaran kirin, ziyan çênebûn.
 
Bajarokê Eyn Îsa û gundewarê wê;
 
Saet di 22:49′an de, dewleta Tirk a dagirker malên sivîlên bajarokê Eyn Îsayê bi topên obusên giran topbaran kirin.
 
Saet di 22:49′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên hawnan êrişî malên sivîlên li gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê kir.
 
Saet di 23:00′an de, dewleta Tirk a dagirker bi çeka doçkayê kampa Eyn Îsayê kir hedef.
 
Saet di 22:42′an de, dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên me yên li eniya Eyn Îsayê bi 4 topên hawnan û 3 topên obusên giran topbaran kirin.
 
Saet di 21:45′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên obusan ev gund topbaran kirin:
 
Gundê Hoşan bi 4 topên obusan.
 
Gundê Xalidiyê bi 2 topên obusan.
 
Nuqteyek leşkerî bi 4 topên obusan,
 
Bajarê Kobanê û gundewarê wê;
 
Saet di 22:30′an de, dewleta Tirk a dagirker gundên Xerbisan û Cîşan bi 4 topên obusên giran topbaran kirin.
 
Saet di 22:15′an de dewleta Tirk a dagirker gundên rojavayê Kobanê topbaran kirin. Gundên hatine topbarankirin ev in:
 
Gundê Til Şeîr bi topeke hawnê.
 
Gundê Selîm bi topeke hawnê.
 
Gundê Xerxerî bi topeke hawnê.
 
Gundê Celaxî jî bi topeke hawnê.
 
Saet di 23:00′an de, deweleta Tirk a dagirker gundê Zormexar bi topeke hawnê topbaran kir.
 
Di topbarana li ser gundên Kobanê de jî ziyan çênebûn.
 
Bajarê Qamişlo û gundewarê wê;
 
Saet di 22:27′an de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker depoya petrolê ya 3 km dikeve başurê bajarokê Tirbespiyê bombebaran kir. Di encamê de sivîlek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.
 
Saet di 22:35′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên hawnan gundê Til Zîwan ê navbera gundên Til Kêf û Doban (6 km dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê) topbaran kir. Top li zeviyên çandiniyê ketin.
 
Saet di 00:35′an de, dewleta Tirk a dagirker gundê Herem Şêx (11 km dikeve rojavayê bajarê Qamişlo) bi hawnan topbaran kir, ziyan çênebûn.
 
Bajarê Amûdê û gundewarê wê;
 
Saet di 23:30′an de, dewleta Tirk a dagirker bajarokê Zirganê, gundên Mişêrfê, Til Hermel û Rebîat bi hawanan topbaran kirin, ziyan çênebûn."

Sernavên din

14/10/2023
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir