Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe

  • rojane
  • 09:02 1 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketina greva birçîbûnê diyar kirin ku têkoşîna ku li dijî rakirina tecrîdê tê dayîn lawaz e û wiha gotin: “Bi girankirina tecrîdê dixwazin ku çiraya gelên azadîxwaz vemirînin. Lê ew çira dê venemire û em ê planên komplogeran vala derbixînin." 

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tecrîda girankirî ya li dijî rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her hefteyê du caran ji bo ku bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serlêdan dikin. Lêbelê ev serlêdan ne bi erênî û ne jî neyînî bi tu awayî nayên bersivandin. Li gel fikaran di parêzên Ocalan di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “Serlêdana lezgîn” serî li Dadgeriya înfazkirina Cezayê ya Bursayê dan. Dadgeriyê bi hinceta ku qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’an de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Lê belê têkildarî sedema qedexeyê parêzer nehatin agahdarkirin. Bi tu awayî ji Ocalan agahî nayê standin. Li gel girankirina tecrîdê jî li Rojhilatanavîn jî şer, pêvçûn û alozî jî her ku diçe mezintir dibe. Rewşa ku ji Îmraliyê xeber nayê girtin didome.
 
Di mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre ev çalakî li girtîgehan belav bûbû. Di encama greva birçîbûnê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz ê ku di 187 rojan li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ma, Fadîle Tok a 127 roj li Mexmûrê, Herêm Mehmûd Kelar jî 92 roj ku di greva birçîbûnê de mabûn der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
'KOMPLO DIDOME' 
 
Nasir Yagiz
 
Nasir Yagiz ê ku 187 rojan greva birçîbûnê de mabû diyar kir ku girankirina tecrîdê aloziyên heyî kurtir û girantir dike û wiha axivî: “Bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re li ser tevgera kurd operasyonên qirkirina siyasî ya giran dest pê kirin. Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi rola xwe ya avaker a di siyasetê de û bi helwesta xwe ya li Tirkiye û siyaseta Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê para xwe ji vê siyaseta desthilatdariya AKP-MHP'ê girt. Rêbertî canê vî gelî û tevgerê ye, lewma dewlet di şert û mercên herî giran de tecrîdê dimeşîne. Rewşa tecrîdê û polîtîkaya şer a girêdayî wê di her qada jiyanê de bandorê li civakê dike. Qeymeqamên ku li şaredariyan tên tayînkirin, bi qelskirina civaka sivîl re hewl tê dayin û hovîtiya şer a ku xweza, zindiyên û mirovan bêqîmet dike û tune dike, di her alî de bandoreke neyînî li civakê dike. Tecrîda li ser birêz Ocalan bi her awayî xwe li Kurdistanê dide hîskirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan van pirsgirêkan hemû kûrtir dike. Rewşa agahî ji Îmraliyê nestandin bi salane didome.Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye, ji ber vê yekê jî di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digire. Dewleteke ku li dijî pêkanîna hiqûqê ya wekhev û bêalî ji herkesî re dernakeve. Dema mijar dibe kurd mixabin bêdengî hem li hundir hem jî li derve didome. Komploya di sala 1999’an de pêk hat didome. Di sala 2019’an de ez jî di nav de komek hevalan dest bi greva birçîbûnê kirin û piştî têkoşîneke demdirêj tecrîd heta astekî hat derbaskirin û çalakiya me encam girt. Di wê demê de gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê, gelê kurd û dostên wan ên ji parçeyên din ên cîhanê bi taybet Ewropa li dijî tecrîdê bi awayekî rêxistinkirî û bi biryar mînakeke têkoşîneke rêxistinkirî nîşan dan. Çalakiya greva birçîbûnê çalakiyek bêhempa bû."
 
'HEWL TÊ DE DAYÎN KU ROJA GELÊ KURD BÊ TARÎKIRIN' 
 
Yagiz bi lêv kir ku li dijî şikandina tecrîdê divê ku çalakiyên bi bandor bên li dar xistin û wiha domand: “Li dijî tecrîdê çalakiyên cidî û ger hewce bike jî bi şêwazê mîtîngên cûr bi cûr em  dikarin nêrazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin. Di vê mijarê li dijî tecrîda girankirî em amade ne ku her gavekî jî biavêjin. Gelê Kurd û dostên wan ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû cîhanê ji her çalakiyan re amade ne. Gel bi şêwaza sala 2019’an ji her çalakiyê re amade ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2019’an de di encama grevên birçîbûnê de bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk hatin. Li Başûrê Kurdistanê pêkanînên kolonyal bi giranî tên hîskirin. Destwerdana hêzên Tirk a li qadên parastina medyayê û êrîşên li ser sivîlan jî girêdayî vê tecrîdê ye. Rola birêz Ocalan û biryardarbûna  wî ya di siyaseta aştiyê de ne tenê  başûr, her çar parçeyên Kurdistanê jî bandor dike. Hewl tê dayîn ku roja gelê kurd bê tarîkirin, li her parçeyê Kurdistanê fikr û felsefeya Ocalan, gel ji tarîtiyê dibe ronahiyê."
 
'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN KU ÇIRAYA GELÊN AZADÎXWAZ VEMIRÎNIN'
 
 Fadile Tok
 
Siyasetmedar Fadile Tok jî ku bi heman daxwazê 127 rojan di greva birçîbûnê de mabû anî ziman ku çalakiya ku wan dabû destpêkirin hêzên komploger nêçar hiştin ku gav paşve biavêjin û wiha axivî: “Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji Mazlum Doganan ji me re mîras mabû di sala 2018'an de vê carê bi pêşengiya Leyla Guven hate destpêkirin. Ew hêzên komploger ê ku ev tecrîd li ser Rêber Apo meşandin û armanc kirin ku dengê wî qut bike, gel bêhêvî bihêle nêçar ma ku gav biavêje. Li gel destpêkirina vê çalakiyê li her derê meş û mitîng çalakiyên destpê kirin bû sedema şikandina tecrîdê. Demekî hevdîtin hatin kirin û serlêdan çêbûn û malbatan hevdîtin kirin.Hişmendiya komplogeran  hê dixwaze ku  komploya xwe bi ser bixe û ji bo ku komploya 9'ê cotmehê encam bigire di nav hewle danê de ye. Vê carê rêbazên komployê diguherîne. Dixwazin ku di şexsê birêz Ocalan de hêviya  tevahî gelê azadîxwaz û bindest bişkîne. Dixwaze ku çirayê gelên azadîxwaz vemirîne. Lê belê birêz Ocalan bi sekna xwe armanca û daxwazên komplogeran vala derxist. Armanca ji holê rakirina projeya Ocalan bû. Ji ber ku nekarîn vê projeyê ji holê rakin serî li girankirina tecrîdê dan. Komplo heta derekî vala hat derxistin. Îro tecrîd berdewamiya vê komployê ye. Bi girankirina tecrîdê heyfê ji birêz Ocalan distînin. Îro tolê ji gelên ku li dora bîrdoziya Ocalan kombûne distînin. Dixwazin ku hem dengê birêz Ocalan qut bikin û hem jî rizandinekî biafirînin. Lêbelê birêz Ocalan bi fikrê xwe, baweriya xwe û bi îddiaya xwe li hemberî vê tecrîdê berxwedaneke bêhempa dide. Dizanin ku êdî pergala komplogeran têk çûye û ji ber wê hin zêdetir tecrîdê giran dike. Hemû qanûnên navnetewî hatine binpêkirin. Hemû qanûn kirine qurbanê siyaseta xwe ya komploger. Ji bo ku birêz Ocalan bi fikrî  û fizikî bê bandor bikin yek qanûn nehiştin ku binpê nekirine. Lêbelê dîsa jî têre nekir ku bîrdoziya birêz Ocalan têk bibin." 
 
'TECRÎD BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ YE' 
 
Tok di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di komployê de û got: “Dema ku hevdîtin bi birêz Ocalan çêbû û  pêvajoya mûzakareyê destpêkirî li Tirkiyeyê û çar perçeyan rewş aramtir bû. Lê piştî ku komplogeran hevdîtin vegerandin berjewendiyên xwe yên kesayetî Tirkiye hem ji aliyê dîplomasî, hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê dîplomasî de teqnê de. Êdî di aliyê dîplomasî û aboriyê de têk çûye. Bi şêwazê qirkirinê, talankirinê û mijandina keda gelan ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber wê em dikarin bibêjin ku dewleta tirk demên  xwe yên  herî zêde qels , herî zêde ketî û têk çûyî derbas dike. Dewleteke ku xwe li ser şer û xwînê dide avakirin nepêkane ye ku bi ser bikeve.Ev kirin îro hemû beravajî Tirkiyeyê vegeriyan. Em dikarin van du salan weke salên herî qels ên desthilatdariya Erdogan binirxînin. Heke ku îro hêzên navnetewî şirîkên vê tecrîdê nebûna dê mûdexeleyî vê rewşê bikirina. Ji ber wê mirov dikare girankirina tecrîdê weke berdewamiya komployê pênase bike. Ew tiştê ku komplogeran dixwest li ser birêz Ocalan bimeşînin encam negirt û serî li rêbazên cuda dan. Ev tecrîd û komplo dê  serê Tirkiyeyê de biteqe. Ew jî dê bikeve heman rewşê. Çimkî îro erdnigariya wan têk diçe, gelê wî têk diçe û bi vê siyasetê nikare bi serbikeve. Civaka Tirkiyeyê ber bi Awrupa ve diçe. Ew hêzên global ê weke Emerîka, Rusya, Îngîltere û Îsraîl ê ku di komployê de cihê xwe girtin tekoşîna gelê kurd li Rojava dîtin. Dîtin ku gelê kurd li dijî ew hêzên weke lehiyeke reş li ser cîhanê de hatin çawa li ber sekinî. Me dûritiya van dewletan li Rojava dît. Gelê kurd rûyê van komplogeran ê rast dîtin. Ji ber wê em nêhelîn ku ev komploger bigihîjin armanca xwe. Rêya xwe ji vê rewşa malxerab xelas kirin û rêya çareserkirinê birêz Ocalan e." 
 
'EM DI RAKIRINA TECRÎDÊ DE LAWAZ DIMÎNIN’ 
 
Tok çalakiyên ku ji bo rakirina tecrîdê tên lidarxistin rexne kir û got ku pêwîstî bi rêxistinkirina berxwedanê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke ku heta niha tecrîd nehatibe şikandin ev tê wê wateyê ku çalakiyên me, hewledanên me kêm in. Heke ku me rolê xwe baş listiyaba û komploger bi her awayî vala derxistiban tecrîd heta îro berdewam nedikir. Em weke gelê kurd deyndarê birêz Ocalan in. Em lêborîna xwe ji wî dixwazin ku berxwedana ku em didin kême û ji hêzên komploger re nabe bersiv. Ji ber wê tecrîd nayê şikandin. Em weke gel nikarin li derveyî girtîgehan li dijî vê pergala hovane heman têkoşînê bidin meşandin û nikarin rola xwe bilîzin. Divê ku em hin zêdetir rola xwe bilîzin. Çalakiyên me nabin bersiv. Pêwîste em bi rêbazên cudatir li ser van komplogeran biçin. Divê ku em hesaba vê tecrîdê bipirsîn. Hêviyê me ji vê pergalê nine û divê ku em bi tekoşîna xwe vê tecrîdê bişkînin. Weke gelê kurd pêşiya me vekiriye. Divê ku em li Ewrupayê jiyanê bidin sekinandin. Divê ku em ji wan re bibêjin,' ew jiyana ku hûn li me tarî dikin, hûnê nikarin ji xwe re bikin ronahî'  tecrîd şikandin bi çalakiyên bandor bê şikandin. Birêz Ocalan dibêje, ‘hêza min gelê min e' ji ber wê divê ku gel rabe ser pêyan. Ew kamplogerên ku heta niha nehiştine ku daxwazên birêz Ocalan pêk bên jî yek ji wan jî malbata Barzanî ye. Damarê xiyanetê di mala Barzanî de ye û heta qirikê ketiye xiyanetê.  Tirkiye ya ku rêbazê wê yê tunekirinê encam negirtiye dixwaze vê carê kurdan bi kurdan bide kuştin. Kesên ku îro riyê ji kujerên zarokên vedikin dê biser nekebin. Ew ê têk biçin û bi ser nekevin. Îro siyaseta PDK'ê jî li başûr îflas kiriye. Ew kesê ku kêrî gelê xwe neyê dê kêrî Tirkiyeyê jî neyê." 
 
'XWEDÎDERKETINA LI OCALAN PARASTINA NIRXÊN NETEWEYÎ YE'
Herem Mehmud
 
Herem Mehmud jî ku li Silêmaniyê 92 rojan di greva birçîbûnê de mabû destnîşan kir ku girankirina tecrîdê kûrkirina şer e û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîdê pêdivî bi têkoşîneke birêxistinkirî heye. Berdewamkirine tecrîda li ser birêz Ocalan di çarçoveye dagirkeriyê de ye. Ev tecrîd li dijî fikrê Ocalan e. Gel dengê Îmraliyê nabihîze. Yekane çareseriya şerê li Rojhilata Navîn birêz Ocalan e. Komploya 9'ê Cotmehê bi hemû saziyên sîxurî yên cihanî çêbû. Ev tecrîda li ser birêz Ocalamn ne tenê ji aliyê Tirkiyê ve  ji alî hemû hêzên kapîtalîzmê ve tê meşandin. Ev tecrîd îro ji aliyê Amerîkayê û Brîtanya bi giştî hemû dewlatên navnetewî ve tê meşandin. Ji ber ku li herêmê pêşketin  alternatîfa aştiya civakî ne li gorî berjewandiyê wan e. Pergala kapîtalîst her dixwaze pirsgirêkan, şer û tevliheviyê li pêş bixe û pergala xwe wisa bidomîne.
 
Li dijî vî şerî û kuştinê,  Rêber Ocalan alternatîfa çareseriyê ye. Rêber Ocalan di şerê Rojhilata Navîn de hêza aştiyê ye. Îro tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin bandora xwe li her deverê cîhanê dike. Li dijî vê tecrîdê divê ku mekanîzmayên cuda û rê û rêbazên nû bên lipêşxistin. Em tecrîdê encax bi çalakiyên cuda dikarin rakin. Êrişên ku li ser başûrê Kurdistanê divê ku ji tecrîda Îmraliyê qut neyên girtin. Îro tu eleqeya malbata Barzanî bi kurdatiyê re nîn e. Heke ku malbata Barzanî li şûna bi hevkariya Tirkiyeyê re daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê bikira, dive ku îro di hêla aborî, siyasî de têk neçûba. Kesekê ku wan ji vê aloziyê xelas bikira Îmrali bû. Li şûna ku Tirkiyeyê hembêz dikin divê ku Îmraliyê hembêz bikirina. Ji ber vê yekê îro xwedî derketina li birêz Ocalan tê wateya xwedî derketina Kurdistanê û parastina nirxên neteweyî."
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

02/10/2023
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan